NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê, piştî êrişên Îsraîlê der barê guftûgoyên DYA’yê û Îranê de diyar kir ku beşdariya Îranê bo guftûgoyan ne diyar e.
Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê, di civîna çapemeniyê de destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê, dizane ku bêyî agahiya DYA’yê Îsraîl li herêmê nikare çavsoriyeke wiha bike û ev tişt got: “Der barê vê mijarê de roja yekşemê ne diyar e ku em ê çi biryarê bidin.”
Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî, di berdewamiya axaftinê de got: “Hêza li hember me, bi awayeke wiha tevgeriya ku êdî tu wateya guftûgoyan nema, ne pêkan e ku em destûrê bidin rejîmeke nîjadperest ku li ser axa welat destwerdanê bike.”
Bekayî, wiha pê de çû: “Komara Îslamî ya Îranê û cîhan dizane ku rejîma Sîyonîst bêyî alîkarî, hemahengî û destûra DYA’yê nikara êriş û çavsoriyên wiha bike. Ev yek jî nîşan dide ku siyasetmedarên Amerîkayê hêj di bin bandora vê rejîmê de ne.”