ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin

  • rojane
  • 15:56 21 Çile 2025
  • |
img

ENQERE - ÎHD’ê xwest ku komkujiyên dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sivîl û rojnamegeran pêk anî bên lêkolînkirin û got: “Divê gavên ku Rêveberiya Xweser di avakirina Sûriyeyê de bibe modêl bên avêtin.” 

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî bûyerên li Sûriyeyê diqewimin daxuyanî da. Daxuyanî, bi sernavê “Li Sûriyeyê sivîl tên qetilkirin, binpêkirinên giran ên mafên mirovan çêdibin, krîza însanî giran dibe” hate weşandin. Di daxuyaniyê de cih da geşedanên ji serdama 2011’an heta niha yên li Sûriyeyê qewimîn. Hat gotin ku piştî têkbirina DAIŞ’ê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî rejîma Baasê weke modêleke alternatîf derketiye pêş. 
 
TÊGEHA ‘TERORÊ’
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Heyet Tahrîr el-Şam (HTŞ) a Tirkiye jî di nav de di “Lîsteya terorê” ya gelek welatan de cih digirt, rêveberiya Sûriyeyê bi dest xistiye û wiha hate gotin: “Tevî ku hêj di lîsteya terorê de cih digire jî serokê MÎT’ê û wezîrê karên derve çûn serdana Şamê. Di daxuyaniyên piştî serdanê de hat gotin ku ji HTŞ’ê xwestine ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bike, heke hewce bike Tirkiye jî dê piştgiriyê bide hereketeke leşkerî. Yekitiya Ewropayê û gelek welatên din ên HTŞ di lîsteya wan terorê de cih digire jî çûn serdana Şamê. Ev rewş nîşan dide ka têgeha ‘terorê’ çiqasî demkî ye û li gorî berjewendiyan diguhere. 
 
CENAZEYÊN ROJNAMEGERAN
 
Rojnamegerên Kurd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe didomandin, di 19’ê Kanûna 2024’an de ji hêla ÎHA û SÎHA’yên tê îdiakirin ên Tirkiyeyê ne, hatin kuştin. Bi vê êrişê re hiqûqa mirovhez bi eşkereyî hatiye binpêklirin. Der heqê baro û rêxistinên mafên mirovan ên dixwestin ev bûyer were ronîkirin de jî bi lez û bez lêpirsîn hate destpêkirin. Rayedaran heta niha jî têkildarî bûyerê tu agahî nedane. Komeleya me û gelek rêxistinên civaka sivîl ji bo dayina cenazeyên rojnamegeran serlêdan kirin lê nehatin dayin. Cenaze bi rojan hatin sekinandin û neçar man ku li Qamişloyê bên definkirin. 
 
ÊRIŞÊN SER SIVÎLÊN LI TIŞRÎNÊ
 
Tirkiyeyê, di 19’ê Çileya 2025’an de li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê ku ji bo sekinandina êrişên ser bendavê çalakiya nobetê dane destpêkirin, êriş pêk anî. Di êrişa tê îdiakirin Tirkiyeyê kiriye de şanogerê Kurd Bavê Teyar (Cuma Xelîl Îbrahîm) û antrenorê sporê Kefo Osman jî di nav de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 20 sivîl jî birîndar bûn. 
 
SÛCÊ ŞER
 
Rayedaran heta niha jî têkildarî vê bûyera ku bi eşkereyî binpêkirina hiqûqa mirovî ye, tu daxuyanî nedane. Li gorî agahiyên ji herêmê, di encama êrişan de zirareke mezin gihiştiye Bendava Tişrînê û ji ber ku êriş didomin cihê zirar gihiştiyê nehatiye çêkirin û xetere heye ku bendav biteqe. Heke bendav biteqe jî dê xetereyeke mezin li ser jiyana bi milyonan kesên li Heleb û bajarên din bike. Tenê ev rewş bi xwe jî li gorî Peymana Cinevê ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye, sûcê şer e. Ev êrişên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin û binpêkirin hiqûqa însanî nayê qebûlkirin. 
 
