Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin

  • rojane
  • 09:05 20 Gulan 2025
  • |

WAN - Di îdîanameya der barê Korgeneral Y.A. de têkildarî mirina Seyîthan Durdu de hat amadekirin de hat gotin ku leşker li derveyî qada peywira xwe tevgeriyane, kakilên guleyan ên li cihê bûyerê ne yên bûne sedema mirinê ne û ji bo ceza neyê birîn bersûc îfadeyên nakok dane. 

 
Seyîthan Durdu (40) di 28 'ê Kanûna 2024'an de di encama gulebarana leşkeran de li gundê Avzerk a girêdayî navçeya Serav a Wanê jiyana xwe ji dest da. Fermandarê 3'yemîn Fîrmaya Sînor a 2'yemîn Tabûra Sînor a Tûlgaliyê Y.A di 31 'ê Kanûnê de hat binçavkirin û girtin. Piştî îtîrazê Y.A di 7ê Çileyê de bi hinceta "delîlên kêm" hatibû berdan.
 
Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîna xwe ya li ser bûyerê qedand. Der heqê Korgeneral M.Ç û Onder S.G. de ku bi hinceta ku roja bûyerê li cem Y.A bûn biryara "neşopandinê" hat dayîn û der heqê Y.A. de bi îdîaya "kuştina bi niyeta gengaz" îddîaname hat dayîn. 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê îdîaname qebûl kir û biryar hat girtin ku rûniştina yekem di 21’ê Gulanê de pêk were.
 
Di îdîanemeyê de hat îdiakirin ku Seyithan Durdu ji ber ku guh nedaye hişyariya "raweste" hatiye gulebarankirin. Hat diyarkirin ku di rapora pisporiya edlî ya laboratûwara Sûcê Cendirmeyan a Wanê û Laboratûwara Polîsên Sûcên Herêmî ya Erziromê de hatiye diyarkirin ku guleyên li cihê bûyerê hatine dîtin ji çeka Y.A hatiye avêtin.
 
ŞOPÊN TEKERAN AYDÎ WESAYÎTA LEŞKERAN E  
 
Li gorî rapora pisporan a Midûriyeta Laboratuvara Krîmînal a Cendirmeyan, Y. A. û her du leşkerên din bi wesayîtê diçin cihê bûyerê û şopên tekeran ên li cihê ku Durdu hatiye kuştin dişibe şopên tekeran a wesayîta leşkeran. 
 
Di îdianameyê de tê gotin ku; “Gumanbar Y. A. li aliyê piştî yê wesayîtê paceya wesayîtê vekiriye, hişyariya ‘raweste’ kiriye, ligel ku nesekiniye 2-3 caran gule berî hewayê daye, di encama gulebaranê de kakilê guleyê 2’yemîn û 3’yemîn herêma pişt a maktul ketiye, ji zikre ketiye hundir, di damara mezin (aort) û rûvî qelişandiye û li aliyê zik ve derketiye derve û bi vî rengî bûye sedema mirinê. Di encama lêkolînê de li cihê bûyerê qalikên 2 guleyan û kakilê guleyekî hatine dîtin.”
 
QALIK Û KAKIL AYDÎ HEMAN GULEYÊ NÎN IN! 
 
Rapora pisporiya krîmînal a ji Laboratûwara Polîsên Herêmî yên Krîmînal a Wanê di îdîanameye de cih girt. Di raporê de hat diyarkirin ku qalikên li cihê sûîkastê hatine dîtin aîdî çeka ku Y.A bikar aniye ye. Lê belê hat îdîakirin ku fîşeka bûye sedema mirina Dûrdû "bi biryar e ku ji çeka Y.A nehatiye avêtin."  
 
Di îdîanemeyê de ev îdîa cih digirin: "Li gorî rapora biyolojiyê ya Midûriyeta Laboratûvara Krîmînal a Cendirmeyan a Wanê, hat tespîtkirin ku gumanbar Y.A an jî kesên din li cihê bûyerê çek neteqandiye, lê xwîna kesên jiyana xwe ji dest dane di qalikê hatiye tespîtkirin de hatiye dîtin. Lê belê, li ser ti nimûneyên ku ji hesp û derdorê hatine girtin, rastî xwîna kesê hatiye kuştin nehatine û ev jî nakokî ye (...)."
 
KAKILÊ GULEYÊ HEMAN NÎN E
 
Di rapora pisporiya krîmînal a Midûriyeta Laboratûwara Krîmînal a Herêmê ya Erzîromê de hat ragihandin ku nêrîneke pispor a 'gulebera pêwendîdar di deformasyonê re derbas nebûye û li ti objeyê nedaye' heye. Wekî din, hat bibîrxistin ku roja bûyerê rapora otopsiyê ya ji aliyê Saziya Tipa Edlî ya Wanê ve hat amadekirin, hat vegotin. Hat bibîrxistin ku fîşeka bûye sedema mirina Durdu, mîna ku di rapora tipa edlî de jî tê gotin, 'bi qelişandina aort û omurgayê re' hatiye deformekirin. Her wiha hat diyarkirin ku wê guleya ne deformekirî ya li cihê sûcan hatiye dîtin nebûye sedema mirina Durdu. Nakokiya ku di raporê de qala wê tê kirin, gumana ku guleya bûye sedema mirina Durdu hatiye guhertin, xurtir dike.
 
ÎFADEYÊN NAKOK ÊN BERSÛC 
 
Di îdîanameyê de bal hat kişandin ku Y.A di parastina xwe de diyar kiriye ku Durdu nehatiye gulebarankirin û piştre jî îfadeyên nakok dane. Di îddîanameyê de tê gotin, "Gotinên bi nakok ên gumanbar, ji ber ku gumanbar û hevalê wî bi rengekî 'aram' peyam dane hev û jêbirina agahiyên ragihandinê yên navbera saet 03:00-05:00 ê dema bûyer qewimî, nîşan dide ku divê ji gotinên gumanbar ên bi armanca xwe xilaskirinê ye, divê neyê bawerkirin."
 
CIHÊ KU DÛRDÛ LÊ HATE GULEBARANKIRIN NE QADA LEŞKERÎ BÛ 
 
Beşeke din a girîng a agahiyên di îdîanmeyê de cih girt ew bû ku cihê Durdu lê hat qetilkirin ' li derveyî Herêma Qedexe ya Leşkerî ya 2’yemîn bû. Di îdîanameyê de hat gotin ku divê cendirmeyan ji peywirdarên hiqûqê re ragihînin lê gumanbar ti teblîxat nedane.' 
 
Ligel van agahiyan jî hat xwestin ku der heqê leşkerê sûcdar de 'hukmên provakasyona neheq a ji sînorê jêr' bê sepandin. Îdianame wiha berdewam kir: '(...) Hate qebûlkirin ku gumanbar bi niyeta potansiyel tevgeriyaye, îhtîmala lêdana li mexdûrê li ber wî di encama ku vekiriye de hatiye dîtin û bi vî awayî sûcê niyeta mimkun a kuştina qurbanê bi armanca rawestandina mexdûriyetê hatiye kirin. Hat fêmkirin ku ji bo dozeke gelemperiyê di vê mijarê de bê vekirin, bi têrkerî gihaştine guman û delîlan ( ...)'
 
Lê di beşa cezaxwestinê de, behsa nakokiyên ku di raporan de cih digirine nehatiye kirin.
 
PARÊZER: HINCETA TAHLIYEYÊ NEMAYE
 
Parêzerê malbata Durdu Ozal Bedîr diyar kir ku wan der barê her du leşkeran de îtîraza biryara "nedarizandinê" kirine. Parêzer Bedîr bal kişand ser rapora ku ji aliyê Laboratuara Emniyeta Herêmî ya Ceza ya Erziromê ve hatiye amadekirin bingeha serbestberdana bersûc ji holê rakiriye.
 
‘NASNAMEYA 3 LEŞKERAN DIYAR NÎN E’
 
Parêzer Bedir li ser bêhiqûqiyên di dema otopsiya Durdu de wiha got: "Hin mijar hebûn ku di pêvajoya darizandinê de ji ber nepenîtiyê me nekarî mudaxale bikin, lê me bi nivîskî ji wan xwest. Em dibînin ku cendirme li derveyî daraza wan li cihê sûç kirine tevgeriyane. Cendirme tevî ku ti rayeya wan nîne jî dixwaze di otopsiya mexdûran de amade be. Em çavdêrî dikin ku 3 personelên leşkerî yên ku nasnameya wan hê nehatiye diyarkirin, bêyî dozger, fermaneke nivîskî yan jî talîmatê diçin cem maktul. Ev mesele wê roja danîşînê zelaltir bibin." 
 
Her wiha Bedîr destnîşan kir ku ew ê daxwaza berfirehkirina lêpirsînê bikin û hemû delîlan pêşkêşî dadgehê bikin û wiha got: "Di mijara pêvajoya lêpirsînê de gumanên me hene. Bi taybetî ev bûyer gelek caran li herêma sînor a Wanê rû didin. Em bi polîtîkaya bêcezahiştinê re rû bi rû ne. Ji bo ev doz bêceza nemîne em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin me."
 
MA / Adnan Bîlen - Bîlal Babat
 

Sernavên din

14:56 Banga ‘Bila Tirkiye Peymana Windakiriyan a NY’ê îmze bike’ hate kirin
14:48 Ji OHD'ê bo Kurdî 5 daxwaz
14:32 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:26 AYM’ê ji bo qeydkirina hevdîtinên girtiyan dîsa got ‘binpêkirin e’
13:11 Kurtulmuş: Kesên dixwazin pêvajoyê jehrî bikin dê hebin, me tevdîr girtine
13:00 HPG: Êrişên artêşa Tirk berdewam in
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo gavên hatine taloqkirin êdî tu astengî neman HATE NÛKIRIN
12:06 Zozan Çewlîg: Navenda têkoşîna me Rêber Apo ye
11:53 Şêniyên 7 gundan li dijî çêkirina kana keviran di çalakiyê de ne
11:42 Danişîna doza rojnameger Yelda Çîçek hat lidarxistin
11:41 Seyfî Zogurlu: Şerê niha dê zehmettir be
Şiyar Amed: Deriyeke nû tê vekirin
11:25 Ji ber nivîsa 'Let's go Kurdistan'ê doz hate vekirin
10:49 Nivîskar Yûsûf Karadaş: Di nîqaşên Lozanê de hedef CHP ye
10:30 TJA’yê ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’ bang kir
10:29 Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje
09:58 Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin
09:50 Li Stenbolê dê şahiya Cejna Zimanê Kurdî bê lidarxistin
09:40 Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
09:21 Xelkê Mexmûrê heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin
09:17 Di doza 'berpirsiyariya îdarî' ya Dedeogullari de Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da
09:05 Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin
09:00 ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN
19/05/2025
15:25 100 malbatên din vegeriyan Şengalê
15:23 Di Hefteya Windayan de Ocak û Karakoç hatin bîranîn
15:21 Çalakiya li dijî ambargoyê di roja 5’an de didome
15:20 YNK û PDK dê bi lîsteyên cuda tev li hilbijartina Iraqê bibin
15:12 Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin
14:51 DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
14:33 Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya
13:51 Bernameya serdanan a DEM Partiyê diyar bû
13:41 Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê bi dawî bû
13:40 Pervîn Buldan: Ji bo avakirina komîsyonan divê tavilê muzakere bên destpêkirin
13:22 Kurtulmuş: Cihê pêvajo lê were axaftin Meclis e
12:44 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pîrên Kurdistanê’ derket
12:14 Girtiyan li Bucayê li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
12:03 ÎSÎG: Di 12 salan de 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de canê xwe ji dest dan
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî