STENBOL – Rêxistinên heq û hiqûqê yên li Tirkiyeyê ji bo mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Hayatî Kaytan û Civan Boltan danezan pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) kirin û xwestin ku biryarên DMME’yê cihbici bikin.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Cezayê de (CÎSST), Baroya Amedê, Baroya Wanê, Baroya Colemêrgê, Baroya Rihayê û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) danezaneke pêşkêşî KW KE kirin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), cezayê muebbeda girakirî ya bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan biryara “binpêkirina mafê hêviyê” û xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) da. Rêxistinên heq û hiqûqê cara çaremin danezan pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) kir.
BIRYARÊN KOMÎTEYÊ HATIN BÎRXISTIN
Komîteya Wezîran dê dosyaya koma Gurban (Gurban, Ocalan-2, Kaytan, Boltan) di civîna xwe ya Îlona 2025’an de binirxîne. Rêxistinên maf û hiqûqî di danezana xwe berê civîna Îlona 2024’an de, biryara Komîteyê ya 'eger Tirkiye di warê mafê hêviyê de reformên hiqûqî yên şênber pêk neyne, ew ê talîmat bide Sekreteryayê ku ji bo nirxandina xwe ya di Îlona 2025’an de biryarek demkî amade bike' bi bîr xistin.
DAXUYANIYÊN BAHÇELÎ HATIN BÎRXISTIN
Di danezanê de, daxuyaniyên Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî yên der barê misogerkirina mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan û daxuyaniyên Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ku dê tu rêziknameyên qanûnî yên der barê mafê hêviyê de neyên derxistin, hatin bibîrxistin. Di danezanê de wiha hat gotin: "Daxuyaniya Wezîr Yilmaz Tunç nîşan dide ku hikûmet dê tedbîrên giştî bicih neyne."
MA / Dîren Yurtsever