Dengbêjan ji bo Cizîrî kilam gotin
- çand û huner
- 09:39 06/8/2018
Li Êlihê dengbêj di şahiyekê de hatin gel hev û ji bo dengbêj Fadil Cizîrê ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dest da kilam gotin.
Li Êlihê dengbêj di şahiyekê de hatin gel hev û ji bo dengbêj Fadil Cizîrê ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dest da kilam gotin.
Ji bo gihandina şanogerên nû Teatra Jiyana Nû atolyeyek vekir û serlêdanên atolyeyê dest pê kirin. Dê serlêdan heta meha Mijdarê dewam bikin. Şanoger Omer Şahîn got: "Cihê herî sereke yê hîn bûnê atolye ne."
Hevjîna dengbêj Cizîrî Şîrîn Egul anî ziman ku Cizîrî ji bo kurê wan ê ku dema qedexeyên derketina derve yên Cizîrê hatiye qetilkirin, besteyek amade kiriye û bêyî ku bixwîne jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Hin caran dixwest bixwîne li dengê wî dibû asteng. Daxwaza wî ya dawîn pêk nehat.”
Li Tirkiyeyê Şanoyên Dewletê jî bi Serokkomariyê ve hatin girêdan. Yavuz Akkuzu yê xebatkarê Şanoya Bajarê Amedê biryar rexne kir û got: "Ji avakirina Komara Tirkiyeyê ve şano bi rêveberiyan ve girêdayî ne. Ev jî ji mêj ve xelet e. Bi biryara nû ya ku ‘dê li Tirkiyê Şanoyên Dewletê bi Serokomariyê ve bên girêdan’ kurkirina vê biryarê ye. Huner di her şert û mercê de divê xweser be."
Li Heskîfa dîrokî ya dê di bin ava Bendava Ilisû de bimîne di xebata kolandinê de şikeftên 5 qatî ya bi sedsalan e hene hatin dîtin.
Xwediyê klama “Heyran jaro” Fadil Cizîre duh li nexweşxaneyek di nav nivînan de jiyana xwe ji dest da. Ji Cizîrî gelek klam û gazina “Ma Şakiro jî ji bêxwedîtî nemirî? Kes li dengbêjan xwedî dernakeve.” ma.
Welatiyên bertek nîşanî qedexekirina 18’emîn Mihrîcana Dersimê da û diyar kirin qedexeya li hemberî bawerî, çand û xwezaya xwe nas nekin.
Malbata Çelîk li Şîrînceyê ya Îzmîrê bi qolên daran ên ji ber kesixandinê dimînin debara xwe dike. Malbat li şûna van qolan bişewitîne vediguherînin eşyayên xemlê.
Hejmara Kovara Jîneolojiyê ya 10’emîn derket.
Serokê Komeleya Sînema û Aştiyê Mûtlû Şahîn bal kişand ser tundiyên Rewşa Awarte yên li ser hûnerê û got: “Nivîskar weşanxane, sînemager salon, listîkvan jî rêzefîlm û film nabînin. Çêker ditirsin. Tecrîdeke mezin heye. Hunermendê muxalîf bi birçîbûnê tên terbiyekirin.”
Menaf Osman 53 salî ye û 25 sal e girtî ye. Osmanê ku li Hasekê ji dayik bûye û hê jî girtî ye, li xebatên xwe yên wêjeyî romeneke nû zêde kir. Romana Osman ‘Sînor’ ku bi kurdî hatiye nivîsandin ji aliyê Weşanên Aryenê ve hat weşandin.
Amadekariyên 18’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê didomin. Serokê Komîteya Amadekar a Festîvalê Alî Haydar Ben her kesê xwedî li çand û xwezayê derdikeve vexwend festîvalê.
Pirtûka Kurdî ya bi navê “Hespê Şeytên” a li ser çîrokên jiyana zarokên di pêvajoya şer a salên 90’î de dijiyan hat nivîsandin, li Weşanxaneya Aryen hat weşandin.
Şanoger Orçun Masatçi, bal kişand ser zextên li ser çand û hunerê û diyar kir ku ger huner azad nebe ew civak jî azad nabe û xwest zextên li ser hunerê bi dawî bibin. Masatçi, bang li her kesî kir û xwest li dijî zextên li ser hunerê bi hevre dengê xwe bilind bikin.
Li gundan dema bêjingkirina zad e. Li gundê Sêdeqnê yê girêdayî navçeya Farqînê jinên gund ên ku piştî nok li bênderê li ba xistin û ji kayê derxistin, li dora cêza nokan kom bûne û bêjing dikin.