Li Fransayê polîsan bi ser komeleya Kurd de girt

  • rojane
  • 10:08 23 Îlon 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsên Fransayê bi ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de girtin. Di serdegirtinê de 4 endamên komeleyê hatin binçavkirin. 

 
Li bajarê Draguignan ê Fransayê, polîsên Fransayê avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd. Li gorî nûçeya ANF’ê; li gorî agahiyan, lêkolîna li avahiya komeleyê dewam dike û çar endamên komeleyê jî li mala xwe hatin binçavkirin. 
 
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Draguignanê daxuyanî da û got ku serdegirtina polîsan a li navendeke civakê nayê fêhmkirin û nayê qebûlkirin. Navendê, bang kir ku dest ji krîmînalîzekirina gel û saziyên Kurdan berdin û bang li Kurdistaniyên li Draguignanê jî kir ku xwedî li komeleya xwe derkevin.