COLEMÊRG - Par li Colemêrgê 230 kesan ji ber nexweşiyên hewayê qirêjî rê li ber vedikin jiyana xwe ji dest dabûn. Hevserokê Şaxa SES’a Colemêrgê Remzî Ozer diyar kir ku sedema hewayê qirêjî, bikaranîna komirê û talankirina xwezayê ye û got: “Ji bo pêşîlêgirtina vê divê hewldanek hebe.”
Bajarê Colemêrgê ku bi çiyayên xwe yên biheybet û bi xwezaya xwe ya dewlemend tê zanîn, ji ber komira tê bikaranîn, xebatên madenê yên roj bi roj zêde dibin, qadên petrolê û eko-qirkirina sîstematîk, hewayê wê her ku diçe qirêjîtir dibe û zirarekî mezin dide. Li gorî daneyên Platforma Mafê Hewayê Paqij; ji sala 2024’an heta niha li bajêr herî kêm 230 kesan ji ber nexweşiyên sedema xwe hewayê qirêjî ye, jiyana xwe ji dest dane. Zivistanên bajêr dirêj in û xelk neçar dimîne bi mehan komirê bi kar bîne. Ev jî dike ku hewayê wê qirêjî be. Colemêrg, di nava bajarên PM2,5’ê de cih digire ku ji bo koma kanserojenê ya di astan herî bilind de tê pênasekirin. Ev rewş dike ku di nava xelkê bajêr de penceşêra sihan, bêhnkurt, KOAH û gelek nexweşiyên din zêde bibin.
Piştî bi salan hêj nû gaza xwezayê gihişt bajar û li Geverê jî tenê li taxekê tê dayin. Vê yekê heta astekê ev qirêjiya hewayî kêm kiriye. Lêbelê ji ber ku li navçeyên din hêj komir tê bikaranîn, hewayê wê hêj qirêjî dibe û girêdayî vê jî nexweşiyên giran di nav xelkê bajêr de peyda dibe.
NEXWEŞIYÊN KOAH Û PENCEŞÊRA SIHAN ZÊDE DIBE
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Colemêrgê Remzî Ozer, diyar kir ku qirêjiya hewayî rê li ber pirsgirêkeke cidî ya tenduristiya civakê vedike. Ozer, anî ziman ku heke tevdîrên pêwîst neyên girtin, dê bûyerên penceşêrê û nexweşiyên kronîk zêde bibin. Ozer, got: “Tê gotin ku xetereya li ser Colemêrgê zêdetir e. Herî zêde jî qirêjiya hewayî bandorê dike. Her ku diçe nexweşên KOAH’ê, penceşêra sihan û krîza dil zêde dibin. Di mijara van xetereyên sereke de Colemêrg, li herêmê di rêza duyan de ye. Piştî gaza xwezayî, li navenda bajêr heta astekî ev qirêjiya hewayî kêm bû. Lêbelê li Geverê rêjeya kirkûdê û hewayê qirêjî zêde ye. Ev jî dike ku nexweşiyên weke KOAH, penceşêra sihan zêdetir bibin. Ji bo pêşîlêgirtina vê, li şûna bikaranîna komira rêjeya kirkûda wê zêde, bila ya kêm were bikaranîn. Ev dê bitenduristtir be. Bi anîna gaza xwezayî dikare hinek jî be pêşiya hewayê qirêjî bê girtin.”
'MIROV BIRÇÎ DIMÎNE LÊ BÊBÊHN NIKARE BIJÎ’
Bi domdarî Ozer got “Mirovek dikare tî û birçî bimîne lê nikare bêbêhn bimîne” û axaftina xwe wiha qedand: “Divê demildest tevdîr bên girtin. Qirêjiya hewayî biqasî pirsgirêkeke hawîrdorê ye, ewqas jî pirsgirêka tenduristiyê ya gel e. Tişta ku jiyanê birêve dibe û dike em adapteyî wê bibin, hewa ye. Dibe ku mirovek 6 rojan birçî bimîne, tê bimîne lê nikare bê hewa û bêbehn bijî. Girîngiya hewayê paqij jî ji vir xuya dibe. Lewma hewayê paqij hêmaya sereke ye. Li bajarê me qadên şînkahî zêde ne lêbelê derxistina madenan û berterefkirina her derê, dibin sedema hewayê qirêjî. Talankirina xwezaya Colemêrgê, tunekirina wê dibe sedema hewayê qirêjî. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, divê hewldanek hebe.”
MA / Zeynep Durgut
