Serdanên ji bo taziyeya Pelîn Yilmaz dewam dikin

img

WAN - Serdanên taziyeyê yên ji bo Pelîn Yilmaz ku di êrîşeke li Herêma Federal a Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû berdewam dikin.

Ji bo malbata Pelîn Yilmaz a ku di êrîşa Tirkiyeyê ya li herêma Fedeqa Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da û li Taxa Karşiyaka ya navçeya Riya Armûşê ya Wanê taziye hat danîn, sersaxî didomin. Li gel Komeleya Alîkarî û Piştgiriya bi Kesên ku Xizmên Xwe Winda Kirine di Nav Bexçeya Şaristaniyan (MEBYA-DER) de ji gelek bajarên Kurdistanê welatî, nûnerên partiyên siyasî û saziyan çûn serdana sersaxiyê.
 
Bi sedan kes hatin mala malbatê û sloganên "Şehît Namirin" berz kirin. Welatiyan sersaxî ji malbatê re xwestin.