Ji Rojava bo jinan: Em ruhê şoreşê zindî bihêlin

  • jin
  • 14:30 16 Îlon 2025
  • |
img
RIHA - Jinên li Rojavayê diyar kirin ku "jin, jiyan, azadî" veguheriye tevgereke hevpar a jinan û gotin: "Ev hem gerdûnîbûna têkoşîna jinan nîşan dide û hem jî nîşan dide ka jin çawa ji potansiyela xwe hêzê digirin."
 
"Jin, jiyan, azadî" ku bingeha têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e, ji dirûşmeyekê wêdetir, di serî de li Rojava, Rojhilat û Îranê û big iştî li tevahiya Rojhilata Navînê, wekî avakirina jiyaneke nû bi ruh û can dibe. Dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" ku ji paradîgmaya azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket holê û wekî "şoreşa feminîst a ewil a cîhanê" tê wesifandin, ewilî li Rojavayê bi misogerkirina beşdariya jinan a li jiyana civakî û siyasî û hewldana ji bo avakirina modela jiyaneke li ser wkeheviya zayendî berbiçav bû. Meclis û akademiyên jinan ku jin pirsgirêkên xwe nîqaş dikin û çareser dikin û avaniyên siyasî yên li ser esasê têkoşîna jinan, bûn yek ji mekanîzmayên ku ev dirûşme pêk bê. 
 
Dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji Rojhialtê, bi berxwedana li dijî rejîma Îranê li seranserê cîhanê belav bû. Bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emîniyê, em bi Berdevka Komîteya Ragihandinê ya Kongra Starê Emîne Osî, Endama Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Starê Rolan Muslîmê û Hevseroka Kantona Cizîrê Hemrîn Aliyê re axivîn. 
 
SERKETINA ‘JIN JIYAN AZADÎ’
 
Emîne Osiyê diyar kir ku xwepêşandanên piştî qetilkirina Jîna Emîniyê ji ber rejîma Îranê veguherîn serhildanekê û got: "Serhildanan rejîmên dîktator û hişmendiya wan hejand. Jinên kurd pêşengiya van serhildanan kirin. Dirûşme hem têkiliya jinan bi jiyanê re û hem jî yekparebûna wan bi azadiyê re tekez dike. Jinên Rojhilatê yên ku ev dirûşme qîr kirin, bûn qîrîna jinan li çaraliyê cîhanê. Her kesê ku demokrasiyê dixwaze tevlî bû û piştgirî da vê dirûşmeyê."
 
Emîne Osiyê destnîşanî li ser hêza dirûşmeya "Jin jiyan azadî" kir ku jinan li çaraliyê cîhanê kir û wiha domand: "Ne mimkûn e ku pergaleke ku mafên jinan înkar dike pêş bikeve, xwe temam bike, an jî bigihîje astek şaristanî. Wekî Kongra Star, em xwedî hêz û ezmûna pratîkî ne ku vê pêvajoyê pêşve bibin. Dema ku em îro bi bîr tînin, divê em serhildana wê rojê jî bi bîr bînin. Mafên ku me bi şoreşê bi dest xistine li cem me ne, lê divê em wan biparêzin û piştrast bikin ku hemû jinên din mafên xwe bi dest bixin. Ji ber vê yekê, divê em ruhê şoreşê zindî bihêlin. Bi vî ruhî, em şoreşa jinan û mafên ku me bi dest xistine li dijî hişmendiya mêr biparêzin."
 
BERIYA ŞOREŞÊ Û PIŞTÎ WÊ
 
Endamê Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Starê Rolan Muslîmê jî bal kişand ser jiyana jinan a berî "Şoreşa Rojavayê" û diyar kir ku jin di serdema Beşar Esed de li kolanan tune bûn. Rolan Muslîmê destnîşan kir ku jin li malê bûn û got: "Jin di bin siya bav, mêr û birayên xwe de dijiyan. Piştre, jinan hêdî hêdî di nava pêvajoyê de cih girtin, di hin waran de rol girtin. Pir kêm jin perwerde bûn. Ên perwerde dîtibûn jî, ji bo bi xebata di saziyên dewletê de bû û pê debara xwe bikin. Ev hejmar bi zêdebûna rêxistinê re zêde bû. Her ku em nêzîkî şoreşê bûn, rol û mîsyona jinan di civakê de berfireh bû." 
 
Rolan Muslîmê destnîşan kir ku jin di destpêka şoreşê de hêdî hêdî dest bi derketina qadê kirine û got ku dayikên ku di salên 1990'î de ji bo beşdarbûna di têkoşîna azadiya kurd de bedelên giran dan, li eniyên pêş cihê xwe girtin.
 
Rolan Muslîm diyar kir ku rêya pêşerojê ya jinên ciwan bi pêşengiya dayikan hatiye vekirin û wiha domand: "Piştî rizgarkirina bajarên wekî Minbic, Reqa, Tebqa û Dêra Zorê, bûyer li Rojavayê Kurdistanê jî pêk hatin. Jinan cihên xwe di artêşê de girtin û di warên din de dest bi pêşengiya civakê kirin. Vê şoreşê ku rê li ber danûstandinên mezintir ji bo jinan vekir, rê li ber jiyana hevbeş jî vekir. Ev yek nîşaneya pêkanîna dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' bû. Ev dirûşme di Şoreşa Rojavayê de dirûşmeya jinên kurd bû. Ew felsefeya jiyanê bû ku piştî şoreşê hat avakirin. Ev dirûşme pêşî li  nav jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, paşê bi qetilkirina Jîna Emîniyê re li Rojhilatê Kurdistanê belav bû û paşê li tevahiya cîhanê belav bû."
 
‘JIN, JIYAN, AZADÎ RÊ NÛŞAN DA'
 
Hevseroka Kantona Cizîrê Hemrîn Aliyê jî diyar kir ku jin bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" beşdarî pêvajoya "Şoreşa Rojavayê" bûne. Hemrîn Aliyê wiha domand: "Em jî wekî jinên ciwan beşdarî wê pêvajoyê bûn. Felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' rêberiya me kir û bû kevirê bingehîn ê ku têkoşîna me mezin kir. Bi vê felsefeyê, jin beşdarî jiyan, civak û siyasetê bûn. Bê guman, vê jiyanê bala jinên li çaraliyê cîhanê kişand. Rojhilat xuyangiya herî girîng a vê yekê bû. Em dibînin ku ev dirûşme û felsefe, kevirê bingehîn ê peymana civakî ya jinan, îro li ser zimanê jinên li çaraliyê cîhanê ye. Ev hem gerdûnîbûna têkoşîna jinan nîşan dide û hem jî nîşan dide ka jin çawa ji potansiyela xwe hêzê digirin. Divê jin li her qadê bi vê felsefeyê li dijî hişmendiya mêrê serdest û hegemonîk ku hêzê ji hev digire bibin yek."
 
MA / Ceylan Şahînlî