AMED - Welatî ji fiyetên guncaw ên Tesîsên Civakî yên Fîskayayê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat vekirin razî ne û dixwazin li bajêr hin tesîsên din jî bên vekirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 12'ê Hezîranê de li semta Fîskaya ya Sûrê Tesîsên Civakî yên Fîskayayê vekir. Tesîs, bi eleqeyeke mezin a welatiyan re rû bi rû ye. Ji xwendekaran heya teqawidan gelek kes diçin tesîsê û malbat jî bi zarokên xwe re wextê wxe lê derbas dikin û bi fiyetên erzan tişta dixwazin bi dest dixin. Her wiha li tesîsê xwendekarên zanîngehê jî tên îstihdamkirin.
Welatiyên hatin tesîsê dixwazin gelek tesîsên bi vî rengî li bajêr bên vekirin.
Gulsum Çakiciyê ku bi zarokên xwe re serdana tesîsê kir, kêfxweşiya xwe ji bo bihayên erzan anî ziman. Gulsum Çakiciyê destnîşan kir ku tesîsên wiha ji navendên kirînê balkêştir in û got: "Di warê civakî de ji bo me pir girîng in. Hewaya vekirî ji bo mirovan çêtir e. Em kafeyên li derve yên xweşik û rihet ên wekî vê dixwazin, cihên ku mirov dikarin tê de civakî bibin."
Xwendekara zanîngehê Beyza Nûr Karacayê destnîşan kir ku xwendekar di şert û mercên pir dijwar de ji bo debara xwe têdikoşin û got: "Ez ji herêma Deryaya Reş têm. Em ji bo vê derê spasiya şaredariyê dikin. Ez dixwazim cihên bi vî rengî yên din jî bên çêkirin."
Mucahit Kaya diyar kir ku divê hejmara tesîsên civakî were zêdekirin û got ku kesên ku bi xizaniyê re têdikoşin hewceyî tesîsên bi vî rengî ne.
Alî Kiliç ku li taxa Fîskayayê ji dayik bûye û mezin bûye, destnîşan kir ku tesîs li gorî karaktera taxê hatiye çêkirin û got: "Cihêkî pir xweşik e. Dîmen û qalîte baştir kirine. Xelk kêfxweş û razî ye. Ger cihên wiha bêtir werin avakirin, xweştir be."
Xwendekara zanîngehê Sema Nûr Yildiz ku li tesîsê dixebite, got: "Ez xwendekar im û ez bi zehmetî debara xwe dikim. Şaredariya me sax be, piştgiriyê dide me. Hem ji hêla demjimêrên xebatê ve û hem jî ji hêla mûçeyên ku em distînin ve pir alîkariya me dike. Ji ber ku biha erzan in, eleqeyek mezin a mirovan heye."
Ozcan Ortaç, Koordînatorê Giştî yê Tesîsên Civakî yên Fiskayayê, diyar kir ku ev tesîs li ser daxwaza gel hatiye vekirin. Ortaç diyar kir ku ew bi tîmeke ji 30 kesan pêkhatî xizmetê ji gel re dikin. Ortaç destnîşan kir ku tesîsa civakî ya şaredariyê ji bo welatiyan, tevî xwendekarên zanîngehê, derfetên kar jî diafirîne. Ortaç her wiha diyar kir ku ew plan dikin ku şaxeke duyemîn vekin.