Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye, di demên dawî de hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke aliyê “li çareseriyê nayê” nîşan dide, gefan lê dixwe û dixwaze daxilî qadê bibe. Derket holê ku Tirkiyeyê ji bo kûrkirina şerê navxweyî, hewl daye Durziyan bi hev bide şerkirin. 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Tevî vê bangê jî heta niha dewlet û îktîdarê tu gavek neavêtine. Serokê Giştî yê MHP’ê di 1’ê Cotmeha 2024’an de li Meclisê silav dabû wekîlên DEM Partiyê û ji bo pêvajoyê gava ewil avêtibû. Lê gefên Bahçelî yên di demên dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, serê her kesî tevlihev dike. Piştî van gefan, Bahçelî bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê, bala her kesî dîsa li ser Sûriyeyê bû. 
 
GEFÊN BAHÇELÎ
 
Bahçelî, di daxuyaniya xwe de got ku hêj tam zelal nebûye ka PKK’î qedeme bi qedeme tev li HSD/YPG’ê bûne yan na. Bahçelî, îdia kir ku banga Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de ji bo hemû pêkhateyên rêxistinê derbasdar e û got: “HSD/YPG jî dikevin ber vê bangê... Dewleta terorê Îsraîl ji bo dabeşkirin û parçekirina Sûriyeyê hewl dide û wisa xuya dike ku HSD/YPG jî di bin bandora wê de ne.” Bahçelî, her wiha gef xwar û got heke encam li gorî daxwaza wan çênebe ew ê operasyona leşkerî li dar bixin. 
 
RASTIYÊN LI QADÊ
 
Di serî de Bahçelî û Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan her çend rayedarên dewletê bi hedefgirtina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibêjin qaşo yekitiya Sûriyeyê diparêzin û dixwazin şer bi dawî bibe jî, rastiya li qadê berevajî vê ye. Xuya dibe ku Tirkiye hewl dide şerê navxweyî gurtir bike. 
 
TIRKIYE NE ÇARESERÎ LÊ ASTENGÎ YE
 
Tirkiye, her carê mitabeqeta di 10’ê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û serokê hikûmeta demkî Ahmet El Şara de hatiye mohrkirin bi bîr dixe û dixwaze alî pê bikin. Lê di rastiyê de jî nahêle Şara xalên vê mitabeqetê pêk bîne. Di vê çarçoveyê de ji civîna li Şamê encamek derneket. Û Şara, ji ewil civîna dihat xwestin bi pêşengtiya DYA û Fransayê li Parîsê were lidarxistin taloq kir û piştre jî got dê tev li nebin. 
 
DURZÎ Û ELEWÎ
 
Hewl dide van rewşên bi pirsgirêk ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re zindî bihêle û bi komkujiyên bi destê rêveberiya Şara li bajarên Elewî û Durziyan tên kirin jî şerê navxweyî zindî bihêle. Tê gotin ku Tirkiye vî şerî jî ji bo di qadê de cih bigire, ji jinûveavakirinê para xwe bigire û tev li rêya bazirganiyê bibe ku dê li aliyê başûrê welat derbas bibe. Durziyên ku li bajarê Siwêyda û bajarên din li dijî rêveberiya Şara li ber xwe dan û daxwaza xweseriyê kirin. Li gel vê, Elewiyan jî bi avakirina Konseya Rojavaya Navîn a Sûriyeyê daxwaza xweseriyê kirin. 
 
PLANA MÎT’Ê
 
Tirkiye ku dixwaze di vê çarçoveyê de şer kûr bike jî, hinek planên Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) xist meriyetê. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê dane; MÎT’ê ji îstîxbarata Şara xwest ku vê planê bigihîne DYA’yê; armanca esasî ya planê ew e ku hêzên Heres Wetenî yên Durziyan li Siwêdayê ava kirin bên tesfiyekirin û bi vê yekê re plana Îsraîlê ji holê rakin. 
 
Naveroka planê wiha ye: 
 
“* Bi fermandariya Silêman Ebîd Baqî û Leys El Belûs ku nêzî rêveberiya Şara ne, ji Durziyên Ceremena, Sehnaya û Eşrefiyet Sehnayayê hêzeke leşkerî were avakirin û li dijî Durziyên li Siwêdayê bidin şerkirin. 
 
* Dê navê Hêzên Siwêdayê yên Welatparêz li vê koma leşkerî were kirin. 
 
* Ev hêz dê xwe weke hêza Durziyan nîşanî DYA’yê bide, mudaxileya Heres Wetenî ya di bin fermandairya Şêx Hikmet El Hicrî hatiye avakirin girêdayî HSD’ê bike û ji DYA’yê re bibêjin ku hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer dixwazin. 
 
* Mûçeyê hêza leşkerî ya tê avakirin jî dê ji hêla Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ve bên dayin. 
 
* Ev hêz dê li Siwêdayê bixebite û li bajar hêza xwe serwer bike. 
 
* Armanc jî ew e ku Durziyan bi hev bidin şerkirin. 
 
* Dê ji DYA’yiyan re bibêjin ku endamên hêza wan ji Siwêdayê ne lê bi darê zorê ji bajar hatine derxistin û niha jî ji bo parastina bajar dixwazin vegerin bajar. 
 
* Îstîxbarata Sûriyeyê dê bi rêya vê hêzê li bajar îktîdara xwe ferz bike. Dê jê were xwestin ku hêzên derve nekarin ji şerê navxweyî yê Durziyan sûd bigirin. 
 
* Dê ji ewil çekên navîn bidin van hêzan û piştî dikevin bajar jî dê çekên giran bidin wan. 
 
* Bi vê yekê re jî dê piştgiriya Îsraîlê ya ji bo Heres Wetenî were tunekirin. 
 
MA / Erdogan Altan
 

Sernavên din

13:34 Rêxistinên pîşeyî daxwaza berdana rojnameger Karabay kirin
12:51 DEM Partî: Bi milyonan zarok ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in
12:42 Polîsan êrişî CHP’iyan kirin: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
12:36 Li Qudsê li dijî otobûsê eriş: 4 kes hatin kuştin
12:28 Navenda PENa Kurd rêveberiya xwe ya nû diyar kir
11:36 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket
11:03 Qebîne dê bi serokatiya Erdogan bicive
10:59 Li Îzmîrê li dijî qereqolê êriş hate kirin
10:56 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:24 HPG: Emîne Erciyes tevî du hevrêyên xwe şehîd bû
10:14 Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang
10:01 Banê malê tebiqî: 2 zarok mirin û dayika wan bi giranî birîndar bû
09:54 Dorpêça li pêşiya CHP’ê didome
09:50 Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin
09:07 Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin
09:06 Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter bang hat kirin
09:05 Ji bo vegere karê xwe têdikoş e: Qeyûm ne xizmeta gel, ji alîgirên xwe re dike
09:05 Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN
07/09/2025
16:26 Rejîma Îranê girtiyek bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir
16:22 Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn
15:36 Di 9 mehan de li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin
15:27 Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn
14:28 Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
13:44 Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
12:41 Agirê Jiyan li Dusseldorfê derket ser dikê
10:40 Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin
10:36 Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
10:34 Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan
09:44 Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin
09:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘malbat’ê derket
09:29 Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
06/09/2025
23:11 Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel
16:38 Li Xezeyê 17 kes hatin kuştin
16:28 Bernameya meşa Bestayê zelal bû
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
16:05 Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
14:04 Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
13:36 Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
13:21 Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
12:47 Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan
12:37 Agir bi kampa penaberên şengalî ket
12:33 Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
11:56 Şandeya alman li Helebê ye
11:53 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye
11:09 Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
10:45 Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
10:14 'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
09:47 Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
09:23 Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
09:16 Şert û mercên neewle û bêparastin dibin sedema mirinê
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin