ÎZMÎR - Serokatiya Daîreya Agikujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê daxuyand ku di mehekê de li Îzmîrê midaxileyê 3 hezar û 300 bûyerên şewatê hatiye kirin û diyar kir ku di van şewatan de 26 hezar hektarên erd şewitîne.
Serokatiya Daîreya Agikujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê têkildarî şewatên mehekê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber şewatan, qadên daristanan û erdên cotkariyê zirar dîtine û 26 hezar û 260 hektar erd şewitiye.
Li gorî daxuyaniyê di şewatan de herî zêde mêrg û daristanan zirar dîtine û 5 hezar û 574 hektar daristan, 8 hezar hektar mêrg, 5 hezar û 485 devî, 4 hezar û 370 sklerofil (gîhayê şibhê devî) şewitîne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li 3 hezar û 300 bûyerên şewatê midaxile hatiye kirin û hezar û 800 hektar erdê çandiniyê zirar dîtiye. Herwiha hate gotin ku 180 hektar zeytûngeh û 155 hektar baxçeyên fêkiya û 130 hektar mêrg şewitiye.