Xetere li ser serweriya Ermenistanê çêkirin: Dibe ku demografya biguhere

  • cîhan
  • 10:44 11 Tebax 2025
  • |

WAN - Serokê Giştî yê Partiya Ewropayê ya Ermenistanê Tîgran Khzmalyan bertek nîşanî peymana korîdorê da û got: “Ev peyman, xetereyê li ser serweriya Ermenistanê çêdike. Dibe ku rewşa siyasî, jeopolîtîk, aborî û demografyayê ya herêmê biguherîne.”

 
Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de nêzî 40 sal in ji ber Qerebaxê şer heye û di 8’ê Tebaxê de li Washingtonê bi navbeynkariya Serokê DYA’yê Donald Trump di navbera her du welatan de peymanek hate mohrkirin. Her du welat heta niha gelek caran bi navbeynkariya Moskovê civiyan lêbelê di mijara Korîdora Zengezurê ku Azerbaycan û Nahçivanê girêdayî hev dike û Qerebaxê de lihev nekiribûn. 
 
ZENGEZUR HETA 99 SALAN A DYA’YÊ YE 
 
Di hevdîtina li Washingtonê de hem peymana aştiyê hem jî peymaneke ku Korîdora Zengezurê vediguherîne bihurekek transît ku dê bandoreke mezin li Qefqasyaya Başûr bike, derket. Korîdor, ji Nahçivana ku sînorê wê bi Tirkiyeyê re heye û girêdayî Azerbaycanê ye derdikeve, li başûrê Ermenistanê ser Zengezurê derbas dibe û vê herêmê girêdayî Bakuyê dike. Bi peymana dawî re Zengezur êdî weke “Ji bo Aştî û Refaha Navneteweyî Rêgeha Trump” an jî bi kurtasî TRIPP hate navkirin. 
 
Ev demekî dirêj bû ku Bakuyê daxwaza vê korîdorê dikir. Trump, got ku Azerbaycan dikare xwe bigihîne xaka xwe Komara Xweser a Nahçivanê lê “divê rêzê ji mafên serweriyê yên Ermenistanê re bigire.” Ev herêm, ji hêla çavkaniyan ve herêmeke dewlemend û stratejîk e û mafê pêşxistina vê korîdorê dê aydê DYA’yê bin. 
 
ÎRAN Û ERMENISTANÊ BERTEK NÎŞAN DA 
 
Piştî peymanê, Îranê bi daxuyaniyekê got: “Qefqasyaya Başûr ne bêxwedî ye ku Trump bikare ji xwe re kirê bike. Ev bihurek ne milkê wî ye, dê ji bo leşkerên wî yên bipereyan bibe goristan.” Muxalefeta Ermenistanê jî bertek nîşan da. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Ewropayê ya Ermenistanê Tîgran Khzmalyan têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘XETERE LI SER SERWERIYA ERMENISTANÊ ÇÊKIR’ 
 
Khzmalyan, diyar kir ku bi vê peymanê re li ser serweriya Ermenistanê û kontrola dewletê ya li ser sînorê başûr ketiye xetereyê û got: “Bi sala ye rageşiyek hebû û bi vî awayî encambûna wê, ji bo me encameke erênî nîne. Ev rageşiyeke pir dirêj a siyasî, dîrokî, olî û şaristaniyê ye. Anku wekî hin kes dibêjin ne rageşiyeke 35 sala ye. Li Herêma Çiyayî ya Qerebaxê ku em jê re dibêjin Artsach, di navbera nifûsa Xiristiyan de rageşiyeke sedsalî ye. Piştî jihevbelavbûna Yekitiya Sovyetan bûbû komar, di dema Sovyetan de xweser bû û Federasyona Rûsyayê di 2023’yan de piştgirî dida nifûsa wê, di êrişa Azerbaycanê de xelkê wê hate sirgunkirin. Piştî van şeran, Donald Trump, Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan û Îlham Aliyev ku 22 sal in dîktatoriyê dike, vexwend. Herêma Nahçivanê û kontrola rêya Sunnî ya li ser sînorê başûrê Ermenistanê da Azerbaycanê. Muxtirayeke ecêb ku hatin û çûna di navbera Azerbaycan û Komara Turk a Asyaya Navîn serbest dike, hêviya Xelata Nobelê ya Aştiyê dide Donald Trump û temînatê dide ku Paşînyan serdemeke din jî li îktîdarê bimîne, hate mohrkirin.” 
 
