Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang

img
ENQERE - Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz ku ji bo girtiyên nexweş bang kir got, "Eger jiyana girtiyê nexweş xeteriyeke teqez bi xwe re bîne, divê înfaz heta ku baş bibe bê taloqkirin." 
 
Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê yê ji Karên Huqûqî û Hilbijartinê Berpirsyar Fetî Yildiz li ser X'ê têkildarî girtiyên nexweş daxuyaniyek da û got, "Mafê jiyanê yê her mirovî heye ku di peymanên mafên mirovan û xala 17’emîn a Destûra Bingehîn de jî tê gotin. 'Mafê jiyanê', ku di warê nirxan de di nava mafên mirovan de cihê destpêkê digire, sedema hebûna hemû mafên din e."