Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin

  • rojane
  • 17:14 18 Gulan 2025
  • |
img

TEKÎRDAG - Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê li Tekîrdagê hate vekirin. 

Li Tekîrdagê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê hate vekirin. Komele, li Semta Kizilpinarê ya navçeya Çerkezkoyê bi torenekê hate vekirin. Gelek kesên ji partiyên siyasî, rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl tev li torenê bûn. Hunermendên herêmî jî derketin ser dikê û stranên Kurdî gotin. Piştre jî ji mamosteyên komeleyê Cevdet Zîlan metna daxuyaniyê xwend. 
 
Zîlan, got: “Neteweya Kurd neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye. Zimanê Kurdî jî nirxekî herî bingehîn û jêneger ê neteweya Kurd û hemû mirovahiyê ye. Sed mixabin bi sedan sal in ji ber tunehesibandina neteweya Kurd, bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku wek gelek çand û zimanên cuda, çand û zimanê Kurdî jî ji holê bê rakirin. Lê di encama têkoşîna neteweya Kurd de ev hewldan têk çûn. Em dibînin ku li şûna wê, pêkanînên li dijî zimanê Kurdî hatin nûjenkirin; zimanê Kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin; bi rê û rêbazên nûjenkirî yên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û pişaftina li ser zimanê Kurdî bi awayên cuda berdewam dikin, bi serwerkirina zimanê tirkî ya li her derê Kurdistanê û li her derê ku Kurd lê dijîn hê armanc û daxwaz ew e ku Kurd bên pişaftin û zimanê Kurdî bihele û bi demê re ji holê rabe. Ev yek sûcekî mirovahiyê ye. 
 
JIYANEKE BÊ KURDÎ BO ME MÎNA LAŞEKÎ BÊMEJÎ Û BÊDIL E
 
Bêguman em Kurd bi tu awayî destûr nadin ku ev yek pêk bê. Jiyaneke bê Kurdî ji bo me Kurdan wek laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e. Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname, giyan û jiyana me ya neteweyî, azad û demokratîk e. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye, mifteya azadiya me ya ji her milî ve ye. Zimanê Kurdî xeta me ya herî sor û li jor e.
 
Rêzdar Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku ‘Xwedîlêderketina ziman û çanda xwe, pêşvebirina wan pêwistiyeke mirovbûnê ye. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin. Ên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Ên ku zimanê xwe nezanin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin.Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdehiya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî, nikarî tiştekî hilberînî; wisa li te tê wek ku mejiyê te miriye. Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Ji ber ku ziman û çanda me hatine qedexekirin ev 50 sal in me têkoşîneke mezin meşand. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.’
 
BANGA OCALAN NÎQAŞÊN SER KURDÎ JÎ XURT KIRIN 
 
Banga rêzdar Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, nîqaşên li ser serbestî û azadiya zimanê Kurdî jî xurt kirin. Em jî heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne û dibêjin mafên neteweya Kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî, ne mijara bazarê ne û divê hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin û  zimanê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê da ku civaka azad, demokratîk û aştiyane bê sazkirin. Bêguman ji bo ku ev yek pêk bê, divê rêzdar Abdullah Ocalan bikaribe ji bo pêkanîna aştî û civateke demokratîk serbest û azad tevbigere û bixebite ji bo vê jî divê şert û mercên herî guncav bên amadekirin û di serî de zimanê Kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya Kurd û statuya Kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin. Em baş dizanin ku tecrîda li ser rêzdar Ocalan, tecrîda li ser hemû nirxên neteweya Kurd û bi taybetî tecrîda li ser zimanê Kurdî rasterast têkildarî hev in.
 
Ji bo pêkhatina vê jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî ji her demê zêdetir bilindtir û berfirehtir bikin. Bi vê armancê em wek hemû saziyên zimanê Kurdî, partî, dezgeh, qad, pêkhate û derdorên cuda yên Kurd û demokratik bi diruşma ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî’ merheleyeke nû ya têkoşina ji bo zimanê Kurdî didin destpêkirin.
 
DÊ GELEK ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN 
 
Li ser bingeha van rastiyan; em ê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di navbera 4’ê Gulanê heta 1’ê Hezîranê, li hemû derên Kurdistanê û Tirkiyeyê; têkoşîn, xebat, bername û çalakiyên cur bi cur li nava civakê li dar bixin. Li hemû navçe, gund, tax, kolan û malan, li nav ciwan, zarok, zanîngeh, esnaf û hemû qadên din belav bikin. Meş, daxuyaniyên girseyî, xebatên belavok, pankart û bîlbordên bi Kurdî, civînên zimanê Kurdî yên li nava gel û hemû saziyan, form, kursiyên gel, konên zimanê Kurdî, hînkirina alfebeya Kurdî, bernameyên helbestxwendin, çîrokbêjî û dengbêjiyê, şano, pêşengehên pirtûkên bi Kurdî, panel, sempozyum, komxebat, konferans, şahî, konser, gotûbêj, bang û gazî, xebatên cur bi cur ên li ser qada dijîtal, bernameyên li bin banê rêveberiyên xwecihî/şaredariyan, bernameyên li Meclîsê, xebatên dîplomatîk û hwd. plansaziyeke têr û tijî amade kiriye.
 
Bi taybetî, em ê têkoşîna ji bo pêkanîna daxwaza statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî, rakirina hemû astengiyên zagonî û jiyanî yên li pêşiya Kurdî, serbestî û azadiya Kurdî ya li her derê civak û jiyanê, vegerandina hemû navên cih û tiştên Kurdî yên ku kirine tirkî li her derê belav bikin, dîsa em ê li hemû derên Kurdistanê û li hemû derên ku Kurd lê dijîn, hişmendiya sazkirin, rêxistinkirin û hîndekariya zimanê Kurdî belav bikin.
 
EM LI DORA ZIMANÊ KURDÎ BIBIN YEK
 
Bi vê armanc, bîr û baweriyê, em bang li hemû tevger, partî, sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û mirovahîperwer; bi taybetî jî bang li jin, ciwan, siyasetmedar, rewşenbîr û li hemû Kurdên li her çar milên Kurdistanê û li hemû derên cîhanê dijîn dikin; Werin em hemû Kurd li dor zimanê Kurdî, yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê Kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê Kurdî li her qadên civakî û jiyanî bikin xwedî statu, bikin zimanê perwerdehî, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke Kurdî, bikin Kurdîgehek.
 
Bi van hest û ramanan, 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji niha ve, di serî de kedkar, parêzvan û têkoşerên zimanê Kurdî, li me hemû Kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be! Bijî zimanê Kurdî. Her dem Kurdî her der Kurdî. Kurdî yekitî azadî. Ji bo Kurdî her dem li her derê têkoşîn û xebat.” 
 
‘DIVÊ KURD XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN’
 
Wekîlê DEM Partiyê Zekî Îrmez jî got ku gelê Kurd bi rêya têkoşîna xwe zimanê xwe parastine û got: “Lewma divê li her qadê xwedî li zimanê xwe derkevin. Fermîbûna zimanê Kurdî, berpirsyartiya her kesî ye.” 
 
Çalakî, bi çepik û tililiyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

20/05/2025
11:41 Seyfî Zogurlu: Şerê niha dê zehmettir be
Şiyar Amed: Deriyeke nû tê vekirin
11:25 Ji ber nivîsa 'Let's go Kurdistan'ê doz hate vekirin
10:49 Nivîskar Yûsûf Karadaş: Di nîqaşên Lozanê de hedef CHP ye
10:30 TJA’yê ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’ bang kir
10:29 Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje
09:58 Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin
09:50 Li Stenbolê dê şahiya Cejna Zimanê Kurdî bê lidarxistin
09:40 Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
09:21 Xelkê Mexmûrê heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin
09:17 Di doza 'berpirsiyariya îdarî' ya Dedeogullari de Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da
09:05 Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin
09:00 ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN
19/05/2025
15:25 100 malbatên din vegeriyan Şengalê
15:23 Di Hefteya Windayan de Ocak û Karakoç hatin bîranîn
15:21 Çalakiya li dijî ambargoyê di roja 5’an de didome
15:20 YNK û PDK dê bi lîsteyên cuda tev li hilbijartina Iraqê bibin
15:12 Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin
14:51 DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
14:33 Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya
13:51 Bernameya serdanan a DEM Partiyê diyar bû
13:41 Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê bi dawî bû
13:40 Pervîn Buldan: Ji bo avakirina komîsyonan divê tavilê muzakere bên destpêkirin
13:22 Kurtulmuş: Cihê pêvajo lê were axaftin Meclis e
12:44 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pîrên Kurdistanê’ derket
12:14 Girtiyan li Bucayê li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
12:03 ÎSÎG: Di 12 salan de 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de canê xwe ji dest dan
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin