AMED - Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê bertek nîşanî cezayê pereyan ê ji ber reklama bi Kurdî li Amedsporê hatiye birîn da û bang li îktîdarê kir ku ji bo pêşîlêgirtina vê polîtîkaya cihêkar gavan biavêje.
Amedspor, di maça bi Sakaryasporê de bi reklama “Koma me bona we” ya marketekê derket. Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) jî ji ber reklama bi Kurdî 110 hezar TL cezayê pereyan da Amedsporê. Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê, têkildarî cezayê hatiye dayin li Qada Şêx Seîd daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Di sporê de wekheviya reqabetê. Na ji cihêkariya li dijî Amedsporê re” hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê ya bi Kurdî Serdar Keskîn û ya bi Tirkî jî Ozlem Kulahçi xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Amedspor bi salan e di bin rûpoşa qanûnê de rastî muameleyên neqanûnî, cihêkar û binpêkirinên mafên mirovan tê. Bi domdarî hate gotin ku herî dawî jî li dijî zimanê Kurdî êriş hatiye kirin û ji ber vê êrişê hişyarî dan federasyon û rayedaran. Daxuyanî wiha domiya: “Di hefteyên dawî de, Amedsporê ji bo bikaranîna wêneyê reklamê yê marqeya bazirganî ya şîrketê ku li Ofîsa Patent û Marqeya Bazirganî ya Tirkiyeyê hatiye tomarkirin, li ser formayên xwe yên sezona 2025-26'an serî li Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê da. Naveroka reklamê li gorî qanûnan bû, ji TFF’ê re hate şandin û hate erêkirin. Piştî ku ev hemû prosedurên fermî temam bûn, Amedspor bi vê reklamê derket sehayê. Hin aliyan hevokên bi Kurdî xerab belav kirin û di demekî kin de veguherî kampanyaya lînckirinê.”
CEZA NADIN TÎMÊN DIN LÊ DIDIN AMEDSPORÊ
Hat destnîşankirin ku ji destpêka sezonê heta niha ji ber rewşên ku dema behsa xeberê dibin klubên din ji tevdîra disiplînê re nayên şandin cezayên giran li Amedsporê hatine birîn û wiha domiya: “Ev nêzîkatiya neheq, ev cezayê keyfî di bin rûpoşa qanûnê de veguheriye siyaseteke ku êdî nirxên civaka Kurd hedef digire. Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê pêşî hewl da ku bi awayekî neqanûnî bikaranîna zimanê Kurdî di dîmenên reklamê de asteng bike ku berê bikaranîna wê erê kiribû, her çendî di qanûnê de cihê wê tunebû jî, ji ber ku nedikarî vê bike, serî li cezayan da.”
CIHÊKARÎ LI KURDAN Û KURDÎ TÊ KIRIN
Bi domdarî hate gotin ku di demekî li Tirkiyeyê pêvajoyek tê domandin de bi qedexekirina Kurdî re cihêkarî li dijî civaka Kurd û Amedsporê hatiye kirin. Daxuyanî wiha domiya: “Baş tê zanîn ku gelek klubên di lîgên Tirkiyeyê de bi salan e bi zimanên ji bilî Tirkî reklamê dikin û li ser formayên wan e jî hene. Kurdî zimanê dayikê yê bi milyonan kesa ye. Di demên berê de li vî welatî qedexe bû. Ev hêj di bîra me de ye. Divê biryara TFF’ê ne weke xeletiyeke burokratîk were dîtin. Me di demên berê de zirara ku vê rêbazê daye welat dîtiye.”
BANGA LI RAYEDARAN KIRIN
Di berdewamê de hate gotin ku Amedspor dê ji nirx û nasnameya nûnertiya wê dike tawîzê nede û meşa xwe bidomîne. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em ê li ser her platforman li dijî van kiryaranên neheq, keyfî û neqanûnî bi biryardarî tebikoşin û ziman û çanda xwe biparêzin. Em bang dikin ku dawî li van kiriyarên cihêkar û neqanûnî bînin. Em bang li rayedarên hikûmetê dikin ku gavên pêwîst biavêjin û pêşiya vê siyaseta cihêkar bigirin.”
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê jî bang kir ku qedexeya li ser Kurdî were rakirin.