ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 30 Îlon 2025
  • |
img
* Abdullah Ocalan, di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a salekê de, peyamên girîng da gelek derdoran. Di van peyaman de, îşaret bi avakirina civakeke demokratîk hat kirin û banga "vegera li welêt" û avakirina komunan hat kirin.
 
* Berdevkê Têkiliyên Karên Derve yê PYD’ê Salih Muslim têkildarî Lijneya Giştî ya NY’ê axivî û got: “Hêzên derve Şara ji Idlibê derxistin û li Şamê bicih kirin. Li vir gelek peywirên dabûne wî pêk anî. Xwestin Şara rewa bikin.” 
 
*Fîlîz Karakaş ku 30 sal berê li Gimgimê dest bi esnafiyê kir û esnafa jin a ewil a navçeyê bû, got: “Dema em hatin li sûkê tu esnafên jin tune bûn. Gelek zext li ser me hebûn lê em bi ser ketin.” 
 
* Biryara “nepeniyê” ya li ser lêpirsîna têkildarî avêtina 2 gundiyan a ji helîkopterê ev 5 sal in nehatiye rakirin. Parêzer Hamît Koçak, got: “Li şûna ku li pey faîlên esasî bikevin, serî li îfadeyên hemû personelên wê demê li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar dixebitîn didin. Heke encameke adilane dernekeve em ê serî li DMME’yê bidin.” 
 
* Zimanzan Zana Farqînî bertek nîşanî destûrnedayîna axaftina bi Kurdî ya li komîsyonê û cezakirina Amedsporê ya ji ber reklama bi Kurdî da û got: “Li dijî Kurdî bêtehemûliyek heye. Divê di van mijaran de jî gavên pratîkî yên yasayî biavêjin.” 
 
* Rojnameger Pune Aştiyanî ku geşedanên li Îranê dişopîne, diyar kir ku mueyîdeyên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê veguherîne projeyeke piralî û got: “Beşeke mezin a gel ji rejîmê memnûn nîne lê naxwazin guhertin bi mudaxileyeke derve çêbibe.” 
 
* Endama DBP’ê Zînet Teymûr ku dê di meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve de cih bigire, got: “Hedefa me zelal e, azadiya rêbertiyê ye. Ji ber ku heta rêbertî azad nebe civak jî azad nabe.” 
 
* Endamên jin ên DÎAYDER’ê xwestin ku pêşniyara Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku digot bila Abdullah Ocalan li Meclisê biaxive, bê cîbicîkirin. 
 
*Xebatên madenvaniyê yên weke kanên keviran, şikandin-bêjandin, tesîsên betonê û hwd. ên li cihên nêzî Gola Wanê tên kirin, yekser gefê li hewza Gola Wanê û jiyana xelkê li herêmê dixwin. 
 
* Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyaniyê bide. (10.30) ZINDÎ
 
* Baroya Amedê, OHD û TUAY-DER dê rapora xwe ya 3 mehan a têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan aşkera bikin. (11.00)
 
* Mihrîcan FîlmAmedê îro jî dê berdewam bike. (14.00-20.00)