NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşenbîr û siyasetmedar jî di nav de gelek kes dê ji bo şopandina torena PKK’ê ku dê di çarçoveya banga Abdullah Ocalan de li Silêmaniyeyê were lidarxistin, dê ji Amedê bi rê kevin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara ewil bangekî bidîmen parve kir. Piştî vê bangê, her kes li çaverêya torena PKK’ê ye ku dê li Herêma Federe ya Kurdistanê were lidarxistin. Di peyama bidîmen de Abdullah Ocalan got: “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakî tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.”
Çavê Kurdistan, Tirkiye û cîhanê li torena ku dê li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê were lidarxistin e.
Bi organîzekirina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re dê gelek rewşenbîr, nivîskar û rojnameger ji Amedê biçin Silêmaniyeyê.
PARTIYÊN SIYASÎ
Partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê, komele û rêxistinên civaka sivîl ku ji bo torenê hatine vexwendin û li bendê ye nûneran bişînin ev in:
Partiya Şoreşger, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Çep a Kesk, Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Halk Evlerî, Partiya Çep, Partiya Saadetê, Partiya DEVA’yê, Partiya Gelecekê, YRP, CHP û Partiya Vatanê.
Li bendê ye ku hevserokên giştî û hevberdevkên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK9, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk jî ji bo şopandina torenê biçin Silêmaniyeyê.
PARTIYÊN KURDISTANÎ
Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Însan û Azadî (PÎA), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiyeyê (PDK-T), Partiya Azadî, Hereketa Azadî, Komeleya Kurd a Şoreşger Demokratîk (DDKD), PDK-Bakur.
BARO Û RÊXISTINÊN HIQÛQÊ
Baroyên li Kurdistanê, Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Weqfa Aştiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê, Înîsiyatîfa Maf û Edaletê, Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Aştiyê û MAZLUMDER.
RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL Û KARSAZ
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Odeyên Endezar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ), Konfederasyona HAK- ÎŞ’ê, Komeleya Pîşesazên Tirk û Karsazan (TUSÎAD), Komeleya Pîşesazên Serbixwe û Karsazan (MUSÎAD), Komeleya Pîşesaz û Karsazên Amedê (DÎSÎAD), Komeleya Pîşesaz û Karsazên Başûrrojhilat (GUNSÎAD), Yekitiya Ode û Borsayan a Tirkiyeyê (TOBB), Federasyona Komeleyên Karsazên Rojhilat û Başûrrojhilat û Yekitiya Şaredariyan a Tirkiyeyê.
RÊXISTINÊN ELEWÎ Û JINAN
Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, tevgerên feminîst, Federasyona Elewî Bektaşî (ABF), Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD), Federasyona Elewiyan a Tirkiyeyê (ADFE), Konfederasyona Yekîneyên Elewiyan a Ewropayê (AABK), Navenda Giştî ya Komeleyên Çanda Elewî (AKD), Komeleya Şêx Seîd, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Kongreya Îslama Demokratî (DÎK), Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MEBYA-DER), Federasyona Hiqûq Piştvaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAD-FED) û Hewldana 78'iyan.
MALBATÊN ROBOSKÊ Û GEZIYÊ
Înîsiyatîfa Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, Dayikên Şemiyê, Malbatên Roboskê, Malbatên 10’ê Cotmehê, Malbatên Pirsûsê û Malbatên Geziyê.
NÛNERÊN JI GELÊN CUDA JÎ DÊ TEV LI BIBIN
Ji gelên Suryan, Ermen, Çerkes, Ereb, Laz û Azerî jî li bendê ye gelek kes torenê bişopînin. Her wiha, zêdetirî 100 rojnameger, nivîskar, rewşenbîr û parastvanên mafên mirovan jî dê yekser torenê bişopînin.