30 sal in aqûbeta wî ne diyar e

  • rojane
  • 14:23 30 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe de li aqûbeta Ahmet Yetîşen pirsîn û gotin: "Em dev jî daxwaza xwe ya pêk anîna edaletê bernadin û em dixwazin kiryar bên darizandin."

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê di hefteya 1027'emîn de li Qada Galatasarayê civiyan û li aqûbeta windayên xwe yên di binçavan de hatine windakirin pirsin. Di çalakiyê de wêneyên windayên xwe û qurnefîl girtin destê xwe. Gelek parêzvanên mafên mirovan, seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Ahmet Yetîşen ê ku di 14'ê Mijdara 1994’an de ji hêla polîs, leşker û cerdevanan ve hat binçavkirin û dû re agahî jê nehat girtin. Metna daxuyaniyê ji hêl Gulseren Yolerî ve hat xendin. 
 
Gulseren Yoleriyê diyar kir ku ji bo Ahmet Yetîşen edaletê dixwazin û got: "Ahmet Yetişen bavê 7 zarokan e ku yek ji wan jêh nehatibû dinê bû. Di 13'yê Mijdara 1994'an de leşker, polîs û cerdevanan li Êlihê du caran saet 19.00 û 23.00'an de bi ser mala wî de girtin. Ekîbên ku Ahmet Yetişen li malê nedîtin bi kurê xwe Hanîfî yê 13 salî re derketin rê. Di 14'ê Mijdarê saetên sibê de heman ekîb ewil çûne mala H.S. Mala N.G. ya ku Ahmet Yetişen lê bû û Ahmet û Hanifi Yetişen li wir hatin binçavkirin û birîn Fermandariya Taburê ya Êlihê. Henîfî ku roja din hat berdan, got ku bavê xwe daliqandî dîtiye û ew jî hatiye îşkencekirin. Êdî pê ve ji Ahmet Yetîşen agahî nehat girtin. Malbata Yetîşen serî li gelek saziyên wekî Serokatiya Meclisê, Serokwezîr, Midûriyeta Polîsan, Qereqola Jendermeyan a Êlihê, Dozgeriya Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Amedê û Walîtiya Rewşa Awarte da. Lê tu encam bi dest nexistin."
 
Gulseren Yoleriyê diyar kir ku cîranên wan A.B.yê ku bi qasî 11 meh piştî bûyerê hat binçavkirin, diyar kir ku di lêpirsînê de wêneyên cenazeyê Ahmet Yetişen ê bi tundî îşkence lê hatiye qetilkirin nîşanî wî dane û bi kuştinê wî tehdît kirine û wiha bi lêv kir Gulseren Yolerî: "Hevjîna wî Turkan Yetişen û zarokên wan gelek caran ji bo kiryar bên darizandin serî li dozgeriyê dan û xwestin şahid bên guhdarîkirin. Lêpirsînên ku ji aliyê Serdozgeriya Êlihê ve hatin destpêkirin bê encam man. 
 
Di hefteya xwe ya 1027’an de em bang li rayedarên dadê dikin ku bikevin nava tevgerê. Em bang li wan dikin ku erka xwe ya ji bo ronîkirina hemû aliyên windakirina Ahmet Yetişen ên di binçavan de bi cih bînin û berpirsyar bên tespîtkirin û bên darizandin.”
 
Gulseren Yoleriyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo hemû kesên bi salan di binçavan de hatine windakirin bernedin û bi bîr xist ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqî yên gerdûnî tevbigere.
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê piştî qurnefîlên li Qada Galatasarayê bi dirûşmên "Ji bo edaletê" û "Ji bo hemû windayan" dawî li çalakiya xwe anîn.

Sernavên din

23/12/2024
09:01 Hevserokên DEM Partiyî: Divê Abdullah Ocalan were berdan
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2024'AN
08:50 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Pênûsa heqîqetê bûn” derket
07:10 DEM Partî DBP’ê bi Talabanî re hevdîtin kir
07:05 Di êrişa dewleta tirk de li Kobanê dayikek û zaroka wê hatin qetilkirin
07:00 Li Stenbolê 7 rojnameger û 2 siyasetmedar hatin girtin
22/12/2024
17:09 9 jê rojnameger 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin
15:47 Li Reqayê 18 DAIŞ’î hatin girtin
15:41 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO’yê hatin protestokirin
15:16 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Bûn dengê Rojava
15:15 DFG û MKG çûn serdana şîna rojnameger Nazim Daştan
15:05 DEM Partiyê bertek nîşanî lêpirsînan da
14:54 Rewşa girtiyê nexweş Arslan giran dibe: Li ber mirinê ye
14:46 Jinan şîna Cîhan Bîlgîn bi meşekê ziyaret kirin
14:15 Ji ber ‘Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn’ derheqê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:04 Şîna rojnameger Nazim Daştan bi girseyî hat ziyarkirin
13:54 Rêxistinên rojnamegeran ên Başûr qetilkirina rojnamegeran şermezar kirin
13:41 Li Kongoyê keştî noqî avê bû: 38 kes mirin, 100 kes winda ne
11:51 Eniya Jinên Başûr ji bo Rojava bang kir
11:32 Helîkoptera ambulans li nexweşxaneyê xist û ket: 4 kes mirin
11:02 Halîde Turkoglû: Roj roja parastina şoreşa jinê ya Rojava ye
10:09 Dewleta tirk û komên paramîlîter gundên Kobanê topbaran kirin
10:06 Yek ji pêşengên şoreşa jinê: Evîn Goyî
09:52 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:51 Banga lêpirsînê: Mirina her rojnamegerekî/ê mirina rastiyê ye
09:24 Ji ber ‘Daştan û Bîlgîn’ derheqê T24 û Seyhan Avşarê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:04 Sermayedaran xweza xwarin û xilas kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ KANÛNA 2024’AN
21/12/2024
16:49 Ji ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:41 Hêrsa li dijî qetilkirina rojnamevanan: Em ê tim heqîqetê ragihînin
16:37 Ji Meclisa Jinên Sûriyeyê deklerasyoneke 13 xalî
16:32 Xwestin girtiyên bi nexweşîna Wernîcke Korsakoffê bên berdan
15:52 Xizmên windayan qetilkirina rojnamevanan şermezar kir
15:48 Ji bo Îsmaîl Bahçecî û rojnamevanên hatine qetilkirin doza edaletê kirin
15:42 Li sînor qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin
14:39 HPG: PDK'ê kemîn danî pêşiya tîmek me
13:17 Li Girtîgeha Panosê îşkence li jinên girtî hat kirin
11:50 Ji bo cenazeyên rojnamevanan serlêdan
10:15 Rêxistinên çapemeniyê: Hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e
09:19 Malpera înternetê ya Yenî Yaşamê hat astengkirin
09:15 Navenda Şerê Cîhanê ya 3’emîn: Rojhilata Navîn
09:13 Ji Kongreya DYA'yê amadekariya sepandina mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê
09:03 Tirkiyeyê di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN
20/12/2024
21:49 Ber bi sînorê Kobanê ve veguhastina tanqan
21:25 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:07 IFJ: Bila berpirsên êrişa li dijî rojnamevanan hesab bidin
16:34 Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdeng biçin Şamê
15:37 Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin
15:13 Israra Nazim a ji bo heqîqetê
15:10 PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
14:44 Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
14:30 Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
14:18 Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
13:53 CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
13:43 DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
13:39 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:38 Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
13:06 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’