Danişîna doza rojnameger Şahîn hat lidarxistin

  • rojane
  • 11:13 23 Îlon 2025
  • |
img

AMED - Danişîna doza rojnameger Mehmet Şahîn hat lidarxistin. Di danişînê de biryara qedexeya derketina derveyî welat nehate betalkirin. 

 
Danişîna 4’an a rojnameger Mehmet Şahîn ku bi hinceta tevlibûna daxuyaniyan, hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan û bernameyên ji bo TV’an bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Şahîn û parêzerê xwe Resûl Tamur di danişînê de amade bûn. 
 
Dozgeriyê ji bo lêkolînkirina dosyayê dem xwest. Parêzer Tamur jî xwest ku biryara qedexeya derketina derveyî welat a ji bo miwekîlê wî hatiye dayin were betalkirin. 
 
Şandeya dadgehê daxwaza Tamur red kir û danişîn taloqî 13’ê Mijdarê kir.