Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin

  • rojane
  • 09:28 18 Gulan 2025
  • |
img

RIHA – Li navçeya Xelfetiyê 5 sal in lêkolîna dîmenên îşkenceyên yên li bin çavan temam nebû. 

Li gundê Derto ya navçeya Xelfetiya Rihayê di 18’ê Gulana 2019’an de 55 kes hatin binçavkirin, li Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê û li Şaxa TEM’ê rastî îşkenceyê hatin. Kesên ku hatin binçavkirin li hewşa qereqolê li erdê hatin dirêjkirin û bi postalan hatin pêpeskirin. Ji 55 kesan der barê 24 kesan de lêpirsîn hat vekirin û piştre 13 kes hatin girtin. Welatiyan diyar kirin ku di bin çavan de rastî îşkenceya bi ceyranê hatine. Di danîşînên dîrokên cûda de 13 kes hatin berdan û welatiyên bi navê Celal Yildirim, Cindî Zencîrkiran, Omer Gul û Vakkas Kiliç bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatin di 26’ê Îlona 2024’an de careke din hatin girtin. 
 
Dema îşkence pêk hat di rojeva Tirkiye û navneteweyî de cih girt. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi lezgînî kampanya da destpêkirin. Îşkence ket rojeva parlamentoya Îngilîstanê jî. Ji ber bertekan û hewldanên Baroya Rihayê der barê hinek polîsên girêdayî TEM’ê lêpirsîn hat destpêkirin û ji aliyê personelên cendirmeyan ve rapor hat amadekirin. Dîmenên 12 rojan ji bo bê lêkolînkirin teslîmî Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê hat kirin. Cendirmeyan îdia kir ku dîmen lêkolîn kirine lê îşkence nehatiye kirin. Li ser îtîraza parêzeran di Gulana 2020’an de ji bo lêkolînê dîmen şandin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê. Li gel ku 5 sal derbas bûn jî hêj lêkolîna dîmenan neqediyaye. 
 
Endama ÎHD'ê ya Şaxa Rihayê Meral Halat ku di nava heyeta li ser navê baroyê hat avakirin de cih girt, bûyerên di nava 6 salan de qewimîn vegot.
 
PIŞTÎ ÎŞKENCEYÊ HATIN GIRTIN
 
Meral Halat da zanîn ku di nav 55 kesên hatine binçavkirin de jin û zarok jî hebûn û wiha got: “Bi îşkenceyan re rûbirû man. Wêneyek di nav raya giştî de hat parvekirin û di wêneyî de tê dîtin ku kesên hatine binçavkirin li hewşa qereqolê li erdê hatine dirêjkirin û bi postalan wan pêpes dikin. Piştre em hîn bûn ku îşkence hatiye kirin. Ji ber hewldanên me û bertekên raya giştî lêpirsîna îşkenceyê hatiye destpêkirin. Lê belê di lêpirsîna ku ev 6 sal in dewam dike de pêşketinek nîne. Lêpirsîn ev 6 sal in bêencam maye. Ji 55 kesan 13 kes dema girtî bûn destpêkê hatin darizandin û 4 kes jî bi sûcdariya 'endamtiya rêxistinê' hatin cezakirin. Ev ceza ji aliyê Dadgeha Sûlh Ceza ve hatin erê kirin. Her çend du bûyerên cuda hebin jî, ev doz bi hev ve girêdayî ne. Yên ku bi sûcdariya 'endamtiya rêxistinê' hatin girtin, ew kes in ku îşkenceyeke giran li wan hate kirin.”
 
‘TU GAV NEHAT AVÊTIN’
 
Meral Halat anî ziman ku dîmenên îşkenceyê bi hewldana Baroya Rihayê hatiye berhevkirin û wiha got:  “Bi giştî 6 terebayt dîmênên îşkenceyê hene. Lazim e ev dîmen ji aliyê kesên serbixwe ve divê bên lêkolînkirin. Lê belê rapora yekemîn a pispor a di vê dosyayê de ji aliyê personelên cendirmeyan ve hat amadekirin ku ev îşkence kirine. Di vê raporê de hat gotin ku 'di muayeneya hatiye kirin de ti nîşaneyên îşkenceyê nehatine dîtin’. Me şahidî kir ku îşkence hatiye veşartin. Rapora ku ji aliyê kesên tevlî vê bûyerê bûne ve hat amadekirin, li ber çavan hat girtin. Me li hemberî vê yekê îtiraz kir û me daxwaz kir ku muayeneya pisporan ji aliyê kesên serbixwe ve bê kirin. Di Gulana 2020 'an de dîmen ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re hatin şandin, lê ev dîmen di nava 5 salên dawî de nehatin lêkolînkirin. Der barê vê mijarê de ji aliyê dozgeriyê ve tu gaveke şênber nehat avêtin. Dosya bêencam hatiye hiştin.”
 
'DIVÊ SÛCDAR BÊN TESPÎTKIRIN Û CEZAKIRIN' 
 
Meral Halat bal kişand ser polîtîkaya bêcezahiştinê û wiha got: "Ji bo sûcên îşkenceyê ti qanûnê de demborî nîne. Lê belê lêpirsîneke bi qasî 6 sal in dewam dike heye û hînê tu gav nehatiye avêtin. Ev refleksa polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Dema ku êşkence tê kirin hem peywirdarê hiqûqê yê ku ev kiriye û hem jî amirê ku ferman daye sûcdar in. Her wiha divê der barê kesên ku çavê xwe ji îşkenceyê re digire de lêpirsîn bê vekirin. Tevî ku 6 sal di ser re derbas bûne jî em dizanin ku hin wezîfedarên hiqûqê hînê îfadeya xwe nedane. Her wiha divê îfadeyên xebatkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê wezîfedar in bên girtin, lê îfadeyên wan neqediya ne. Dişibe êşkenceyeke giştî û ev rewşeke cidî ye. Eger yên îşkenceyê dikin neyên cezakirin, ev yek rê li ber asayîkirina îşkenceya li van xakan vedike. Fikra 'Heke ez îşkenceyê bikim ez ê rastî tu encaman neyêm' tiştek xirab e. Nîşan dide ku ewlehiya canê tu kesî nîne. Pêwîste ev dosya ji aliyê raya giştî ve bi xurtî were destekkirin, bi taybetî ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl ên li qada mafên mirovan dixebitin ve bê destekkirin. Naskirina sûcdaran di zûtirîn demê de, derxistina dadmendiyê û sepandina cezayên pêwîst daxwazên me yên herî mezin in.”
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

20/05/2025
11:41 Seyfî Zogurlu: Şerê niha dê zehmettir be
Şiyar Amed: Deriyeke nû tê vekirin
11:25 Ji ber nivîsa 'Let's go Kurdistan'ê doz hate vekirin
10:49 Nivîskar Yûsûf Karadaş: Di nîqaşên Lozanê de hedef CHP ye
10:30 TJA’yê ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’ bang kir
10:29 Dayika Sema Yuceyê: Bila dewlet gavan biavêje
09:58 Li dijî ÎBB’ê operasyona binçavkirinê:22 kes hatin binçavkirin
09:50 Li Stenbolê dê şahiya Cejna Zimanê Kurdî bê lidarxistin
09:40 Nivîskarên Kurd: Ji bo çareseriyê divê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî
09:21 Xelkê Mexmûrê heta daxwazên wan pêk tên dê çalakiya xwe bidomînin
09:17 Di doza 'berpirsiyariya îdarî' ya Dedeogullari de Dadgeha Kargêrî ya Bilind biryar da
09:05 Leşker li derveyî cihê wezîfeyê cînayet kir: Kakilê guleyê hatin guhertin
09:00 ROJEVA 20’Ê GULANA 2025’AN
19/05/2025
15:25 100 malbatên din vegeriyan Şengalê
15:23 Di Hefteya Windayan de Ocak û Karakoç hatin bîranîn
15:21 Çalakiya li dijî ambargoyê di roja 5’an de didome
15:20 YNK û PDK dê bi lîsteyên cuda tev li hilbijartina Iraqê bibin
15:12 Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin
14:51 DEM Partî bi Partiya Saadetê re hevdîtinê dike
14:33 Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya
13:51 Bernameya serdanan a DEM Partiyê diyar bû
13:41 Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê bi dawî bû
13:40 Pervîn Buldan: Ji bo avakirina komîsyonan divê tavilê muzakere bên destpêkirin
13:22 Kurtulmuş: Cihê pêvajo lê were axaftin Meclis e
12:44 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pîrên Kurdistanê’ derket
12:14 Girtiyan li Bucayê li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin
12:03 ÎSÎG: Di 12 salan de 2 hezar û 728 ciwanan di cînayetên kar de canê xwe ji dest dan
11:53 Arinç: Mafê hêviyê mafekî girîng e
11:31 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan dest pê kir
11:27 Derwêşên ku mifteya çiyayan dîtin, bûn Kurdistan
10:18 Kesên tev li bîranîna Kaytan û Altûn bûn: Dema avakirina aştiya civakî ye
09:45 Sebahat Tuncel: Têkoşîn neqediya, rêbaza wê guherî
09:04 'Kaytan û Altûn dê dilê milyonan de bijîn’
09:04 'Aştiyeke birûmet bi edaleteke rast pêkan e’
09:03 Rojnameger Baydar: Gavên divê bên avêtin hewceye dewlet biavêje
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin