Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin

img
ŞIRNEX - Onder Poyraz ku di dema qedexeyên derketina kolanan ên li Cizîrê de bi birîndarî hate girtin, nehat tedawîkirin û mehkûmî erebeya astengdaran kirin. Hevjîna Poyraz, Fîrdevs Poyraz, got: “Êdî laşê wî çûye. Tekane daxwaza me tedawîkirina wî ye.” 
 
Onder Poyraz, di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîr a Şirnexê de ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hatibû ragihandin, bi birîndarî hate binçavkirin û girtin. Rewşa tenduristiyê ya Poyraz her ku diçe xerabtir dibe. Poyraz, dema birîndar rastî îşkenceyê hat û nehat tedawîkirin. Bi îdiayên “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” û “endamtiya rêxistinê” du caran cezayê muebbeda girankirî li Poyraz hate birîn. 
 
Di pevçûnê de guleyek li Poyraz ket û di pişta wî de platîn heye. Her wiha bi yek gurçikê jiyana xwe didomîne. Poyraz, li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê tê ragirtin û ji ber felc bûye, nikare rexa xwe ya rastê bi kar bîne. Poyroz, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Poyraz, ji ber stûyê xwe emeliyat bû û bi sedema ku nikare pêdiviyên xwe bicih bîne, bo demekî kin birin qawîşê lê piştre dîsa xistin hucreyê. Poyraz ku di hucreyê de felc bû, nikare dest û lingên xwe bi kar bîne. Ji ber ku nayê tedawîkirin, rewşa wî ya tenduristiyê her ku diçe girantir dibe. Poyraz, êdî mehkûmî erebeya astengdaran bûye. Palikên çavên Poyraz jî felc bûne lewma pirsgirêka dîtinê jî dijî. Ji ber ku mehkûmî erebeya astengdaran bûye, nikare biçe destşoyê û pateyê kesên sere û telîsê destavê bi kar tîne. Pêdiviyên wî yên rojane jî ji hêla gardiyanan ve bi bedela pereyan tên pêşwazîkirin. 
 
Hevjîna Poyraz, Fîrdevs Poyraz der heqê rewşa hevjînê xwe de axivî. 
 
NIKARE TU PÊDIVIYÊN XWE BICIH BÎNE
 
Fîrdevs Poyrazê da zanîn ku hevjînê wê zêdetirî du sal in nexweşê nav cihan e û got: “Rewşa Onder her ku diçe girantir dibe. Em li bendê ne ku ev pirsgirêk were çareserkirin. Ji bo bijî çi tişt ji dest were em ê bikin. Laşê wî êdî çûye û tekane daxwaza me ew e ku were berdan û tedawîkirin. Destê wî yê rastê û lingê wî felc in û tenê destê wî yê çepê saxlem e. Di bedena wî de tenê çavên wî saxlem bûn lê felcê li wan jî dan. Nikare biçe destavê jî. Pateyên kesên sere pê ve girê didin û ji neçarî telîsê destavê bi kar tîne. Nikare tu pêdiviyên xwe bicih bîne. Gardiyan, bi bedela pereyan pêdiviyên wî bicih tînin. Ev jî dibe sedem ku mesrefeke zêde derkeve. Gardiyan tu daxwaza wî bicih bînin, pereyan jê distînin. Mehek berê rewşa wî hinek baştir bû lê niha pir giran e. Ma ev kes bi vî halî derkeve jî dê çi zirarê bide kesekî?  Di bedena wî de tenê destê wî yê çepê saxlem e lê nikare bi wî destî jî xwarinê bixwe.” 
 
SEWQÎ ATK’Ê NAKIN 
 
Fîrdevs Poyrazê da zanîn ku ji bo hevjînê wê sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) were kirin ketiye nava hewldanan lê hemû hewldanên wî bêencam mane. Fîrdevs Poyrazê got: “Du meh berê xwest sewqî ATK’ê bê kirin. Li gel ku randewî wergirtibû jî hêj nebirine. Em dixwazin were berdan. Pêvajoyek hatiye destpêkirin û divê girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bên berdan. Rewşa Onder gelek giran e û nikare zêdetir di girtîgehê de bimîne. Di roja pêncşemê de em çûn serdana wî, rewşa wî pir xerab bû. Êdî mehkûmî erebeya astengdaran bûye. Ji ber ku tenê destekî wî saxlem e, nikare wê erebeyê jî bi kar bîne. Dema em diçin serdanê jî bo me zehmetiyan derdixînin. Ez bi xwe re du zarokên xwe dibim lêbelê nahêlin tevî zarokên xwe biçin serdanê. Dibêjin hewceye cuda cuda hevdîtin were kirin. Tenê li me ev sepan tê ferzkirin. Dema em sedema wê dipirsin jî dibêjin ‘zimanê we cuda ye.’ Dema em diçin serdanê hêj du deqe tije nebûyîn dibêjin ‘dema we qediya’ û me derdixînin. Em kengî biçin serdanê, van tiştan bi serê me tînin.” 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

13:34 Rêxistinên pîşeyî daxwaza berdana rojnameger Karabay kirin
12:51 DEM Partî: Bi milyonan zarok ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in
12:42 Polîsan êrişî CHP’iyan kirin: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
12:36 Li Qudsê li dijî otobûsê eriş: 4 kes hatin kuştin
12:28 Navenda PENa Kurd rêveberiya xwe ya nû diyar kir
11:36 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket
11:03 Qebîne dê bi serokatiya Erdogan bicive
10:59 Li Îzmîrê li dijî qereqolê êriş hate kirin
10:56 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:24 HPG: Emîne Erciyes tevî du hevrêyên xwe şehîd bû
10:14 Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang
10:01 Banê malê tebiqî: 2 zarok mirin û dayika wan bi giranî birîndar bû
09:54 Dorpêça li pêşiya CHP’ê didome
09:50 Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin
09:07 Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin
09:06 Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter bang hat kirin
09:05 Ji bo vegere karê xwe têdikoş e: Qeyûm ne xizmeta gel, ji alîgirên xwe re dike
09:05 Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN
07/09/2025
16:26 Rejîma Îranê girtiyek bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir
16:22 Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn
15:36 Di 9 mehan de li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin
15:27 Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn
14:28 Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
13:44 Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
12:41 Agirê Jiyan li Dusseldorfê derket ser dikê
10:40 Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin
10:36 Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
10:34 Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan
09:44 Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin
09:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘malbat’ê derket
09:29 Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
06/09/2025
23:11 Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel
16:38 Li Xezeyê 17 kes hatin kuştin
16:28 Bernameya meşa Bestayê zelal bû
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
16:05 Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
14:04 Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
13:36 Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
13:21 Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
12:47 Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan
12:37 Agir bi kampa penaberên şengalî ket
12:33 Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
11:56 Şandeya alman li Helebê ye
11:53 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye
11:09 Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
10:45 Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
10:14 'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
09:47 Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
09:23 Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
09:16 Şert û mercên neewle û bêparastin dibin sedema mirinê
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin