WAN - Berîvan ku her roj di rêyên dijwar re ber bi Deşta Sunduz a li navçeya Miksê ve dimeşin, diyar kirin ku ew heqê keda xwe nagirin û ji ber krîza aborî ew ê dest ji sewalvaniyê berdin û koç bikin.
Deşta Sunduzê ku li navçeya Miks a Wanê ye, hem çavkaniya debarê ya gelê herêmê ye hem jî navenda sewalvaniyê ye. Bi germbûna hewayê re, koçerên ku ji gelek deveran tên ber bi Deşta Sunduzê ve diçin. Barê herî giran li ser milê berîvanan e. Berîvanên ku serê sibê, piştî rêyeke 25 kîlometreyî ya dijwar digihên cihê sewal lê ne, şîr didoşin. Ev kar, rojê du caran tê kirin. Ji ber vê bandorê hem li bêrîvaan hem jî li şivanan dike.
Koçer, qismek penêr û mast ji bo debara xwe , qismek jê jî ji bo zivistanê bixwin hiltîin. Koçeran bal kişand ser krîza aborî ya bandor li xwedîkirina heywanan dike û gotin ku ji ber vê her roj hejmara heywanan kêm dibe.
Berîvanan behsa zehmetiyên ku dikişînin kirin.
Naciye Sagmî behsa jiyana li zozanan kir û got: "Em serê sibê tên zozanan da ku pezên xwe bdioşin û li dora saet 6:00'ê êvarê vedigerin. Em debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin. Karekî din tune. Zarokên min naxebitin ji ber ku kar tune ye û dahatiyek din jî tune. Em ji bo heywanên xwe ji hikûmetê tu piştgirî wernagirin. Em neçar in ku li pezên ku em dikirin xwedî derkevin. Em îsal hatin zozanan, lê em plan nakin ku careke din wiha bikin. Niha sê malbat tên zozanan. Ji ber ku em nikarin şivanekî bigirin, zarokên me wekî şivan dixebitin. Ji ber vê rewşê, dibe ku ji niha û pê ve êdî em nikaribin werin zozanan."
BAREKÎ GIRAN E
Naciye Sagmiyê anî ziman ku xwedîkirina heywanan bûye mesrefeke aborî ya girîng û got: "Em wesayatîtan kirê dikin. Rêyên me xirab in û em nikarin vê rêyê çêbikin. Ji ber ku rê xirab in, em carinan li çiyayan dimînin. Tewra dema ku em diçin jî, em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Zarokên me şivan in û ji ber ku şebekeyek tune ye, kes nizane ka tiştek bi wan tê yan na. Em tenê rewşa wan dizanin ger em sibehê werin çiyayan. Ger ev berdewam bike, êdî tu kes ji me nayê çiyayan. Ji ber sedemên aborî, em gelek heywanan xwedî nakin. Ev tê vê wateyê ku şîr kêm e. Em nikarin şîr û penêr bifroşin kesên ku dixwazin bikirin. Ger me derfet hebûya û şert û mercên aborî guncan bûna, min ê 200 pez xwedî bikira."
LI GUND TENÊ 200 MIH MANE
Hatîce Tenliyê diyar kir ku hemû debara wan bi xwedîkirina heywanan ve girêdayî ye û got: "Em hîn jî vê yekê tehemûl dikin ji ber ku em ji axa xwe hez dikin. Çiqas krîza aborî me bixe bin zextê jî, em naxwazin gund û zozanên xwe terk bikin. Em dixwazin bêtir heywanan xwedî bikin, lê budçeya me destûrê nade. Rêyên ku diçin zozanan jî pir xirab in û wesayîtên me nikarin derbas bibin. Me berê serî li şaredariyê da, lê me tu bersiv negirt. Ev heywan tenê çavkaniya dahata me ne. Di salên berê de, me bi gundiyan re keriyek pez hebû ku me berê ew dianîn zozanan. Lê niha, ji ber zêdebûna bihayan gelek gundiyan heywanên xwe firotine ji ber ku nikarin pere qezenc bikin. Niha, gund 150 pezî xwedî dike. Tenê daxwaza me ji rayedaran ev e ku demidlest rê were çêkirin."
'EM KOÇ BIKIN'
Nezaket Kamazê ku diyar kir ku ew ê ji ber tengasiyên aborî koç bikin, got: "Şeş zarokên min hene û yek ji wan jî naxebite. Ez debara xwe dikim. Ez bi heywanên xwe debara xwe dikim. Krîza aborî bandoreke kûr li ser her kesî kiriye. Kes nikare debara mala xwe bike. Em ê ji ber tengasiyên aborî koç bikin. Ger derfeta me li vir hebûya, em ê neçûna. Kî dixwaze gundê xwe, cihê jidayikbûna xwe biterikîne? Par, 100 pezên min hebûn, lê niha ev hejmar daketiye 50. Li gund hema hema kes nemaye û her kes ji ber zehmetiyên aborî koç kiriye."