RIHA - Dîcle Aksu ku têkildarî Girtîgeha Tokatê rapor amade kir, anî ziman ku ji ber sepana lêgerîna nava dev girtî ev 8 meh in ji mafê xwe yê tenduristiyê bêpar hatine hiştin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, di 7’ê Tîrmehê de binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tokatê tên kirin, aşkera kir. Di raporê de zexta lêgerîna nava dev, astengkirina tehliyeyan, bicihkirina kamerayan a li odeya hevdîtina bi parêzeran re û gelek binpêkirinên din hatin rêzkirin. Her wiha hate gotin ku mafê xwegihandina xizmetên tenduristiyê jî tê binpêkirin.
Ji parêzerên çûne serdana girtîgehê Dîcle Aksu da zanîn ku bi 14 girtiyan re hevdîtin kirine. Dîcle Aksu, diyar kir ku gazinên girtiyan ên di dema berê de berdewam in û got: “Ev pirsgirêk jî piranî pirsgirêkên tenduristiyê ne. Yek ji pirsgirêka herî girîng jî lêgerîna nava dev e. Helwesta alîgir a Lijneya Îdare û Çavdêriyê yek ji gotinên girtiyan bû. 18 girtiyên siyasî hene. Yek ji wan ev saleke di hucreyekê de tê ragirtin.”
'GIRTIYÊN KU EV 8 MEH IN TEDAWÎ NEBÛN HENE’
Bi domdarî Dîcle Aksu bi lêv kir ku li girtiyên li dijî sepana “lêgerîna nava dev” derdikevin cezayê disiplînê tê birîn û got: “Girtî qebûl nakin ku dema diçin nexweşxaneyê biçûk bên xistin. Lê dîsa jî dev ji vê sepanê bernadin. Ji ber sepana lêgerîna nava dev, hinek girtî ev 8 meh in ji mafê xwe yê tenduristiyê bêpar mane. Ji van girtiyan hin jê rewşa wan giran e. Omer Yaman got ku çavê wî yê çepê bi temamî nabîne. Ji ber ku neçû nexweşxaneyê, nehat teşhîskirin ka çima çavê wî kor bûye Hasan Demîrtaş jî nexweşê behçetê ye. Got ku di sing û gurçikên wî de xesar heye. Heke ev nexweşî were paşguhkirin, carnan rê li ber mirinê vedike.”
BANG LI WEZARETÊ KIR
Dîcle Aksu, ragihand ku tehliyeya 5 girtiyan ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatiye taloqkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek caran bi ser qawîşan de digirin û girtî êdî bêzar bûne. Çalakiyên civakî jî pir zêde hatine bisînorkirin. Salê tenê carekê qursên tembûrê didin. Tişta li wir li girtiyan tê kirin, îşkence ye. Banga me ji bo Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK), Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK), Wezareta DAdê û Wezareta Tenduristiyê ew e ku li van girtîgehan venêrînê bikin, rê li ber binpêkirinên mafan bigirin û raporên me esas bigirin.”