Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê

  • rojane
  • 12:48 1 Cotmeh 2025
  • |
img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê gotina “mafê hêviyê” ya Devlet Bahçelî bên cîbicîkirin û got: “Em êdî gihiştin asta ku gotinê derbas dike û fikarên di serê gel de radikin û gav bên avêtin. Ev qonax dê nîşan bide ka kî çiqas jidil e.”  

 
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, di 1’ê Cotmeha 2024’an de silav da wekîlên DEM Partiyê û di daxuyaniyên xwe yên piştre de jî bal kişand ser “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Bi ser silavdayîn û bangên Bahçelî re salek derbas bû. Piştî gotinên Bahçelî, hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re dest pê kirin. Abdullah Ocalan bi bangekê xwest ku PKK xwe fesix bike û kir ku PKK çekên xwe bişewitîne. Lê tevî vê jî heta niha têkildarî “mafê hêviyê” tu gav nehatine avêtin. Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê hatiye avakirin jî heta niha tu sererastkirinên hiqûqî nedaye kirin. Gavneavêtina dewlet û hikûmetê, rê li ber zêdebûna fikaran vedike. 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî pêvajoya salekê didome, geşedanên li herêmê û bandora wan a li ser Tirkiyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.  
 
Mîna li seranserî cîhanê, li erdnîgariya me jî geşedanên girîng diqewimin. Rewşa Sûriyeyê, êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê, şerê Ûkrayna-Rûsyayê... Ev mijar tevek di civîna dawî ya NY’ê de hatin rojevê. Hûn van geşedanan çawa dinirxînin? 
 
Sedema sereke ya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û sedema zemîna amade ya ji mudaxileyên derve re ew e ku sîstemên heyî hemû cudahî û rengan hewl didin di yek qalibî de bicih bikin. Ev sed sal in tu hizûr nehatiya vê herêmê. Ji ber ku hebûna rêveberiyên li dijî rastiya herêmê didome. Gelek caran van civakan jî ji bo nasnameya xwe li ber xwe dan û serî hil dan. Hêzên navneteweyî yên li ser maseyekê sînorên Rojhilata Navîn xêz kirin, sûd ji van şer û nakokiyan girtin. Planên xwe yên li ser herêmê jî bi rêya van didomînin. 
 
Li Rojhilata Navîn hevsengiyeke nû ava bû. Hêzên wekî Îran û Rûsyayê bi temamî nebe jî heta astekî mezin ji herêmê derketin. Îsraîl niha bi awayekî proaktîf li qadê ye. Ingilistan mîna sed sal berê ji bo dîsa teşe bide siyaseta Rojhilata Navîn xebatên dîplomasiyê dike. Cihê xemgîniyê ye ku Ingilistan hêj jî bi roleke erênî ranabe. Heman rola 100 sal berê li xwe girtiye. Li Rojhilata Navîn şikestinek heye. Teşedayîneke nû, tifaqên nû hene. Em jî ji bo ev veguhere zemîneke demokratîk û xeletiyên sed sal berê hatine kirin êdî çênebin têdikoşin. Her kes dizane ku Rojhilata Navîn dê mîna sedsal berê nebe. Ên ku nasnameyên wan dihat înkarkirin dê biqasî hêz û têkoşîna xwe di hevsengî û hevkêşeya vir de cih bigirin. 
 
Divê mirov taybet li ser Sûriyeyê bisekine. Yek ji navendên girîng a Rojhilata Navîn e. Heke li vir rejîmeke demokratîk were avakirin dê bandorê li hemû herêmê bike. Yek ji navendên herî girîng a xeta enerjiyê ku hêzên hegemonîk dixwazin ji Hindistanê derbasî Ewropa û Amerîkayê bikin, ev der e. Heke li Sûriyeyê zemîneke demokratîk ava bibe û hemû gel bi awayekî azad bijîn, ev dê ji bo Rojhilata Navîn bibe destpêka pêvajoyeke nû. Nexwe dê rageşî, alozî û şerê li Sûriye û Rojhilata Navîn bidome. 
 
Li Tirkiyeyê pêvajoyek hee. Gelo em dikarin bibêjin Tirkiye jî ketiye rêyeke nû?  
 
Êşên guherîn û veguherînê li her çar aliyên cîhanê tên jiyîn. Herî zêde jî li Rojhilata Navîn. Tirkiye jî ji Rojhilata Navîn bêpar nîne. Hêviya me ew e ku ev êşa guherîn û veguherînê li Tirkiyeyê derbasî qonaxeke demokratîk û aştiyane bibe. Bi pêvajoyê re em derbasî rêyeke nû bûn. Ev girîng e. Lê hêj ne diyar e ka ev rê dê derkeve ku derê. Em dixwazin ku xeletiyên sed sal in tê kirin neyên dubarekirin. Ji bo zemîneke demokratîk divê feraseta înkarger û yekperest bê terikandin. Têkoşîna gelan, kedkar û bindestan dê encama vê rêyê diyar bike. Divê em xwedî li pêvajoyê derkevin û ji bo serkeftina wê hev bigirin. 
 
Bi pêvajoyê re em derbasî rêyeke nû bûn. Ev girîng e. Lê hêj ne diyar e ka ev rê dê derkeve ku derê. Em dixwazin ku xeletiyên sed sal in tê kirin neyên dubarekirin. Ji bo zemîneke demokratîk divê feraseta înkarger û yekperest bê terikandin.
 
Polîtîkayên înkarê encamek bi dest nexist. Belê rast e rê li ber birînên xedar vekir.  Niha dema vekirina rûpeleke nû ye. Em dikarin pergaleke ku nasname, ziman, çanda Kurdan qebûl dike, Kurdan weke hemwelatiyên wekhev dibîne, dawî li polîtîkayên cihêkar tîne û rêzê ji bo bawerî û etnîkên cuda digire ava bikin. Em ji bo vê bibiryar in. 
 
Banga birêz Ocalan a di vê çarçoveyê de pir dîrokî ye. Birêz Ocalan 26 sal in di hucreyekê de ye lê dîplomasiyeke pir cidî ya aştiyê domand. Di navenda vê de jî her tim demokrasî, aştî û civaka demokratîk hebû. Di destpêkirina rêya nû de kedeke pir mezin a birêz Ocalan heye. Heke em bi inyeteke baş nêzî pêvajoyê bibin, em dikarin zemîna çareseriya pirsgirêk û krîzên li Tirkiyeyê ava bikin. Şertên vê hene gelo? Belê hene. Divê Kurd bikarin bi Kurdî biaxivin, Elewî bikarin baweriya xwe bijîn û di aboriyê de edalet hebe. Em dixwazin wekhev bijîn. 
 
DEM Partî yek ji wan aliyen e ku di navenda vê pêvajoyê de cih digire. Lê pêvajo tenê bi me nameşe. Divê îktîdar û dewlet ji bo pêvajoya nû xwedî feraset û aqilekî nû be. Her gotina erênî baş e lê divê gavên pratîk ehbin. Hin polîtîka û pratîk bi rastî jî li dijî ruhê pêvajoyê ne. Erê dibêjin Kurd hene û xwişk-bira ne. Lê ji ber reklama bi Kurdî ya li ser formaya Amedsporê ceza didin. Lê nahêlin Kurd yek gotineke bi Kurdî li Meclisê bikin. Ev jî rê li ber fikaran vedike. Bi avêtina gavên demokratîk dikare ev fikarên civakê ji holê bên rakirin. 
 
Pêvajoya hûn behs dikin piştî silavdayîna Bahçelî û banga ji bo bila Ocalan li Meclisê biaxive dest pê kir. Bi ser re salek derbas bû lê hêj bo banga Bahçelî gavek nehatiye avêtin. Gelo em dikarin bibêjin gotinên Bahçelî li hewa man?
 
Ez dikarim bibêjim birêz Bahçelî di pêvajoya heta niha de roleke çêker lîst. Bahçelî piştgiriyê dide îktîdarê û şirîkê îktîdarê ye lê bi tena serê xwe îktîdar nîne. MHP û birêz Bahçelî dikarin bi roleke çalaktir rabin. Li her devera cîhanê îktîdar bi muxatabên sereke re hevdîtinan dikin. Û ji bo muxataban jî mercên ragihandin û azadiyê yên muxataban tên avakirin. Di esasê xwe de nîşaneya inyeta baş, nêzikatiya li dijî birêz Ocalan e. Tiştekî erênî ye ku piştî 1’ê Cotmehê tecrîd hinek sivik bû. Lê mercên birêz Ocalan tê de dijî ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Birêz Ocalan 26 sal in di girtîgehê de ye. Biryarên DMME’yê hene. Heke pêvajo nebûya jî diviya bikariya ji ‘mafê hêviyê’ sûd bigirta. Ji bo qenciya pêvajoyê divê mercên wî bên başkirin. Heke mercên wî bên baştirkirin ev dê birêz Ocalan ji bo pêvajoyê bêhtir sûdewer be. 
 
"Em êdî gihiştin qonaxeke ku gotinê derbas dike û divê ji bo fikarên gel ji holê bên rakirin gav bên avêtin. Di vê qonaxê de dê diyar bibe ka kî çiqas jidil e û çawa nêzî pêvajoyê dibe.” 
 
Divê êdî gotinên birêz Bahçelî bên cîbicîkirin. Di salekê de gelek tiştê girîng çêbûn. Em êdî gihiştin qonaxeke ku gotinê derbas dike û divê ji bo fikarên gel ji holê bên rakirin gav bên avêtin. Di vê qonaxê de dê diyar bibe ka kî çiqas jidil e û çawa nêzî pêvajoyê dibe.
 
Hem bi xwe di pêvajoyê de cih digirin û we bi Ocalan re hevdîtin kir. Gelo di destpêka pêvajoyê de fikarên we çi bûn û ev hêj didomin an na? 
 
Ne tenê li Tirkiyeyê, li her devera cîhanê îktîdar hewl didin meseleyên wiha li gorî berjewendiyên xwe birêve bibin. Dixwazin çîrokeke nû binivîsin. Li Tirkiyeyê jî rewş wiha ye. Lê em li ser wê disekinin ku îktîdar û dewletê nêzî zemîna çareseriyê bikin. Ez naxwazin li pey inyeta îktîdarê bikevim. Ez pêvajoyeke wiha girîng dibînim û divê îktîdar jî ji cihê heyî wêdetir biçe. Dinya diguhere û tekane rêya xelasiyê jî demokrasî û civaka demokratîk e. Divê dewlet jî êdî demokrasiyê qebûl bike. Hewceye zemîna hiqûqî jî ava bike. Divê em êdî ev civak biaram û dilxweş bijî. Heke Kurd, Elewî, kedkar keyfxweş bin divê îktîdar jî ji vê keyfxweş bibe. Divê em reşbîn nebin û bi hêvî pêş ve biçin. 
 
DEM Partî bi roleke ser îktîdar û muxalefetê radibe. Ji ber ku em rêa sêyemîn in. Car tê em li dijî neheqiyên li muxalefetê tên kirin derdikevin, car tê em ji bo îktîdar bimeşe em wê teşwîq dikin. Em rê vedikin. Em hewl didin di navbera îktîdar û muxalefetê de hevsengiyekê ava bikin. Ev rola me pir taybet e. Em hem daxwazên gelê xwe diparêzin hem jî têkoşîna pêkvejiyanê dimeşînin. Bi kurtasî em îktîdarê pir baş nas dikin. Em ê îktîdarê bidin zorê ku bimeşe. Em ê bi mezinkirina zemîna mizakere û diyalogê hewl bidin pêvaoya heyî debasî pêvajoya aştî û demokrasiyê bikin. Nebe jî em ê têbikoşin. Jixwe têkoşîn tişta herî zêde baş em nas dikin e. Ez nabêjim ev pêvajo dê sedî bi sed bi ser keve ji ber ku hêj em di serê rêyê de ne. Lê tiştekî rast nîne hêj niha ve mirov bibêje ka dê bi ser keve yan na. 
 
Ocalan di vê pêvajoyê de bangên dîrokî kir û li ser van bangan merasîma çekşewitandinê hat lidarxistin û PKK’ê xwe fesix kir. Di vê pêvajoyê de Ocalan herî zêde li ser hiqûqê sekinî. Zemîna hiqûqî çima girîng e? 
 
Pirsgirêk bi xwe pirsgirêkeke siyasî ye. Bingeha pirsgirêkê jî hiqûq e. Heke Tirkiyeyê meseleya hiqûqê 100 sal berê çareser bikira niha ev pirsgirêk nedihatin jiyîn. Niha tişta em dijîn bêhiqûqtî ye. Ji ber ku pênaseyeke hiqûqî ya meseleyê nehat kirin e. Birêz Ocalan di hevdîtinan de gelek tişt got. Di bang û daxuyaniyên wî de hene. Herî dawî got ‘heke zemîneke siyasî û hiqûqî çêbibe...’ Daxwaza me Kurdan ew e ku mafên me, yên Elewî, jinan, bindestan ên sereke êdî hiqûqî bibin. Ji ber ku heke hiqûq nebe ne demokrasî dibe ne jî aştî. Aştî û demokrasiya bê hiqûq nabe. Li Meclisê komîsyonek hate avakirin. Hemû pêşniyarên me jî ji bo avakirina zemîna hiqûqî ye. Heke ev meseleya sed sal in didome bi hiqûqê neyê çareserkirin dê kiriyarên me tevek li hewa bimînin. Birêz Ocalan jî bi nirxandineke rast ev destnîşan kir. Em jî tev li dibin. Divê zemîna siyasî û hiqûqî ava bibe. 
 
Heke zemîna hiqûqî ava nebe dê çi bibe?
 
Heke ava nebe em ê wê demê li ser vê mijarê biaxivin. Hemû hewldanên me ji bo wê ye ku ava bibe û bibe wesîleya çareseriyê. 
 
Ji bo serkeftina pêvajoyê divê gavên ewil çi bin? 
 
Li Amedê tev li bernameya Baroya Amedê ya ‘Avakirina aştiyê’ bûm. Min li wir jî bi aşkerayî got ku çawa Meclis vebû divê ‘yasayên serdema navberê’ ku birêz Ocalan wiha pênase dike û yasayî weke ‘yasayên veguhêz’ tên pênasekirin bên sererastkirin. Divê Qanûna Înfazê, TMK, CMK bên sererastkirin. Divê meseleya girtinê ji keyfiyetê bê derxistin. Divê ev xespkirina îradeyê êdî bi dawî bibe. Mirov dikare gelek mînakên din bide. Divê Meclis di van mijaran de gavan biavêje. Divê gavên hêviyê didin civakê û baweriyê xurt dikin bên avêtin. 
 
Divê ji ewil rewşa birêz Ocalan zelal bibe û bi awayekî cidî li ser bê axaftin. 26-27 sal in di girtîgehê de ye. Ma ne bes e? Birêz Ocalan aktorekî sereke yê pêvajoyê ye. Her kes wisa dibîne. Ma bêyî birêz Ocalan ev pêvajo dikare pêş bikeve? Dê kî berpirsyartiyê li xwe bigire? Ji bo çareseriya pirsgirêkê îrade û baweriyek heye. Tevî tiştên jiyayî jî îşaret bi zemîna demokratîk dike û ev pir biqîmet e. Di rewşekî wiha de ragirtina birêz Ocalan a di hucreyeke 12 metrekare de ma ne li dijî pêvajoyê ye? Her kesên ji çareseriyê bawer dikin vê rewşê weke nakokî dibînin. Bila şertên birêz Ocalan bên başkirin, bikare pêwendiyan deyne û bikare bi tevger û civakê re hevdîtinan bike. Rêberê tevgereke di encama meseleya sedsalî de derketî holê ye. Bi rastî jî tekane aktor e ku dikare pirsgirêkê çareser bike. Ji bilî wî ez tu aktorên din nabînim. Lê îro radibin dibêjin ‘tu di girtîgeh û hucreyê de bimîne! Em ê li gorî keyfa xwe şandeyan bişînin û kengî bixwazin dê wê demê parêzeran bişînin. Lê bila pêvajo wiha bidome.’ Ma wiha dibe? 
 
Êdî aliyekê vê mijarê ya nîqaş li ser were kirin tune ye. Divê êdî statuyeke hiqûqî ya birêz Ocalan çêbibe. Îktîdar bi xwe jî bi jidilibûna birêz Ocalan a di vê mijarê de dizane. Dizane ku hewl dide meseleyê çareser bike. 
 
Ma bi anket û fikarên çendek derdorên civakî pêvajo dikare bê meşandin? Herî zêde fikarên Kurdan hene. Lê em pêvajoyê dimeşînin. Me zêdetirî 2 hezar civîn kir û ji gel re vedibêjin. Ê heke zehmet nebe hûn jî ji wan derdorên fikarên wan hene re vebêjin. Ji ber ku em bi hev re dijîn. 
 
Divê êdî rewşa têkildarî birêz Ocalan veguhere gavekî şênber. Birêz Ocalan got ‘Çareseriya Tirkiyeyê’ û modelek pêşkeş kir. Partiya xwe fesix kir û banga ‘çekberdanê’ kir. Tevgera wî jî besiv da. Divê îktîdara vî welatî jî li dijî van gavan pirsa ‘Divê em çi bikin, çawa bikin?’ ji xwe bipirse. Zêdetirî ji sedî 60-70’ê civakê piştgiriyê dide pêvajoyê. Komeke nîjadperest û dijberî pêvaoyê dikin manşet û nabe ku bibêjin ‘hesasiyetên 86 milyon kesan.’ 4 zarokên dayika Sakîneyê jî jiyana xwe ji dest dane. Heke em jî bibêjin ‘hesasiyet ev e’ wê demê divê em li cihê xwe rûnin. 
 
Di vê pêvajoyê de çi peywir dikevin ser milê rêxistinên civaka sivîl û siyasetê? 
 
Piraniya partiyên siyasî yên Tirkiyeyê di nava pêvajoyê de ne. Cihgirtina wan a di komîsyonê de pir bi qîmet e. Li gorî min divê ev zemîn were mezinkirin. Divê aliyên erênî yên pêvajoyê bên destgirtin û wisa bi civakê re bên parvekirin. CHP tevî ewqas zextan jî li ser maseyê dimîne. Ev biqîmet e. Dibe ku kêm an jî zêde be. Rolên çêker ên partiyên weke DEVA, Gelecek, Yenîden Refah, Saadet, partiyên me yên tifaqê, rêxistinên demokratîk û hwd. pir biqûmet bû. Dibe ku aliyên em rexne dikin hebin lê di rewşeke wiha de gotina ‘bila mesele bi rêyên demokratîk, bi diyalog û mizakereyê çareser bibe’ gelek biqîmet e. 
 
Gavneavêtina dewlet-îktîdarê gelo xetereya dirêjkirina pêvajoyê bi xwe re nayîne? 
 
Gelek tişt hatin axaftin, her tişt baş hate pênasekirin. Êdî divê em li ser tiştên ku dê bikin biaxivin. Pêvajoyên bêyî gavavêtinê nabin. Serkeftin, bi avêtina gavan dibin. 
 
Min got ku em di wê qonaxê de ne ku divê gav bên avêtin. Helbet ji vê saetê şûnde gotin jî biqîmet e lê gelek tişt hatin axaftin û gelek tişt baş hatin pênasekirin. Ez dibêjim divê em li ser wê biaxivin ka dê çi bikin û çawa bikin. Ji bo pêvajoyek bimeşe divê gav bên avêtin. Me dikariya sala çûyî baştir binirxanda. Me dikariya îsal di rewşeke baştir de bûna. Bi taybet jî di mijarên weke hiqûq, edalet, demokrasî, rêveberiyên herêmî, qeyûm û hwd. de. Di serdema pêş de divê ji bo avêtina van gavan em teşwîq bikin. 
 
DEM Partî, ji bo komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike bang dike. Serokê Meclisê nûman Kurtulmuş jî got ‘Hevdîtina bi Ocalan re hêj di rojeva komîsyonê de nîne.’ Hûn vê çawa dinirxînin? 
 
Ocalan di çareseriya meseleyê de yek ji wan aliyan e ku heke nebe nabe. Divê bi hinceta hesasiyetan pêşiya pêvajoyê neyê girtin. Dema biryardariya siyasî hebe civak jî piştgiriyê dide. Hin kesan digot ji ber vîdeoya Ocalan dê qiyamet rabe. Lê çi bû? Birez Ocalan bidîmen axivî û li ser vê yekê tevgerê çekên xwe şewitand. Me dît ku tu rastiyeke van senaryoyên qiyametê nînin. Neçûna komîsyona ya cem birêz Ocalan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Ev mijar tenê bi gotineke serokê meclisê ya ‘dibe yan jî nabe’ çênabe. Divê serokê meclisê bi roleke erênî rabe. Komîsyon hate avakirin, li gelek kesan guhdarî kir û di rê de pêş ket. Divê ev rê bigihije Îmraliyê. Anku divê komîsyon bi rêbazeke guncav biçe giravê û bi vê yekê re dikare rêya çareseriyê xurtir bike. 
 
Çima ewqas ji guhdarîkirina birêz Ocalan ditirsin? Jixwe li ser fikrên wî nîqaş tên kirin. Yê ku ev pêvajo hûnandî birêz Ocalan e. Ji bo pêvajo baştir bimeşe dê pêşniyarên xwe bike. Ez fêm nakim çima vê mijarê dikin pirsgirêk. Di vê mijarê de peywireke mezin dikeve ser milê Serokê Meclisê. Divê komekê ava bike û bişîne. Heke komîsyon li birêz Ocalan guhdarî neke dê li kê guhdarî bike? Divê biçin cem birêz Ocalan û lê guhdarî bikin. Mafê kesekî nîne vê pêvajoyê dirêj bike. 50 endamên komîsyonê hene. Dikarin 4-5 kesan hilbijêrin û bişînin. Dê birêz Ocalan jî fikrên xwe parve bike. Yek ji nîşaneyên herî girîng a li dijî pêvajoyê jî ev e. Birêz Bahçelî dibêje bila were li Meclisê biaxive. Lê Serokê Meclisê wê îradeyê raber nake. Divê ev meseleye tavilê bê çareserkirin. 
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di mijara ‘mafê hêviyê’ de dîsa dem da Tirkiyeyê. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin? Komîteyê xwest mekanîzma bê avakirin, ji bo sererastkirinan jî îşaret bi komîsyonê kir. Cîbicîkirina “Mafê hêviyê” ji bo pêvajoyê çiqas girîng e? 
 
Dibêje, meseleyê çareser bikin. Jixwe biryara DMME’yê heye. Dinya guh dide vê û esas digire. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî balê dikişîne ser komîsyon û birêz Ocalan. Ev girîng e. Pêvajoyek didome lê aliyekî pêvajoyê di girtîgehê de tê ragirtin. Ma tiştekî wiha dibe? Bila mînaka Mandela esas bigirin. Bêyî avêtina gavan mercên ragihandin û azadiyê hatin başkirin. Li hemû deverên cîhanê ev pêvajo wiha ne.  Hewce nake ji bo her tiştekî em bibêjin ‘modela Tirkiyeyê.’ Ez tev li biryarên DMME û komîteyê dibin. Girîng e ku bal kişandiye ser komîsyonê. Bawerim niha Serokê Meclisê jî rast nirxandiye. 
 
Herî dawî vê bibêjim; ji bo ev pêvajo têk neçe em ê tişta ji dest tê bikin. jixwe têkoşîn navê me ye. Em dizanin ka pêvajoya mizakereyan çiqas hesas e û li gorî wê tevdigerin. DEM Partî ji bo ev pêvajo derbasî zemîneke demokratîk û aştiyane bibe dê her tişta ji dest tê bike. 
 
MA / Selman Guzelyuz - Firat Can Arslan
 

Sernavên din

17:03 Hevdîtina DEM Partî, MHP, Erdogan û Kurtulmuş bi dawî bû
16:58 Erdogan: Em baş di ferqa wê de ne ku pêvajoyeke hesas e
15:45 DEM Partî, MHP û Erdogan hatin gel hev
15:41 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
15:40 Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê: Divê hikûmeta demkî sozên xwe bicih bîne
15:31 Jin bi meşaleyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin
15:30 Li Cizîrê welatiyek bi lêdanê hate binçavkirin
14:17 Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir
14:08 Semra Guzel nehat tehliyekirin
13:54 Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re
12:48 Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê
12:14 ‘Meşa azadiyê’ ya jinan dest pê kir: Ji b aştiyê li Ocalan guhdarî bikin HATE NÛKIRIN
11:00 Careke din ceza dan Amedsporê
10:42 Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê
10:08 Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê
09:58 Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin
09:42 Li Edeneyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan hatin neqişandin
09:23 Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' înfaza wî hat şewitandin
09:22 Filoya Sumud: Jo bo mirov tevbigerin ma divê çend zarok bimirin?
09:20 Derhêner Alper: Ji bo çekdanînê divê rêyên siyasetê bên vekirin
09:19 Berteka li dijî bêtehemûliya li dijî Kurdî: Hûn ê çawa meseleya Kurd çareser bikin?
09:18 Bi bîra komîsyonê xistin: Aktorê sereke birêz Ocalan e
09:16 KESK'î dê li 6 bajaran ji bo vegera ser kar a KHK'iyan bimeşin
09:00 ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2025’AN
30/09/2025
16:43 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê: Ez ê dest ji hesabpirsîna komkujiyê bernedim
15:50 Ji ber dirûşma ‘şehîd namirin’ cezayê hefsê dan Yilmaz
15:49 'Rewşa Yilmaz ê di rojiya mirinê de giran dibe’
15:26 TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
14:30 Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
13:44 Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
13:19 Rewşa Beşîkçî baş dibe
13:10 Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
13:09 Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin
11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'