Duran Kalkan: Heke hûn cidî bin wê demê gavan biavêjin

  • rojane
  • 12:38 22 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku gelê Kurd bêçareserî û bêalternatîf nînin û ji bo bangawaziyên bo çareseriya pirsgirêka Kurd tên kirin wiha got: “Heke kesên van bangan dikin cidî bin, wê demê bila li gorî gotinên xwe tevbigerin û gavan biavêjin.” 

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan têkildarî hevdîtinên li Îmraliyê û nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, bersiva pirsên Medya Haber TV’yê da. Li gorî nûçeya ANF’ê; Kalkan diyar kir ku ew geşedanan bi baldarî dişopînin. 
 
'HAYA ME JI NAVEROKA NÎQAŞAN NÎNE’
 
Kalkan, got: “Em hewl didin peyamên Rêber Apo fêhm bikin. Di heman demê de encamên karên heyeta DEM Partiyê. Ji bilî vê ti agahiya me nîne. Hevalê Cûma jî daxuyanî da. Bangek ku li me hatibe kirin, peyamek ji me re hatibe şandin, daxwazek ji me hatibe kirin bi rengekî fermî heta niha nîne. Lewma em naveroka nîqaşan nizanin. Her wiha tiştekî ji me hatiye xwestin jî nîne. Em weke raya giştî, weke her kesî li daxuyaniyên li ser çapemeniyê dinihêrin, hewl didin rewşê fêhm bikin û dersê ji peyamên Rêber Apo werbigirin. Rewş bi vî rengî ye.”  
 
Duran Kalkan,  wiha domand: “Muzakerevanê me yê sereke ji xwe Rêber Apo ye. Em timî li pişt pêvajoyeke ku ji aliyê Rêber Apo ve bê meşandin sekinîn. Ji niha û pê ve jî em ê li pişt bisekinin. Em ê li gorî biryarên wî tevbigerin. Me ev yek anîn ziman. Lê belê ji vê wêdetir em pratîkekê nabînin. Ne di gotinê ne jî di pratîka dersthilatdariyê bi taybetî jî AKP'ê de guhertinek nîne. Hin derdorên çapemeniyê jehr ji devê wan diherike. Li gorî xwe nêzîkatiyên sivik nîşan didin. Qaşo heqaretê dikin. Lê belê rewşa xwe ya sixêf û erzan nîşan didin. Ev yek ji ber desthilatdariyê ye. Di serî de Tayyîp Erdogan gotin û daxuyaniyên derdorên AKP'ê rê nîşanî çapemeniyê didin. Naxwe ev bi serê xwe nînin.”
 
'HEKE CIDÎ BIN BILA GAVÊN PRATÎK BIAVÊJIN’ 
 
Kalkan, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hêj didome û ev nirxandin kir: “Sîstema Îmraliyê mîna xwe dewam dike. Şert û mercên heyî yên Rêber Apo di nav de ne dewam dike. Di şert û mercan de guhertinek nîne. Têkildarî vê yekê em karekî pratîkî jî nabînin. Belê, nîqaş hatin kirin. Heyeta DEM Partiyê hevdîtin kir. Partiyên siyasî yên Tirkiyeyê daxuyanî dan. Ev bi wate û girîng in. Lê belê ev nîqaş e. Pratîkek li gorî xweşbîniya nîqaşê nîne. Mînak em nizanin bê li Meclîsê karek tê kirin an na. Ne diyar e bê sererastkirineke qanûnî heye yan na. Devlet Bahçelî bang kir. Gelek derdor jî tevlî vê bangê bûn. Gotin, bila Rêber Apo bê meclîsê. Gotin, bila li koma DEM Partiyê biaxive. Baş e, wê çawa ji Îmraliyê derkeve û bê? Haydê bila bê. Kî li pêşiya vê asteng e? Ji bo anînê, gelo yên ku ev bang kirin tiştek peyda kirin? Ketin nava hewldanan? Hewldaneke xwe heye? Me tiştek nedît. Yanî bêyî ku ti guhertin bê kirin ji Rêber Apo dixwazin ku daxwazên wan bi cih bînin û li benda vê ne. Ev yek ne karekî bê kirine. Eger cidî bin, bi rastî jî bi karên heyetê re xweşbîniyek belav bû, em vê girîng dibînin, bi wate dibînin. Piştgiriyê didin. Yanî bila kes nebêje PKK filan tiştî dibêje, li ber radibe. Tiştekî bi vî rengî nîne. Weke tevger û gel em bi baldarî pêvajoyê dişopînin. Lê belê yên ku ev bang kirin, yên ku dixwazin tiştek bibe, li gorî wê yekê kar nakin. Rêber Apo got, eger şert û merc bêne afirandin, derfet bêne afirandin, sîstema tecrîd êşkenceyê ya Îmraliyê bê guhertin, şert û mercên jiyana azad bêne afirandin ez ê karibim bi rola xwe rabim. Di rewşa heyî de dikare çi bike? Wê çawa daxuyaniyê bide? Nikare tiştekî bibêje. Bi halê hazir gotinên wî nikarin bêne weşandin, kî biweşîne sûc e. Tê girtin, tê berhevkirin parêznameyên Rêber Apo. Ne tenê pirtûkên wî her wiha parêznameyên wî jî têne berhevkirin. Tiştên ku bi rengekî qanûnî hatine kirin. Kî dikare vê bike? Lewma hewldanek nîne. Em nabînin. Halbûkî pêwîstî bi pratîkê heye. Yên ku ev bang kirin, yên ku xweşbînî afirandin eger cidî bin hingî divê gavên pratîkî biavêjin.”
 
