STENBOL - Li dijî Rafîneriya Zêr a Stenbolê û şîrketên girêdayî wê operasyon hate kirin û 21 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şîrketa Anonîm a Rafîneriya Zêr a Stenbolê de ji bo 23 kesan biryara binçavkirinê hate dayin. Di encama operasyona binçavkirinê de 21 kes hatin binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku bi sedema “Muxalefeta li dijî Qanûna Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê ya bi Hejmara 1211’ê û Teblîxkirina wê”, “Muxalefeta li dijî Qanûna Têkildarî Fînanasmana Cemaweriyê û Sererastkirina Rêveberiya Deynan a bi hejmara 4749’an” û “Muxalefeta li dijî Qanûna Têkildarî Paratina Qîmeta Pereyê Tirk a bi hejmara 1567’ê” biryara binçavkirinê hatiye dayin.