AMED - Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG) rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a meha Gulanê ya rojnamegeran aşkere kir. Li gorî raporê 3 rojnameger hatin girtin û ji 78 rojnamegeran hatin darizandin û ceza li 4 rojnamegeran hat birîn.
Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG) rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a meha Gulanê ya rojnamegeran aşkere kir. Di raporê de hat gotin ku di meha Azadiya Çapameniyê ya Cîhanê de jî zextên li hemberî rojnamegeran dewam kir û wiha hat gotin: "Di meha Gulanê de, rojnamegerên ku bûyerên civakî û dozên girîng dişopandin, şopandina wan a nûçeyan bi awayekî keyfî hate astengkirin. Rojnamegerên ku dixwestin rastiyê ji raya giştî re ragihînin, hatin astengkirin ku geşedanên li Taksîmê yên 1ê Gulanê, doza xwendekarên ku di xwepêşandanên Saraçhaneyê de hatine girtin û danişîna Narîn Guranê bişopînin. Di van astengkirinan de mûameleya xerab li rojnamevanan hate kirin."
Di raporê de hat gotin ku pêla binçavkirinan a li dijî rojnamegeran di meha Gulanê de jî berdewam kir û ev agahî cih girt: "Furkan Karabey, ku ji aliyê hikûmetê ve hatibû hedefgirtin, bi hinceta nûçeyên ku çêkiribûn hat binçavkirin û pişt re hat girtin. Îtîraza ji bo girtina Karabey hatibû kirin di heman rojê de hat betalkirin û hesaba wî ya X'ê bi awayekî bêhiqûqî hat girtin. Dîsa, nûçegihanê T24ê Can Ozturk dema ku li Zanîngeha Bogaziçiyê çalakiya xwendekaran dişopand hate binçavkirin û karta wî ya çapemeniyê hate çirandin. Ji şeş rojnamegerên ku di meha Gulanê de hatin binçavkirin, sê hatin girtin."
78 ROJNAMEGER HATIN DARIZANDIN
DFG'ê da zanîn ku di meha Gulanê de, di 43 dozan de 78 rojnameger hatin darizandin û 4 rojnameger hatin cezakirin û wiha got: "Dîsa, li dijî 10 rojnamegeran lêpirsîn hatin vekirin û lêpirsînên 3 rojnamegeran veguherîn dozê. Her çiqas diviyabû darazê kuştina rojnamegeran lêkolîn bikira jî, derbarê rojnamegerên ku rojnamegerên hatin qetilkirin bi bîr anîne lêpirsînek da destpêkirin. Derbarê pênc rojnamegerên ku rojnameger Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn, Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn ên hatine qetilkirine bi bîr anîne de lêpirsînek hat destpêkirin. Dîsa, danişîna Baroya Stenbolê, ku ji ber pirsîna mafê jiyanê yê rojnamegerên hatin qetilkirin doz li dijî wê hatibû vekirin, hate lidarxistin. Di vê danişînê de, endamên baroyê, bi taybetî Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglû, li salona dadgehê mafê jiyanê yê rojnamegerên hatin qetilkirin parastin. Em careke din radigihînin ku tevî lêpirsînên li dijî hempîşeyên me hatine destpêkirin jî, em ê pirsîna hesaba rojnamegerên ku hatine qetilkirin bidomînin."
ROJNAMEGER RASTÎ GEFAN TÊN
DFG'ê bal kişand ser gefên ku li rojnamegeran tên xwarin û wiha got: "Yek ji sernavên berbiçav ên meha Gulanê jî rewşa hempîşeya me Ayşemden Akin e ku li Qibrisê gef lê hatin xwarin. Di 30ê Nîsanê de gef li rojnamegera Qibrisî Akin hat xwarin û Cemîl Onal ku pê re hevpeyvîn kiribû, li Hollandayê hat kuştin. Her çiqas gefên li dijî Akinê berdewam dikin jî, tevî hemû bangan jî mehek e ji bo parastvan nehatine dayîn. Divê kesên ku gefê li Akin dixwin di zûtirîn demê de werin aşkerekirin û ewlehiya jiyana wê were misogerkirin."
ZEXTÊN LI MEDYAYA FARAZÎ
DFG'ê bi bîr xist ku di medyaya farazî de jî rojnameger rastî zextan tên û wiha hat gotin. "Platforma X'yê piştgirîya siyaseta sansûrê ya Tirkiyeyê dike. Youtube jî di meha Gulanê de dest bi sansurê kir. Qenalên Youtubeyê yên rojnameger Gunay Aslan, Amed Dîcle, Erdal Er, Fehîm Işik û Cahît Mervan li ser daxwaza Tirkiyeyê ji aliyê platformê ve li Tirkiyeyê hatin astengkirin. 454 dîmenên Grûp Yorûmê ku di navbera salên 2006-2024an de li ser 56 qenalên cuda li ser Youtubê hatin parvekirin û bi komî 205 milyon caran hatine temaşekirin bi hinceta parastina pergala cemaweriyê û ewlehiya netewî di çarçoveya madeya 8/A ya Qanûna bi hejmara 5651an de hatin astengkirin û ji aliyê Youtubê ve li Tirkiyeyê xwegihandina wan hate astengkirin. Di meha Gulanê de 3 malperên înternetê ji xweragihandinê re hatin girtin û 12 nûçe û naveroka 465 naverokên medyayê hatin astengkirin."
DOZ, LÊPIRSÎN, CEZA...
DFG'ê bi bîr xist ku 31 rojnameger hêj girtî ne û binpêkirinên mafan wiha rêz kir: "Êriş li 2 rojnameger hatiye kirin, bi ser malên 2 rojnamegeran de hat girtin, 4 rojnameger hatin binçavkirin, 3 rojnameger hatin girtin, 7 rojnameger rastî îşkence û pêkanînên xirab hatin, gef li 4 rojnamegeran hat xwarin, 10 rojnameger dema nûçe dişopandin hatin astengkirin, der barê 10 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin, ceza li 4 rojnamegeran hat birîn, 2 sal û mehek ceza li rojnamegeran hat birîn û 32.940 TL cezayê pere li rojnamegeran hat birîn."
Her wiha DFG'ê ragihand ku 3 malperên înternetê hatine astengkirin, 4 malper hatine qedexekirin û 465 hesabên medyaya farazî hatine astengkirin.