NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de 7 jê zarok bi giştî herî kêm 19 kes hatin qetilkirin.
Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de 7 jê zarok bi giştî herî kêm 19 kes hatin qetilkirin. Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 44 jê bi şev herî kêm 75 Filistînî li Xezeyê di êrişên Îsraîlê de hatin qetilkirin.
Dîrektorê Tora Saziyên Civaka Sivîl ên Filistînî yên li Xezeyê Amjad Shawa, bi Al Jazeera Arabic'ê re axivî û got ku êriş di qonaxa herî xetere de ne û got: “Em ditirsin ku civaka navneteweyî hînî dîmenên zarokên li Şirîda Xezeyê tên kuştin û ji birçînan dimirin bibin û ev kuştin tenê weke reqem bimînin.”
Li gorî nûçeya Wafa'yê; Îsraîlê li bajarokê Harîsê yê li nêzî bajarê Salfîtê yê li Şerîaya Rojava bi ser malan de girtiye û di serdegirtinê de serokê meclisa gund û gelek rêveber girtiye.
HER ROJ 28 ZAROK TÊN QETILKIRIN
Li gorî daneyên wezaretê; di êrişên Îsraîlê de ji kesên hatine qetilkirin herî kêm ji sedî 30 jê zarok in û ji Cotmeha 2023’yan heta niha her roj herî kêm 28 zarok hatine qetilkirin.
Ji destpêka şer heta niha li seranserî Xezeyê herî kêm 64 hezar û 231 kes hatine qetilkirin û 161 hezar û 583 kes jî birîndar bûne.