STENBOL – Rojnamevan Ercument Akdenîz ê ku di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê de hatibû girtin, nehate berdan.
Rojnamevan Ercument Akdenîz ê ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de 160 roj in girti ye û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Danişîna doza Akdenîz a ku li Dadgeha 26’emîn a Cezayê Giran a Çaglayanê hate lidarxistin. Akdenîz, tevî parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn.
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan Eren Keskîn, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Weşanê û Çapxaneyê ya Tirkiyeyê (DÎSK Basın-İş) Turgut Dedeoglu, beşdarî danişînê bûn. Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) û kes ên ji rêxistinên rojnamevaniyê beşdarî danişînê bûn.
‘EM LI DÛ HEQÎQETÊ NE’
Akdenîz di parastina xwe de ev tişt got: “Ji sala 2010’an vir de ez rojnemevaniyê dikim. Ji sala 2012’yan û vir de ez li ser koçkirinê nûçeyan çêdikim û min 3 xelat wergirtî. Herwiha min erka Serokatiya Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) bi cih anî. Pişt re min îstîfa kir û niha ez ne endamê partiyekî me. Ez hemû îdayan red dikim. Rojnemavan heqîqet çi be wê dibêje.”
‘EZ JI BER XEBATÊN XWE YÊN SIYASÎ TÊM DARIZANDIN’
Akdenîz, destnîşan kir ku ew ji ber xebatên xwe yên siyasî tê darizandin û wiha axivî: “HDK wek sûc tê hesibandin. Partiya min ji min re negotiye ku di HDK’ê de cih bigire. Cihgirtina di nava HDK’ê de ne sûc e. Lewre HDLK kongreyê xwe li dar dixe û cihê wê li Beyoglu ye.”
Dozger, daxwaza berdewamiya girtina wî kir. Dadgehê biryara berdewamiya girtina wî da. Danişîn taloqî 23’yê Cotmehê bû.