Rojnameger Koyluoglû: Du kes nahêlin hikûmeta nû were avakirin

  • rojane
  • 10:03 22 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Azîz Koyluoglû diyar kir ku hêzên navneteweyî û yên herêmî hewl didin li Herêma Federe ya Kurdistanê hikûmeteke nêzî xwe bidin avakirin û ji bo vê zextê dikin. Koyluoglû, got ku hevdîtinên di navbera PDK û YNK’ê de ji ber du kesan dixitimin. 

Hilbijartinên parlamentoyê yên Herêma Federe ya Kurdistanê di 20’ê Cotmeha 2024’an de hatin lidarxistin. Bi ser re 3 meh derbas bûn lê hêj jî qebîneya hikûmeta nû nehatiye avakirin. Di hilbijartinan de tu partiyan bi qasî ku bi tena serê xwe hikûmetê ava bikin deng bi dest nexistin. PDK’ê 39, YNK’ê 23, Nifşê Nû jî 15 kursî bi dest xist. Hevdîtinên di navbera partiyan de didomin. Herî dawî Cîgirê Serokê PDK’ê Mesrûr Barzanî û Serokê YNK’ê Bafil Talabanî di 16’ê Çileyê de li Hewlêrê civiyan. 
 
Rojnameger Azîz Koyluoglû têkildarî astengiyên li pêşiya qebîneya hikûmeta nû û hewldanên tên kirin axivî. 
 
'ZEXTA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ’ 
 
Rojnameger Koyluoglû, diyar kir ku bazariyên di navbera partiyan de didomin lewma hikûmeta nû hêj nehatiye avakirin. Koyluoglû, da zanîn ku mudaxileyên hêzên derve jî dikin ku hikûmeta nû neyê avakirin. Koyluoglû, wiha domand: “Hem hêzên navneteweyî hem jî yên herêmî mudaxileyî herêmê dikin. Zextekî giran a eniya Rojava heye. Dixwazin hikûmeteke li gorî berjewendiyên xwe ava bikin. Tirkiye jî ji bo li gorî berjewendiyên wê were tevgerîn, zextekî giran dike. Hikûmetên Îran û Iraqê jî ji bo hikûmeteke li gorî berjewendiyên wan bê avakirin zextê dikin. Ev zext çiqas encamê didin, mirov nikare di vê mijarê de tiştekî zelal bibêje. Lê di halê hazir de diviyabû heta niha hikûmet bihata avakirin. Prosedura asayî niha sekinî ye. Lê bazarî didomin.” 
 
BAZARÎ DIDOMIN
 
Bi domdarî Koyluoglû anî ziman ku bazarî û hevdîtinên di navbera PDK û YNK’ê de didomin û wiha got: “Di vir de partiya diyarker, Nifşê Nû ye ku 15 kursiyên wê hene. Serokê Nifşê Nû got ku heke di hikûmetê de cihekî girîng bigirin, ew ê tev li hikûmetê bibin. Beriya niha jî digotin ku dê tev li hikûmetê nebin. Lê xuyaye ku nêrînên wan guherî ne. Tê gotin ku teklîfa serokwezîrtiyê kirine lê em nizanin ev çiqas rast e. Di hevdîtinên navbera PDK-YNK’ê de jî tê gotin ku serokwezîr bila ne ji PDK ne jî ji YNK’ê lê bila ji partiyeke din be. Lê zehmete ev yek di pratîkê de çêbibe.” 
 
'TIRKIYE HEWL DIDE YNK’Ê LI DERVE BIHÊLE’
 
Di berdewamê de Koyluoglû destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide YNK’ê li derveyî hikûmetê bihêle û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo pasîfîzekirina YNK’ê jî Nifşê Nû xistin dewrê. Tirkiye hewl dide hikûmeteke li gorî berjewendiyên xwe bide avakirin. Dixwaze PDK di hikûmetê de diyarker be. Têkiliyên wê yên bi PDK’ê re li ser berjewendiyan e. Dixwazin ev têkilî bidomin. Ji bo vê jî dixwazin YNK’ê li derve bihêlin. Tê gotin ku li ser Nifşê Nû - herî dawî bi cîgirê Wezîrê Karên Derve re li Enqereyê hevdîtin kiribû - bazariyên cidî tên kirin. Tirkiye hewl dide wan jî bi awayekî bike şirîkê PDK’ê û bi vî awayî YNK’ê li derveyî hikûmetê bihêle. Polîtîkaya Tirkiyeyê li ser dijberiya Kurdan teşe digire. Li gorî wan heke hikûmeteke li ser xeta wan bê avakirin, dê êrişên xwe yên dagirkeriyê bi rehetî bidomînin. Nexwe dê li dijî êrişên dagirkeriyê bertek çêbibe, dibe ku hikûmet reaksiyonên cuda nîşan bide û karê wan zehmet bike.” 
 
