Pirtûka Hecî Nehsan ‘ciweyna’ derket: Gelo hibr westiya ye?
- çand û huner
- 09:09 19/12/2017
Pirtûka Hecî Nehsan a helbestan a bi navê “ciweyna” ji hêla Weşanên Aryen ve hate çap kirin. Nivîskarê ku 21 sal e girtiye û 6 berhemên wî hatine çap kirin, di helbesta “ji hundir” de wiha dibêje: “gelo li derve ew destên germ nemane? / hibr westiya ye / silavan xwe kuştiye? / çima nameyên min wisa li bersivên xwe digerin."