STENBOL- Hevjîna dadgêrê Dadgeha Îdarî ya Herêmê M.B. jî bi dekbaziya înternetê ve xapiya. S.B. a ku bi wadên “pereyên birehetî” ve bi tora dekbaziyê xapiya, dora 8 mîlyon TL winda kir.
Çîroken der barê dekbazên ku xwe weke dozger, dadgêr û polîs dide nasîn her tim di çapemeniyê de tê ragihandin, hevjîna dadgêrekî bi wada qezenca pereyên birehetî dora 8 mîlyon TL’yê da destê dekbazan. S.B. a ku hevjîna dadgêrê Dadgeha Îdarî ya Herêma Stenbolê M.B. di Sibata 2024’an de dema di nava înternetê de dinêrî, çav bi hevpeyvîna Cem Kuçuk û Gokhan Çinar a li Rojnameya Hurriyetê de weşiyayî pê ket. S.B. reklama ku tê de her wekî ku gotinên Cem Kuçik “Qezenkirina pere pir rehet e, 7.000 LT’ê bidin min ez ji we re bikim 1.000.000 mîlyon TL” tikand, agahiyên tekakesî jê tê xwestin. S.B. agahiyên jê tên xwestin di malperê de qeyd dike.
S.B. bi vî şiklî kete tora dekbazan. Piştî qeyda agahiyên tekakesî, di 1’ê Sibata 2024’an de bi hejmarake ji Tirkiyeyê lêdigerin û îdîa dikin ku “razemeniya teknolojiya hişê çêkirî” dikin, ger ew razemeniyê bike, wada qezenceke kareke mezin lê dikin. Piştî peywendiyên heftekî, S.B. ji bo razemeniyê tê îqnakirin û hesabê BTC Turkê krîpto vedike. Piştre kesê ku xwe weke “pisporê razemeniyê” dide nasîn û navê xwe weke Aslan Ûlûsoy dide, li S.B. digere û li platformeke nû hesab pê dide vekirin.
‘7 MÎLYON Û 304 HEZAR LT WİNDA KİR’
Ûlûsoy, di 9’ê Sibatê de li S.B. digere û wê îqna dike ji bo beşdariya “ji bo carekî Projeya Arçelîk a taybet”. Ûlûsoy, ji S.B. wad dike ku ger 50 hezar dolar razîne dê 300 hezar dolar kar bike. Ûlûsoy, jê dixwaze ku vê yeke weke pereye krîpto ji wî ra bişîne. Li gorî vê, S.B. di 12’ê Sibata 2024’an de ji Şîrketa Anonîm ji bo Bazirganiya Teknolojiyên Zanyariyê û Şêwirmendiya Nivîbariyê ya li Stenbolê bi Peymana Kirîna Pereyê Kirîpto ve 50 hezar dolar dikire. Piştre, bi hejmarên biyanî ve çend caran li S.B. diğerin û wê îqna dikin, 65 hezar Euro pereye krîpto dikire û dişîne hesabê kesên li wê geriyane. Jê ra tê gotin ku dê pereyê wê yê sermaye tevî kara wê bişînin hesabê wê yê BTC Turkê, li bi hincetên cihê pereyên wê ranazînin. S.B. li kesên ku wê areste kirine dige. Ew kes, jê ra dibêjin divê tu hinek pereyên dîtîr razîne. S.B. dibêje ku pereyê wê nema ye û perê xwe yê sermaye dixwaze. Piştî vê axaftinê, dekbaz axaftina bi têlefonê bi dawî dikin.
‘GUMANBAR NEHATIN DÎTİN AVÊTIN SER ŞÎRKETÊ’
S.B. a ku dora 8 mîlyonê xwe bi destê dekbazan ve berdide û fam dike ku hatiye xapandin serî li Dozgeriya Komarê ya Stenbolê die. Serdozgerî, lêpirsînê dide destpêkirin. Di çerçoveya lêpirsînê de bi ser mala xwediyê Şîrketa Anonîm ji bo Bazirganiya Teknolojiyên Zanyariyê û Şêwirmendiya Nivîbariyê Amîr Lacheheb û xebatkarên şîrketê operasyon tekirin. Ji ber ku xwediyê şîrketê Amîr Lacheheb li derveyî welêt bû nehate binçav kirin, der barê wî de biryara girtinê hate derxistin. 4 xebatkarên şîrketê xistin di bin çav. Derbarê kesên di bin çav de bi îdîaya “dekbaziya biwesf, derxistina qîmeta mal derveyî welêt” doz li wan hate vekirin. 4 kesên di bin çavan de, ravekirin ku şîrketa wan şîrketeke qanûnî ye û tawan red kirin. Piştî îfadeyê, 4 kes bi tedbîrên qedexeya li derveyî welat û kontrola adlî hatin berdan. Serdozgeriyê, kesên ku bi hejmarên biyanî ve li S.B. geriyan û wê qanî kiribû, nedît.
‘JI SERDOZGERIYÊ DAXWAZA BIRYARA DESTDANÎNÊ’
Serdozgeriyê di çerçoveya lêpirsînê de, der barê Şîrketa Anonîm ji bo Bazirganiya Teknolojiyên Zanyariyê û Şêwirmendiya Nivîbariyê ji Zanyariya Teknolojî û Saziya Ragihandinê (BTK) û ji Serokatiya Dezgeha Bazara Sermayeyê (SPK) re nivîs şand. Di bersiva BTK û SBK’ê ya di 8’3e Mijdarê de hate ragihandin ku şîrket “ne şirkete bilîsans e” lê ji bo lîsansê serî lêdan.e Serdozgerî, bi hinceta “ne şîrketeke bilîsans e” ji Dadgêriya 3’mîn a Stenbol a Ceza Sulhê re nivîsek şand da ku “destanîn” li malê xwediyê şîrketê Lacheheb û 4 xebatkarên wê bê kirin.
Sibe: Piştî dekbaz nehatin dîtin tedbîr ji bo malên şîrketa firoşkarê krîpto hate dayîn
MA / Omer Îbrahîmoglu