'HIKÛMETEKE BÊYÎ PDK Û YNK’Ê NAYÊ AVAKIRIN’ 
 
Koyluoglû, anî ziman ku bi hewlda dervehiştina YNK’ê re tê armanckirin ku li Başûr “şerekî navxweyî” were derxistin û ev nirxandin kir: “Rewşekî îktîdarê ya herêmî heye. YNK li herêma xwe bi temamî îktîdar e. PDK jî li herêma xwe îktîdar e. Lewma jî îktîdareke bêyî PDK’ê û bêyî YNK’ê nayê avakirin. Heke wiha bibe, ev yek dê rê li ber rewşekî aloz veke. Heta dibe ku ev rewş veguhere şerê navxweyî. Jixwe Tirkiye li pey vê ye. Dixwaze YNK’ê li derveyî îktîdarê bihêle, Nifşê Nû, PDK û partiyên biçûk bîne gel hev û hikûmetê ava bike. Bi vê yekê re jî şerekî navxweyî di navbera Kurdan de derxîne. Lê ev polîtîka dê çiqas bi ser keve, PDK dê çiqas rê bide vê, ev yek dê di rojên pêş de diyar bibe.” 
 
KESÊN HEVDÎTINAN DIXITIMÎNIN
 
Koyluoglû, wiha domand: “Her kes dixwaze ji hikûmeta nû parekî bigire. YNK naxwaze Mesrûr Barzanî dîsa bibe serokwezîr. Naxwaze Rêber Ehmed dîsa bibe wezîrê karên navxweyî. Di halê hazir de mijara ku hevdîtinan dixitimîne ev e. Anku heke daxwazên YNK’ê bên qebûlkirin, dê ji bo avakirina hikûmetê tu pirsgirêk nemînin. Lê beşekê PDK’ê jî daxwazên YNK’ê red dike. Anku dixwazin Mesrûr Barzanî bibe serokwezîr û Ehmed jî bibe wezîrê karên navxweyî. Ev rewş jî dike ku hewldanên ji bo avakirina hikûmetê bixitimin. Lê zehmete ev astengî were çareserkirin. Rêber Ehmed her wiha ji navenda îstîxbarata PDK’ê tê. Tirkiye dixwaze Rêber Ehmed weke wezîrê karên hundir bimîne.”
 
HEWLDANÊN ROJAVAYIYAN 
 
Koyluoglû, got ku hêzên derve jî bi heman awayî zextan dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Hem Nêçîrvan Barzanî hem jî Mesrûr Barzanî bi dewletên herêmê re hevdîtinên dîplomatîk dikin. Hem bi Îranê û Tirkiyeyê, hem bi Erebistana Siûdî, Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereb re hem jî bi Fransayê re hevdîtin kirin. Beşekê van hevdîtinan, rewşa heyî ya hikûmeta herêmê ye. Beşek jî ji bo geşedanên li Rojhilata Navîn bûn. Tirkiye hewl dide di mijara geşedanên li Rojhilata Navîn de PDK’ê li cem xwe bigire û weke amûrekê bi kar bîne. Hêzên navneteweyî jî li dijî PDK’ê bi bertek in ewqas girêdayî Tirkiyeyê bûye. Dixwazin xwe ji vê rewşê xelas bike. Dixwazin hikûmeteke hinek nêzî welatên rojavayî ava bibe.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

