Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê: Ez ê dest ji hesabpirsîna komkujiyê bernedim

  • rojane
  • 16:43 30 Îlon 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî peyamek şand û got: “Ez ê dest ji hesabpirsîna kesên komkujiya dawî pêk anîne bernedim.” 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî peyameke taybet şand. Peyam li Bexçeyê Serokatî yê li Geliyê Kersê yê Şengalê ji aliyê endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve bi civîneke çapemeniyê hate xwendin.
 
Peyama Abdullah Ocalan wiha ye: 
 
“Ez ne Êzidî me, lê belê min êşa we û nasnameya we ji xwe re kir derd. Careke din wê qet û qet ferman li we ranebe; ev zilm wê li ti cihî li we dubare nebe. Ez dest ji hesabpirsîna ji wan kesên ku komkujiya dawî kirine bernadim. Ez ê bidim pey şopa wan jin û zarokên hatin revandin. Ji bo bêne rizgarkirin û edalet bi cih bê anîn, ez ê heta dawiyê têbikoşim. Min ji xwe re kir kar û wezîfe ku wan rojan em bi hev re ava bikin, ku hûn bi rengekî azad bijîn û çanda xwe bi serbilindî û bi rûmet dewam bikin.
 
Hurmeta min a ji bo we gelek mezin e. Ez hebûn û mafên we diparêzim. Min ew diyariya we ya hêja wergirt. Ez soz didim em ê rojekê hev bibînin ku ew cil jî wê li ser min be. Bi hêviya ku di hevdîtinên xurt û azad de bigihêjin hev.
 
8'ê Îlona 2025'an
 
Silav û hurmet
 
Abdullah Ocalan
 
Girava Îmraliyê."