ENQERE – Di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de ji hezar û 500’î zêdetir civîn bi gel re hate kirin. Gel di civînan de baweriya xwe ya bi Abdullah Ocalan anî ziman û li dijî pênaseya desthilatê ya “Tirkiyeya bêteror” bertek nîşan dan.
Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di çarçoveya mercên demokratîk û aştiyane de gelek gav hatin avêtin. Piştî bangê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azas (TJA), Buroya Asrin Hiqûq, rêxistinên ked û pîşeyî ve li 140 navendî “Civînên Gel ên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk” hatin lidarxistin. Di civînan de bi hezaran welatî beşdar bûn û bang, pêvajo hate nirxandin. DEM Partiyê û saziyên din di 1’ê Hezîranê de li Kurdistan û li Tirkiyeyê biryara civîna li 2 hezar navendî da. Herî kêm li hezar û 500 navendî civînên gel pêk hat. Civînên gel dê hata 31’ê Tîrmehê bidomin.
EGE Û ANATOLIYA NAVÎN
DEM Partî û saziyên din, daneyên civînên ku heta 18’ê Tîrmehê çêbûne, parve kir. Li gorî agahiyan li herêma Egeyê 166 civînên gel hatine lidarxistin. Li Îzmîrê 104, Manîsa 20, li Antalya 16, li Aydinê 15, li Muglayê 7, li Denîzliyê 2, li Uşakê 2 civîn hatine lidarxistin. Li gorî daneyên DEM Partiyê heta dawiya mehê dê herî kêm 52 civînên bên lidarxistin. Li Antoliya Navîn 44 civîn hate lidarxistin. Li Enqereyê 26, li Konyayê 3, li Eskîşehîrê 3, li Kayseriyê 6, li Kirşehîrê 6 civînên gel hatin lildarxistin.
LI MARMARAYÊ 77 CIVÎN HATE LIDARXISTIN
Li herêma Marmarayê dora 77 civîn hate lidarxistin. Li Stenbolê 47, li Kocaelî 4, li Sakaryayê 3, li Tekîrdagê 3, li Edîrneyê 1, li Kirklarelîl 1, li Bursayê 12, li Yalovayê 2, li Çanakkaleyê 2, li Balikesîrê 3 civîn hate lidarxistin.
LI BAJARÊN KURDISTANÊ PLANA 932 CIVÎNAN
Li bajarên Kurdistanê gelek civîn hatiln lidarxistin. Li Amedê 77, li Rihayê 150, li Dîlokê 42, li Mereşê 6, li Semsûrê 6, li Meletiyê 3, li Erzînganê 1, li Xarpêkê 12, li Çewlîgê 13, li Dêrsimê 13, li Şirnexê 51, li Êlihê 193, li Sêrtê 74 civînên gel hatin lidarxistin. Li van bajaran 932 civîn tên plankirin.
LI ÇUKUROVA Û SERHEDÊ
Li Hatayê 11, li Osmaniyeyê 2, li Edeneyê 21, li Mersînê 36 civîn hatin lidarxistin. Liv an bajaran heta 31’ê Tîrmehê dê 59 civînên din bên lidarxistin. Civînên li bajarên Sehedê wiha ne: Li Agirî 62, li Erdexanê 5, li Îdîrê 19, li Mûşê 8, li Erziromê 17, li Colemêrgê 29, li Wanê 43 civîn hate lidarxistin. Heta dawiya mehê dê civîn bidomin.
GEL BI ABDULLAH OCALAN BAWER E
Li gorî daneyan rojeva sereke banga Abdullah Ocalan û rapora kongreya PKK’ê bû. Di civînan de gel fikarên xwe yên li dijî desthilatê û baweriya xwe ya bi Abdullah Ocalan anîn ziman. Herwiha di civînan de hate destnîşan kirin ku “divê hemû bar û berpirsiyarî ji Abdullah Ocalan re neyê hiştin divê partiyên siyasî, saziyên demokratîk, tevgerên jin û ciwanan û hemû gel xwedî li pêvajoyê derkevin.”
GEL PÊNASEYA ‘TIRKIYEYA BÊTEROR’ QEBÛL NAKE
Yek ji mijarên herî girîng ên ku di civînan de hat nîqaşkirin, meseleya girtiyên nexweş û girtiyên siyasî bû. Gel pêşniyar kir ku DEM Partî û saziyên din ji bo berdana girtiyan planeke çalakiyê ya lezgîn amade bikin. Mijareke din a ku di civînan de hat nîqaşkirin, pênaseya desthilatê ya "Tirkiyeya Bêteror" bû. Welatiyan di her civînê de nerazîbûna xwe ya li hember vê pênaseyê anîn ziman. Di civînan de hat destnîşankirin ku AKP û MHP ji bo leşker û polîsên ku di dema şer de jiyana xwe ji dest dane eleqeyek mezin nîşan dane, lê heman hesasiyet ji bo gerîla û sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane nehatiye hîskirin. Bereksa vê, DEM Partî jî di vî warî de kêma maye û divê ku nêzîkatiya xwe baştir bike.
KOMÎSYON DÊ ÇI BIKE?
Di civînan de, li ser mîsyona komîsyona ku dê li Meclisê bê damezrandin jî nîqaş hate kirin, pirsa zexta li ser ziman, çand û nasnameya Kurd dê çiqas di rojeva komîsyonê de cih bigire hate kirin.
MA / Mehmet Aslan