'HEKE TRKIYE PIRSGIRÊKÊN XWE ÇARESER NEKE DÊ HILWEŞE’ 
 
Kalkan, bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Hîmê Ereb ê statuya netewe dewletê ya ku piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn li Rojhilata Navîn ava bû hilweşiya. Çi ma? Tirkiye û Îran man. Tirkiye û Îran ji xwe hêzên hegemonîk ên herêmî yên vê statukoyê bûn. Lewma dor hatiye hilweşîna statukoperestiya netewe dewletê ya Tirkiye û Îranê. Êrîşên sîstemê wê li ser vê yekê bin. Îran vê yekê ji nêz ve hîs dike. Hewl dide li gorî vê yekê tedbîran werbigire. Rêveberiya kûr a Tirkiyeyê ev yek hîs kir. Û Devlet Bahçelî jî got, pirsgirêka mayindebûna dewletê kete rojevê û ji 1'ê Cotmehê û pê ve nîqaşên navborî da destpêkirin. Bang kir. Got, em hevkariya navxweyî bikin, em xwe li ser piyan bigirin, naxwe Tirkiye wê hilweşe. Ew rast bû. Bi rastî jî eger Tirkiye xwe neguherîne, demokratîk nebe, pirsgirêkên xwe çareser neke wê hilweşe.” 
 
Kalkan, wiha got: “Çawa ku netewe dewletên din ên Ereb hilweşiyan, aqûbeta dewleta Tirk jî wê ne cuda be. Yekane tişta ku pêşî li vê yekê bigire demokratîkbûn e. Çareseriya pirsgirêka Kurd e. Demokratîkbûna Tirkiyeyê jî tenê bi çareseriya li ser bingeha azadiya pirsgirêka Kurd dibe. Mifte pirsgirêka Kurd e. Çareseriya pirsgirêka Kurd e.” 
 

Sernavên din

28/01/2025
10:00 Abdullah Ocalan: Tekane vebijêrk paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk e
09:27 'Li hundir aştî, li derve jî şer nabe'
09:26 Ji ber mesrefan sewalkarî li ber qedandinê ye
09:03 Hewl didin ji projeyên ku Botanê tune dikin yeke din jî pêk bînin
09:02 'Pêkanînên antîdemokratîk wê bi ser nekevin'
09:00 Ji Dikana Piştgiriyê ya Hêviyê alîkarî ji bo 2 hezar malbatan
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2025’AN
27/01/2025
16:24 Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin
15:38 Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin
14:57 Bernameya Enqereyê ya Platforma Parastina Bajar a Amedê diyar bû
14:30 Zextên li ser rojnamegeran dê li Amedê bên protestokirin
14:29 HSD'ê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir
13:31 Dewleta tirk êrişî gundên Dihokê kir: 2 welatî hatin qetilkirin
13:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire
12:43 Doza Sereke ya JÎTEM’ê bi hinceta demborînê hat betalkirin
12:29 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya
11:35 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê li Enqereyê hevdîtinan bike
11:06 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin
10:39 Rojnameger Eylem Babayîgît: Dê nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin
10:19 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Çepnî: Biryar pir ji berê ve hatibûn dayin
10:18 Navenda ku qeyûm hilweşandibû dê dîsa bê vekirin
09:56 Siyasetmedaran xwesti îktîdar ‘jidil’ û ‘şefaf’ be
09:32 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
09:03 Li Tişrînê tenduristvan hedef hatin girtin: Sûcê şer e
09:02 Berxwedêrên Tişrînê: Em rûmeta xwe diparêzin
09:00 ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2025’AN
26/01/2025
16:53 Ji bo pirtûka ‘Parastinên Bêsînor’ çalakiya roja îmzeyê hat lidarxistin
16:21 Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kir
15:49 'Dijminên welat ew kes in ên ji bo rantê qeyûman tayîn dikin’
15:35 Li Zaxoyê malek hate bombebarankirin
15:04 KNK: Mîna 10 sal berê em careke din Rojava biparêzin
14:56 DAIŞ’ê êrişî Hesekê kir
14:48 Tirkiyeyê wesayîta pêşmergayan bombebaran kir
14:24 Balafirên şer Sirînê bombebaran dikin
14:02 ‘Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn’
13:50 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 19’an de didome
13:39 Sarya Efrîn a YPJ'î: Xeyalên Tirkiyeyê li berxwedanê qelibîn
13:21 Bayindir ji AKP’ê re got: Çareserî, naskirina statûya Rojava ye
13:12 Ji Amedê bang kirin: Tişta li Xezeyê sûc çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?
12:27 Rêveberiya Xweser: Ruhê Kobanê li Tişrînê didome
12:17 Hatina Trump dê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?
11:19 Ji 419 rêxistin û partiyan deklarasyon: Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî
11:14 DEM Partî: Serkeftina Kobanê pîroz be
11:04 Li Amedê serdegirtina malê
10:40 Eyşe Efendî: Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê tê dubarekirin
10:10 Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê greva birçîbûnê hat destpêkirin
09:54 Li girtiyê nexweş ê 78 salî di dema tedawiyê de kelemçeyê ferz dikin
09:40 Girtiyê nexweş tevî rewşa xwe ya xetere jî nayê berdan
09:27 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:20 Encamnameya panela ‘Pêşeroja Rojava’ hat eşkerekirin
09:09 Meteorolojiyê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir
09:00 ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:22 Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartalê hatine girtin bû 15
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn
25/01/2025
16:43 Li dijî xespkirina vînê nobed: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî nayê
15:47 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
15:45 Îtalya û Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15:13 Hakan Fîdan sibê wê biçe Bexdayê
15:11 Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
14:43 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e
14:21 Li Îranê kolberek bi giranî birîndar bû
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
11:11 Der barê bavê Jîna Emîniyê de biryara binçavkirinê
11:07 Parêzerê berê yê Abdullah Ocalan: Divê ev firsend ji dest neçe
10:04 5 ambulans hedef hatin girtin, 3 tenduristkar hatin qetilkirin
09:56 Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan
09:12 Bi lêgerîna li hundirê dev dermankirina wî tê astengkirin
09:02 Şandeya ÇHD'ê ku çû Kartalkayayê: Me xwe negihand dozgeran
09:01 Ekolojîst Sezgîn: Maden dibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2025'AN
24/01/2025
20:05 Rojnameger Eylem Babayîgît hat girtin
19:57 Hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê
15:34 Parêzeran ji ber biryara beraetê ya di Doza Tahir Elçî de serî li AYM’ê dan
15:23 Nobeta li Tişrînê di roja 17’an de didome
15:06 Rojnameger Eylem Babayîgît sewqî edliyeyê hate kirin
15:04 Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşanî Qanûna Efûya Giştî da
14:55 38 ESP’î bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:14 Li Akdenîzê çalakiya nobetê: Heta qeyûm diçe dê têkoşîn bidome
13:51 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dev ji van polîtîkayan berdin
12:53 Hevşaredar Sariyildiz sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
12:52 HSD: 9 çete hatin kuştin
12:39 Malbata Durdu ê bi guleya leşkeran hatibû qetilkirin serî li baroyê da
11:40 41 kesên binçavkirî birin edliyeyê
11:29 Sekreterê ÎKK’a Boluyê ya TMMOB’ê: Wezaret nikare xwe ji berpirsyartiyê xelas bike
11:04 Abdullah Ocalan: Erebeyê nexin pêşiya hespê, ewilî ‘Tirkiyeya Demokratîk’
11:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Çepnî: Destkeftiyên Kurdan destkeftiyên çîna karker in
10:22 Eren Keskîn: Ji bo çareseriyê divê dewlet gavên şênber biavêje
09:59 Rojnameger Eylem Babayîgît 3 roj in binçavkirî ye
09:47 Ji bo Elçî ku astengdarê zêhnî ye bang: Bila were berdan
09:27 Raportorê NY’ê: Cezayê darvekirinê yê li Ezîzî hatiye birîn rewşa Kurdan a li Îranê nîşan dide
09:26 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Em piştgiriyê didin îradeya çareseriyê
09:23 Dayika ku di berxwedana Kobanê de kurê wê jiyana xwe ji dest da: Wê bi ser nekevin
09:22 Bertek nîşanî qetilkirina sivîlan dan: Êdî bes e
09:02 Meclisa Jinan a Konseya Bajêr a Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêkan zend û benda badan
09:00 Ji Jin Artê banga ji bo kursên nû
09:00 ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:42 Ji meteorolojiyê hişyariya barîna berfê