QIRKIRIN BI BÎR XIST 
 
Khzmalyan, diyar kir ku peymana hatiye îmzekirin ji bo gelê Ermen tevlihev e û biçûk xistiye û wiha pê de çû: “Ji me gelek kesan ne zanî ka çi bû. Ji ber u civaka me bi bîranîna qirkirina 1915’an, piştre bi windahî û têkçûna şerê 2020’ê û piştre jî di sala 2023’yan de bi derketina Ermenan a ji Herêma Çiyayî ya Qerebaxê re travmayeke mezin jiya. Lewma niha serê xelkê tevlihev e û fêm nake ka çi dibe. Hêviya hin kesan ew e ku ev bibe dawiya çîrokê. Ez jî di nav de hinek kes dibêjin ku ev muhtira ji nûwazabûnê dûr e. Ji ber ku xwe naspêre edaletê lê xwe dispêre hêzê.” 
 
DÊ REWŞA ABORÎ Û JEOPOLÎTÎK BIGUHERE  
 
Khzmalyan, diyar kir ku roj bi roj bandora Rusyayê ya li herêmê zeîf dibe û ev tiştekî baş e û got: “Piştî 200 salan belkî cara ewil e Rus, tev li guherîna jeopolîtîk a hêzê ya girîng nebûn. Amerîkayiyan çima mudaxile kir? Heta astekî ji ber çavsoriya Donald Trump bû. Heta niha ji bo sekinandina şeran tu hewldaneke Trump bi ser neketiye. Helbet di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de niha şer tune ye. Lê Ermenistanê hewl dida li vê herêma tevlihev hevsengiyekê ava bike. Niha ew hevsengî xra bû. Ji ber ku cara ewil e di navbera Azerbaycan û tirkiyeyê de korîdoreke bejahî heye. Ev rewş jî dikare tevahiya rewşa siyasî, jeopolîtîk, aborî û demografyayê biguherîne.” 
 
XETERE 
 
Khzmalyan, got ku ew ê fikra Korîdora Zengezurê ya Aliyev û Erdogan qebûl nekin û got: “Ji ber ku li ser sînorê Ermenistan û Îranê kontroleke derî sînor dixwazin. Heta astekê karîn vê fikrê bifiroşin Trump. Ji ber ku mîna Netanyahuyê Îsraîlê, hin hêzên din ên xeyala wan ew e ku têkiliya Îranê ya bi rêyên bakur re qut bikin jî hene. Nebawerim Ewropayî bi temamî tev li vê fikrê bibin. Di esasê xwe de li gorî min Ermenistanê serweriya xwe û kontrola dewletê ya li ser sînorê başûr xist xetereyê. Û ev jî bi zexta DYA, Tirkiye, Îsraîl û Azerbaycanê pêk hat.” 
 
ASTENGIYA DI NAVBERA HER DU WELATAN DE RABÛ 
 
Khzmalyan, got ku nêzî 100 sal in Ermenistan di navbera Tirkiye û komarên Tirk ên li Asyaya Navîn astengiyek bû û got: “Niha Tirkiye wisa difikire ku dê bi rêya vê korîdorê dahatên mezin û karekî mezin jê bike. Em ê bibînin ka ev yek dê bandoreke çawa li ser serweriya Ermenistanê û hevsengiya li herêmê bike. Bi vê hevkariyê re her wiha sûcên bi dehan, bi sedan sala ye li dijî Ermen, Rum, Suryan, Kurd, Êzidî û gelek miletên din hatine kirin jî rewa dike.” 
 
PÊŞEROJ NEDIYAR E
 
Khzmalyan, anî ziman ku peyman di halê hazir de ji bo Tirkiye û Azerbaycanê weke serkeftin xuya dike û axaftina xwe wiha qedand: “Pêşeroja Ermenên ku ji bo serwerî, azadî û serxwebûna xwe şer dikin, pêşeroja Ermen, Kurd û miletên din ên li herêmê nediyar e. Li gorî min lîstika mezin xelas nebûye lê têkoşîna li dijî vê didome.” 
 
MA / Adnan Bîlen - Hîvda Çelebî
 
 
 

Sernavên din

18/08/2025
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
14:35 Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê
14:04 Dayikên Şemiyê ji bo Acarê ku 31 berê bi ‘Torosa Spî’ hatibû revandin doza edaletê kirin
13:19 Di lehiya Pakistanê de 330 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:03 NY: Ji meha Gulanê heya niha hezar û 760 filistinî hatine kuştin
12:39 Zelenski wê ji bo hevdîtina bi Trump re biçe Washingtonê
12:31 Tehliyeya girtî bi hinceta li 'qawîşa rêxistinkirî' dimîne hate astengkirin
12:27 Li Îranê êriş li qereqola polîsan hate kirin: Kesek mir
12:24 Li Siwêdayê pevçûn didomin
12:19 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
11:56 Li dijî girtiyan gefa ‘bila pêvajo bi dawî be hûn ê bibînin’ hate xwarin
11:55 Ji bo Omer Asafê bi nexweşîna SMA'yê banga alîkariyê
11:26 Civîna jinan a li Dîlokê: Bila dewlet gav biavêje
11:26 Hesabê înstagramê yê Ajansa Welat û Rojnameya Xwebûnê hatin astengkirin
11:12 Ji OHD'ê kampanyaya 'statuya fermî ji bo kurdî'
11:07 Jinên Belûc ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin
11:04 PYD û NY li Şamê hevdîtin pêk anîn
10:41 Ji civîna Trump-Putin biryara ‘lihevkirinê' derneket
10:19 Şewatên li Amedê bi mudaxileya ji bejahiyê ve hatin kontrolkirin
10:01 Li Xelfetiyê qeyûm xizmetê nake: Di vê pêvajoyê de divê qeyûm tunebin
09:34 Akademîsyenê Aştiyê Kaya: Hevdîtina bi Ocalan re dê pêvajoyê bilezîne
09:19 Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekhevî divê
09:07 Polîtîkaya AKP'ê ya der barê êzidiyên li Ewropayê
09:04 Li Korxanê hilgirên mîrateya bi sedan salan: Bêrîvan
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2025'AN
15/08/2025
16:10 Li Riha’yê jinek hat qetilkirin
16:09 Şewata li Mêrsînê di roja 3’yan de ye: Hezar û 851 kes hatin tehliyekirin
15:41 Ji KESK’ê hişyarî: Heke daxwazên me bicih neyên em ê dest bi çalakiya berdana kar bikin
15:08 Jinan bertek nîşanî Diyanetê dan: Bêyî tawîzê bidin dê têkoşîna me bidome
14:51 Li Pakistan û Hindistanê lehî rabûn: 109 kes mirin
13:47 BES-AR: Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 64.81 di bin sînorê birçîtiyê de ma
13:38 Kanyona Qizilxaçê di nava sergoyê de hatiye hiştin!
13:37 Diyanetê mafê mîrasê ya jinan hedef girt
12:28 DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran
12:00 Trump û Putîn dê îro li Alaskayê bicivin
11:48 DEM Partiyê ji wezîr Yilmaz pirsî: Êrişkirina cenazeyê di kîjan qanûn û wijdanê de heye?
11:38 Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in
10:46 Li Sirbistanê protesto: 60 sivîl û 16 polîs birîndar bûn
09:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tevî tecrîdê jî Ocalan dixwaze aqilê çareseriyê pêş bixe
09:09 'Divê em li dijî tiryakê şiyar bin'
09:08 ‘Her kêliya Koçero ji bo têkoşînê bû'
09:07 Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e?
09:00 ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2025’AN
08:41 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
14/08/2025
21:55 Li Amedê 'Meşa Civaka Demokratîk'
16:24 Erdogan ji bo pêvajoyê peyama ‘gava nû’ da
16:23 Welat Zal li ser gora xwe hat bibîranîn
15:07 Îmzeyên li dijî qirkirina daristanan hatin komkirin şandin Meclisê
14:58 Der heqê çawişê pispor ê destê zarokekî şikandî de serlêdana sûc hat kirin
14:26 Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:20 Şîna ji bo Metîn Arslan hatibû danîn bi dawî bû
14:18 ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
14:15 Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin
14:05 Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin
14:01 Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest
13:09 Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
11:32 Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe
10:56 Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
10:44 Parêzer Epozdemîr hate girtin
09:54 Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
09:49 10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye
09:27 Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
09:22 'Ji bo aştiyê hiqûq, edalet û demokrasî divê'
09:21 Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e
09:01 ‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
09:00 Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
09:00 Li Hewagê hevdîtina jinan
13/08/2025
22:26 'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'
16:32 Li jina ku daxwaza ‘were emniyetê’ red kirî heqaret hate kirin
16:29 Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir