ŞIRNEX - Li Herêma Besta ya Şirnexê li mezrika Kanîferşikê bi destura leşkeran dest bi birîna daran hat kirin. Hat hînkirin ku 10 roj in dar tên birin.
Li çiyayên Cûdî, Gabar û Kato yên Şirnexê û Herêma Bestayê, di bin çavdêriya leşkeran de bi destê cerdevanan dar tçên birin. Derket holê ku li mezrika Kanîferşikê ya u ji salên 90'î ve ji bo sivîlan qedexe ye, di bin çavdêriya leşkeran de bi destê kesên eşîra Tatarê dar tên birin. Her wiha welatiyan diyar kir ku leşker bi hinceta "ewlehiyê" çûna wan a herêmê asteng dikin.
Di dîmenên hatin bidestxistin de, li herêmê hin kesên ji eşîra Tatarê darên hatine birin li traktorên bê plake bar dikin û ji herêmê derdixin. Welatiyan bertek nîşanî birîna daran dan û gotin: "Li gundê me, nav zeviyê me dest bi birîna daran kirine. Cihê ku dar lê tên birin herêma Çemêkêşe ye."
Welatiyekî nexwest navê wî bê eşkerekirin got: "Ji bo tu karibî biçî cihê ku dar lê tên birin, divê di lîsteyê de navê te hebe. Ew lîste di destê cendirmeyan de ye. Lê bifikirin ji bo hûn biçin gundê xwe gere navê we di lîsta 'darbirînê' de be. Ji xeynî vê çûna gund qedexe ye. Li derdora gund cihekî dar lê bê birin nemaye. Ên daran dibirin navê Parlamaneterê Şirnexê yê AKP'ê Arslan Tatar bi kar tînin. Em vî tiştî qebûl nakin. Arslan Tatar ji aliyekî tevî wezîr dibêje 'bila darbirîn bê sekinandin', li aliyê din jî kesên navê wî bi kar tînin di bin çavdêriya cendirmeyan de daran dibirin."
Di dîmenan de tê dîtin ku ji dasrên temenmezin ji aliyê gelek kesan ve tên birin.
MA / Zeynep Dûrgût