STENBOL - Di wêneyên ku ajansa me ji depoya HepsiJETê bi dest xistiye de, tê dîtin ku xwarin ne paqij e, daşir qirêjî ne û av nayê. Ev yek nîşan didin ku karker di warê fesixkirina peymana kar de mafdar in.
Bîst û heşt karkerên depoya HepsiJET li Esenyurt a Stenbolê, di navbera 14-16'ê Tîrmehê de peymanên xwe yên kar betal kirin û ji kar derketin. Karkerên ku şert û mercên xirab ên xebatê protesto kirin, di 23'yê Tîrmehê de li ber depoya HepsiJET a li Esenyurtê dest bi grevê kirin. Karker, bi daxwaza li depoya lê dixebitin tenduristî, xwarin, dema xebatê û ewlehiya kar bên sereraskirin greva xwe didomînin.
Hin karkerên di grevê de bi rêya parêzerên xwe daxwazên xwe bi daxwaznameyekê ragihandin fîrmaya taşeronê ya TRW'yê ya HepsiJET'ê. Fîrmaya taşeron a HepsiJET'ê jî di 23'yê Tîrmehê de îxtarnameyek ji karkeran re şand. Di îxtarnameyê de hat derpêşkirin ku şîrket li gor pîvanên Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar tevdigere û hat îdiakirin ku meaşê karkeran hatiye dayîn.
DÎMEN ŞÎRKETÊ PÛÇ KIRIN
Dîmenên ku Ajansa Mezopotamya (MA) xwe gihand wan, îxtarnameya fîrmaya taşeron TRW'yê ya HepsiJET'ê pûç kir. Di dîmenan de tê dîtin ku xwarin bi awayek nerêkûpêk li ser dezgeha Benmarî tê dayîn û streçên li ser kuwetên xwarinê nîvî hatine rakirin û nîviyê din jî di nava xwarinê de ne. Her wiha qirêjiya cihê ku xwarin lê tê dayîn jî balê dikişîne. Din dîmenên ku daşir lê ne jî tê dîtin ku av naherike. Her wiha di dîmenan de tê dîtin ku qapaxa klozetê şikestî ye û derdora wê di nava heriyê de ye.
Welat Çakir diyar kir ku sedemeke wan a fesixkirina peymana kar jî ew e ku dengê wan bê bihîstin. Çakir got: "Ji ber ku midûr û patron me wekî muxatab esas nagirin me peymana kar fesix kir." Çakir bilêv kir ku di şert û mercên xirab de dixebitin û rêveber tu tiştî nakin û got ku gava karker giliyên xwe dikirin jî bi mobbîngê re rû bi rû diman. Çakir got: "Li vir tam 5 rojan av neherikî û 120 kes li vir dixebitin. Ma wiha dibe! Ne li daşirê av hebû ne jî çay didan karkeran û ne jî ava vexwarinê. Di vê germahiyê de vantîlatorek jî tuen bû. Hin hevalên me bi saetan li ser pêyan dixebitin. Em di vê germahiyê de bêyî av hebe dixebitîn. Ji ber ku me ev qebûl nekirin, em niha li ber xwe didin. Ewlehî û tenduristiya kar tune ye. Hevalên me qeza dikin, wan nabin nexweşxaneyê. Gava em nexweş dikevin an jî ji ber kar qezayekê dikin, ji meaşên me prîmên me dibirîn. Xwraina wan jî bi pirsgirêk bû. Kesê xwarinê belav dikir û yê daşirê paqij dikir heman kes bûn. Helbet em bêhurmetiyê li keda wan mirovan nakin. Lê neheqî li wî mirovî jî dihat kirin. Çimkî hem daşirê pê didan paqijkirin hem jî bêyî bone û lepikekî bidin wî xwarinê pê didan belavkirin."
Çakir bibîr xist ku “Hepsi Burada” û HepsiJET heman şîrket in û got ku ev şîrket pereyekî mezin qezenc dikin. Çakir destnîşan kir ku ji ber ku mafên wan dihatin binpêkirin bûne endamê sendîkayê û got ku ew ji bo mafên xwe li ber xwe didin. Çakir di dawiyê de got: "Heya em mafên xwe bi dest bixin em ê li ber xwe bidin."
MA/ Omer Îbrahîmoglû