SEMSÛR - Li Semsûrê ruxseta kana keviran ku dê li mêrga 7 gundan were çêkirin hate dayin. Şêniyên gund ku debara xwe bi ajalvaniyê dikin, li dijî dayina ruxsetê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Şêniyên gundên Fexrikan, Mala Bawa, Kistan, Mala Qasa, Axçali, Azikan û Mala Pape yên girêdayî navçeya navendî ya Semsûrê dijîn, li hemberî kana keviran ku dê ji aliye Madenvaniya Alaskayê ve were çêkirin, çalakî dan destpêkirin. Gundiyên ku di 18’ê Gulanê de dest bi çalakiyê kirin, gotin “Em ê destûrê nedin kana keviran” û ji bo daxwaza betalkirina ruxsetê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Ji şêniyên gundê Mala Bawayê Kemal Tokaşar, diyar kir ku salên berê li nêzî gund kana keviran hatiye çêkirin û bi teqîna dînamîtan re gund hejiyaye û ev tişt anî ziman: "Dînamîtên li vir hatin teqandin di hêza erdhejê de bû. Di wan hejandinan de xisareke mezin gihişt malên me. Di erdheja 6’ê Sibatê de malen me yên ku ji teqînan xisar dîtibû hilweşiyan. Tenê li gundê me 18 kes mir in.”
Tokaşar, bi lêv kir ku naxwazin heman êşê careke din bijîn û got: “Wijdana dewletê vê yeke qebûl dike lê em qebûl nakin. Piştî vê saetê cihekî ku em pê de herin tune. Li ser vê axê ajaldarî nehiştin. Ji ber qedandina ajaldariyê 4-5 gundên me windahiyên mezin dijîn.”
‘GUNDÊN ME TÊN TALANKIRIN’
Alî Karakûşê ku li gundê Fexrikan dijî jî diyar kir ku ji bo protestokirina kana keviran çûye qadê. Karakûş, got erdên wî tune ne û wiha domand: “Li vir me bi ajaldariyê debara xwe dikir. Di erdhejê de jixwe gundên me xera bûn. Niha jî kana keviran çêdikin. Em ê bi ku de herin? Di nava vê herî û xweliyê de cihekî ku em pê de herin tune. Wer dewam bike em ê nikaribin li vir bijîn. Dewlet leşkeran derdixe pêşberî me. Ji mera ‘dibêje temam’ lê ku em diçin gundê xwe, em dibînin ku dîsa hatina ji bo talankirina van gundan.”
‘LI HEMBERÎ TALANA EKOLOJÎK ÇALAKÎ’
Hevserokê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Semsûrê Huseyîn Coşkûn jî ji bo pişgiriya bi welatiyan re beşdarî çalakiyê bû. Coşkûn, diyar kir ku ev herêm cihê avahiyên nû yê erdehejê ne û ragihand ku erdek 100 dekar dane ji bo şîrketa navborî ji bo avakirina kana keviran. Coşkûn bi berdewamî wiha got: “Gelê li vir dijîn ji bo windabûna erdeke mezin ku ji bo ajaldariyê guncav e di metirsiyê de ne. Berê vê jî bi qedexekirina titûnê ve tu jêderek aboriyê nema ji bo gele herêmê. Ji bê vê yeke divê ruxseta kana keviran bê betalkirin. Bi teqîna dînamîtan ve gele herêmê li ser pileya 4’an erdhejê hîs dikin. Tenê ji bo berjewendiya şîrketan bi hezaran welatiyên li vir dijîn xisarê dibînin. Ev rewş ne wijdanî ye ne jî hiqûqî ye. Daxwaza gelê herêmê ew e ku ruxseta kana keviran bê betalkirin û qetlîama ekolojik bê rawestandin."
‘ARMANC CIVAKA ELEWÎ YE’
Serokê Şaxa Semsûrê yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê (PSAKD) Alî Sekman jî destnîşan kir ku piştgiriyê didin daxwazên gundiyan û bal kişand li ser herêma ku lê kana keviran tê çêkirin û hawirdora wê cihê hejmara Elewiyan lê zêde ne.
Sekman, di axaftina xwe de anî ziman ku bi projeyên wiha hewl tê dayin ku Elewî koç bikin û axaftina xwe wiha qedand: "Gundî bi ajaldariyê û bi cotkariyê ve mijûl in. Li gel vê yeke avahiyên erdhejê 250-300 metre nêz in. Kana ku dê li vir çêbibe wê li ser tenduristî û jiyana wan bandoreke çawa çêbike?”
MA / Ceylan Şahînlî