Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir

img
ENQERE –  Partiya Yenî Yolê, navên endamên xwe yên ku dê tev li komîsyona li Meclisê bibin, diyar kir.
 
Partiya Yenî Yolê, navên endamên xwe yên ku dê beşdarî komîsyona li Meclisê bibin, diyar kir. Partiya Yenî Yolê, dê Serokwekîlê Koma Meclîsê ya Partiya Saadetê Bulent Kaya, Serokwekîlê Koma Meclîsê ya Partiya DEVA Mehmet Emîn Ekmen û Parlamenterê Partiya Gelecekê Mustafa Bîlîcî wek endamên komîsyonê pêşkêşî Meclisê bike. 
 
Tê payîn ku dê hemû partî di nava rojê de navê endamên xwe yên bijartî pêşkêşî Serokê Meclisê bikin.