BANGA JI BO RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK
 
Heta niha jî rayedarên Tirkiyeyê têkildarî van êrişan tu daxuyanî nedane ku ev jî fikaran çêdike. Ev rewş, dê zirarê bide pêvajoya aştiyê ya heyî. Em bang li rayedaran dikin ku tavilê daxuyaniyê bidin. Banga me ji bo raya giştî ya demokratîk jî ew e ku bihestiyar tevbigerin.” 
 
Herî dawî jî ev bang li rayedaran, raya giştî û mekanîzmayên mafên mirovan a navneteweyî hate kirin: 
 
*HTŞ a ku rêveberiya Sûriyeyê bi dest xistî, êrişî Elewiyan, Kurdan, Êzidiyan, Durziyan, Suryanan, Xiristiyanan û hwd. dike. Ji bo pêşîlêgirtina van êrişên qirkirinê bikevin nava tevgerê. 
 
*Ji bo binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên ji hêla rejîma Baasê û HTŞ’ê ve li Sûriyeyê hatine kirin û sûcên qirkirinê bibin alîkar ku komîsyonên heqîqet û edaletê yên serbixwe bên avakirin. 
 
*Gavên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe modêla avakirina Sûriyeyê, biavêjin. 
 
*Ji bo pêşîlêgirtina êrişên ser sivîlên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binpêkirina hiqûqa însanî, gavan biavêjin. 
 
*Ji bo faîlên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan û sivîlên di 19’ê Çileya 2025’an de jiyana xwe ji dest dayin bên eşkerekirin, xebateke bibandor bimeşînin. 
 

Sernavên din

28/01/2025
09:26 Ji ber mesrefan sewalkarî li ber qedandinê ye
09:03 Hewl didin ji projeyên ku Botanê tune dikin yeke din jî pêk bînin
09:02 'Pêkanînên antîdemokratîk wê bi ser nekevin'
09:00 Ji Dikana Piştgiriyê ya Hêviyê alîkarî ji bo 2 hezar malbatan
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2025’AN
27/01/2025
16:24 Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin
15:38 Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin
14:57 Bernameya Enqereyê ya Platforma Parastina Bajar a Amedê diyar bû
14:30 Zextên li ser rojnamegeran dê li Amedê bên protestokirin
14:29 HSD'ê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir
13:31 Dewleta tirk êrişî gundên Dihokê kir: 2 welatî hatin qetilkirin
13:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire
12:43 Doza Sereke ya JÎTEM’ê bi hinceta demborînê hat betalkirin
12:29 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya
11:35 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê li Enqereyê hevdîtinan bike
11:06 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin
10:39 Rojnameger Eylem Babayîgît: Dê nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin
10:19 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Çepnî: Biryar pir ji berê ve hatibûn dayin
10:18 Navenda ku qeyûm hilweşandibû dê dîsa bê vekirin
09:56 Siyasetmedaran xwesti îktîdar ‘jidil’ û ‘şefaf’ be
09:32 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
09:03 Li Tişrînê tenduristvan hedef hatin girtin: Sûcê şer e
09:02 Berxwedêrên Tişrînê: Em rûmeta xwe diparêzin
09:00 ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2025’AN
26/01/2025
16:53 Ji bo pirtûka ‘Parastinên Bêsînor’ çalakiya roja îmzeyê hat lidarxistin
16:21 Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kir
15:49 'Dijminên welat ew kes in ên ji bo rantê qeyûman tayîn dikin’
15:35 Li Zaxoyê malek hate bombebarankirin
15:04 KNK: Mîna 10 sal berê em careke din Rojava biparêzin
14:56 DAIŞ’ê êrişî Hesekê kir
14:48 Tirkiyeyê wesayîta pêşmergayan bombebaran kir
14:24 Balafirên şer Sirînê bombebaran dikin
14:02 ‘Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn’
13:50 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 19’an de didome
13:39 Sarya Efrîn a YPJ'î: Xeyalên Tirkiyeyê li berxwedanê qelibîn
13:21 Bayindir ji AKP’ê re got: Çareserî, naskirina statûya Rojava ye
13:12 Ji Amedê bang kirin: Tişta li Xezeyê sûc çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?
12:27 Rêveberiya Xweser: Ruhê Kobanê li Tişrînê didome
12:17 Hatina Trump dê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?
11:19 Ji 419 rêxistin û partiyan deklarasyon: Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî
11:14 DEM Partî: Serkeftina Kobanê pîroz be
11:04 Li Amedê serdegirtina malê
10:40 Eyşe Efendî: Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê tê dubarekirin
10:10 Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê greva birçîbûnê hat destpêkirin
09:54 Li girtiyê nexweş ê 78 salî di dema tedawiyê de kelemçeyê ferz dikin
09:40 Girtiyê nexweş tevî rewşa xwe ya xetere jî nayê berdan
09:27 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:20 Encamnameya panela ‘Pêşeroja Rojava’ hat eşkerekirin
09:09 Meteorolojiyê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir
09:00 ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:22 Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartalê hatine girtin bû 15
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn
25/01/2025
16:43 Li dijî xespkirina vînê nobed: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî nayê
15:47 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
15:45 Îtalya û Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15:13 Hakan Fîdan sibê wê biçe Bexdayê
15:11 Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
14:43 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e
14:21 Li Îranê kolberek bi giranî birîndar bû
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
11:11 Der barê bavê Jîna Emîniyê de biryara binçavkirinê
11:07 Parêzerê berê yê Abdullah Ocalan: Divê ev firsend ji dest neçe
10:04 5 ambulans hedef hatin girtin, 3 tenduristkar hatin qetilkirin
09:56 Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan
09:12 Bi lêgerîna li hundirê dev dermankirina wî tê astengkirin
09:02 Şandeya ÇHD'ê ku çû Kartalkayayê: Me xwe negihand dozgeran
09:01 Ekolojîst Sezgîn: Maden dibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2025'AN
24/01/2025
20:05 Rojnameger Eylem Babayîgît hat girtin
19:57 Hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê
15:34 Parêzeran ji ber biryara beraetê ya di Doza Tahir Elçî de serî li AYM’ê dan
15:23 Nobeta li Tişrînê di roja 17’an de didome
15:06 Rojnameger Eylem Babayîgît sewqî edliyeyê hate kirin
15:04 Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşanî Qanûna Efûya Giştî da
14:55 38 ESP’î bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:14 Li Akdenîzê çalakiya nobetê: Heta qeyûm diçe dê têkoşîn bidome
13:51 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dev ji van polîtîkayan berdin
12:53 Hevşaredar Sariyildiz sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
12:52 HSD: 9 çete hatin kuştin
12:39 Malbata Durdu ê bi guleya leşkeran hatibû qetilkirin serî li baroyê da
11:40 41 kesên binçavkirî birin edliyeyê
11:29 Sekreterê ÎKK’a Boluyê ya TMMOB’ê: Wezaret nikare xwe ji berpirsyartiyê xelas bike
11:04 Abdullah Ocalan: Erebeyê nexin pêşiya hespê, ewilî ‘Tirkiyeya Demokratîk’
11:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Çepnî: Destkeftiyên Kurdan destkeftiyên çîna karker in
10:22 Eren Keskîn: Ji bo çareseriyê divê dewlet gavên şênber biavêje
09:59 Rojnameger Eylem Babayîgît 3 roj in binçavkirî ye
09:47 Ji bo Elçî ku astengdarê zêhnî ye bang: Bila were berdan
09:27 Raportorê NY’ê: Cezayê darvekirinê yê li Ezîzî hatiye birîn rewşa Kurdan a li Îranê nîşan dide
09:26 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Em piştgiriyê didin îradeya çareseriyê
09:23 Dayika ku di berxwedana Kobanê de kurê wê jiyana xwe ji dest da: Wê bi ser nekevin
09:22 Bertek nîşanî qetilkirina sivîlan dan: Êdî bes e
09:02 Meclisa Jinan a Konseya Bajêr a Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêkan zend û benda badan
09:00 Ji Jin Artê banga ji bo kursên nû
09:00 ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:42 Ji meteorolojiyê hişyariya barîna berfê
23/01/2025
19:36 Banga ji bo kampanyaya 'Ji bo aştiyê milyonek îmze'
16:48 Abdullah Ocalan di hevdîtinê de çi got, çima daxuyaniyekê berfireh nehat dayin?