28/01/2025
10:00 Abdullah Ocalan: Tekane vebijêrk paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk e
09:27 'Li hundir aştî, li derve jî şer nabe'
09:26 Ji ber mesrefan sewalkarî li ber qedandinê ye
09:03 Hewl didin ji projeyên ku Botanê tune dikin yeke din jî pêk bînin
09:02 'Pêkanînên antîdemokratîk wê bi ser nekevin'
09:00 Ji Dikana Piştgiriyê ya Hêviyê alîkarî ji bo 2 hezar malbatan
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2025’AN
27/01/2025
16:24 Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin
15:38 Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin
14:57 Bernameya Enqereyê ya Platforma Parastina Bajar a Amedê diyar bû
14:30 Zextên li ser rojnamegeran dê li Amedê bên protestokirin
14:29 HSD'ê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir
13:31 Dewleta tirk êrişî gundên Dihokê kir: 2 welatî hatin qetilkirin
13:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire
12:43 Doza Sereke ya JÎTEM’ê bi hinceta demborînê hat betalkirin
12:29 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya
11:35 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê li Enqereyê hevdîtinan bike
11:06 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin
10:39 Rojnameger Eylem Babayîgît: Dê nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin
10:19 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Çepnî: Biryar pir ji berê ve hatibûn dayin
10:18 Navenda ku qeyûm hilweşandibû dê dîsa bê vekirin
09:56 Siyasetmedaran xwesti îktîdar ‘jidil’ û ‘şefaf’ be
09:32 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
09:03 Li Tişrînê tenduristvan hedef hatin girtin: Sûcê şer e
09:02 Berxwedêrên Tişrînê: Em rûmeta xwe diparêzin
09:00 ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2025’AN
26/01/2025
16:53 Ji bo pirtûka ‘Parastinên Bêsînor’ çalakiya roja îmzeyê hat lidarxistin
16:21 Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kir
15:49 'Dijminên welat ew kes in ên ji bo rantê qeyûman tayîn dikin’
15:35 Li Zaxoyê malek hate bombebarankirin
15:04 KNK: Mîna 10 sal berê em careke din Rojava biparêzin
14:56 DAIŞ’ê êrişî Hesekê kir
14:48 Tirkiyeyê wesayîta pêşmergayan bombebaran kir
14:24 Balafirên şer Sirînê bombebaran dikin
14:02 ‘Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn’
13:50 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 19’an de didome
13:39 Sarya Efrîn a YPJ'î: Xeyalên Tirkiyeyê li berxwedanê qelibîn
13:21 Bayindir ji AKP’ê re got: Çareserî, naskirina statûya Rojava ye
13:12 Ji Amedê bang kirin: Tişta li Xezeyê sûc çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?
12:27 Rêveberiya Xweser: Ruhê Kobanê li Tişrînê didome
12:17 Hatina Trump dê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?
11:19 Ji 419 rêxistin û partiyan deklarasyon: Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî
11:14 DEM Partî: Serkeftina Kobanê pîroz be
11:04 Li Amedê serdegirtina malê
10:40 Eyşe Efendî: Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê tê dubarekirin
10:10 Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê greva birçîbûnê hat destpêkirin
09:54 Li girtiyê nexweş ê 78 salî di dema tedawiyê de kelemçeyê ferz dikin
09:40 Girtiyê nexweş tevî rewşa xwe ya xetere jî nayê berdan
09:27 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:20 Encamnameya panela ‘Pêşeroja Rojava’ hat eşkerekirin
09:09 Meteorolojiyê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir
09:00 ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:22 Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartalê hatine girtin bû 15
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn
25/01/2025
16:43 Li dijî xespkirina vînê nobed: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî nayê
15:47 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
15:45 Îtalya û Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15:13 Hakan Fîdan sibê wê biçe Bexdayê
15:11 Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
14:43 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e
14:21 Li Îranê kolberek bi giranî birîndar bû
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
11:11 Der barê bavê Jîna Emîniyê de biryara binçavkirinê
11:07 Parêzerê berê yê Abdullah Ocalan: Divê ev firsend ji dest neçe
10:04 5 ambulans hedef hatin girtin, 3 tenduristkar hatin qetilkirin
09:56 Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan
09:12 Bi lêgerîna li hundirê dev dermankirina wî tê astengkirin
09:02 Şandeya ÇHD'ê ku çû Kartalkayayê: Me xwe negihand dozgeran
09:01 Ekolojîst Sezgîn: Maden dibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2025'AN
24/01/2025
20:05 Rojnameger Eylem Babayîgît hat girtin
19:57 Hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê
15:34 Parêzeran ji ber biryara beraetê ya di Doza Tahir Elçî de serî li AYM’ê dan
15:23 Nobeta li Tişrînê di roja 17’an de didome
15:06 Rojnameger Eylem Babayîgît sewqî edliyeyê hate kirin
15:04 Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşanî Qanûna Efûya Giştî da
14:55 38 ESP’î bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:14 Li Akdenîzê çalakiya nobetê: Heta qeyûm diçe dê têkoşîn bidome
13:51 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dev ji van polîtîkayan berdin
12:53 Hevşaredar Sariyildiz sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
12:52 HSD: 9 çete hatin kuştin
12:39 Malbata Durdu ê bi guleya leşkeran hatibû qetilkirin serî li baroyê da
11:40 41 kesên binçavkirî birin edliyeyê
11:29 Sekreterê ÎKK’a Boluyê ya TMMOB’ê: Wezaret nikare xwe ji berpirsyartiyê xelas bike
11:04 Abdullah Ocalan: Erebeyê nexin pêşiya hespê, ewilî ‘Tirkiyeya Demokratîk’
11:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Çepnî: Destkeftiyên Kurdan destkeftiyên çîna karker in
10:22 Eren Keskîn: Ji bo çareseriyê divê dewlet gavên şênber biavêje
09:59 Rojnameger Eylem Babayîgît 3 roj in binçavkirî ye
09:47 Ji bo Elçî ku astengdarê zêhnî ye bang: Bila were berdan
09:27 Raportorê NY’ê: Cezayê darvekirinê yê li Ezîzî hatiye birîn rewşa Kurdan a li Îranê nîşan dide
09:26 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Em piştgiriyê didin îradeya çareseriyê
09:23 Dayika ku di berxwedana Kobanê de kurê wê jiyana xwe ji dest da: Wê bi ser nekevin
09:22 Bertek nîşanî qetilkirina sivîlan dan: Êdî bes e
09:02 Meclisa Jinan a Konseya Bajêr a Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêkan zend û benda badan
09:00 Ji Jin Artê banga ji bo kursên nû
09:00 ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:42 Ji meteorolojiyê hişyariya barîna berfê