ANTALYA - Meclisa Jinan a KESK a Antalyayê Devrîm Molê destnîşan kir ku di danûstandinên TÎS'ê de jin hatine paşguhkirin û got ku divê wekheviya zayendî were misogerkirin.
Her çend nîqaşên li ser Peymanên Kar ên Giştî (TÎS) yên der barê nêzîkî 600 hezar karkerên di sektora giştî de berdewam dikin jî, jin li hember vê pêvajoyê ku ji wan serbixwe tê meşandin bertek nîşan didin. Devrîm Mol, endama Meclisa Jinan a Antalyayê ya Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK), got ku daxwazên ku wan di pêvajoya TÎS'ê de anîne ziman bi salan e hatine paşguhkirin. Devrim Molê destnîşan kir ku ew daxwaza karekî ewle û hawîrdoreke xebatê ya bêtundiyê dikin.
DAXWAZÊN JINAN
Devrîm Molê xwest ku li cihên kar kreşên belaş û kalîfîye werin vekirin, betlaneyên dema zarokanînê û şîrdayînê werin zêdekirin û di terfîkirin û tayînkirinên îdarî de wekheviya zayendî were misogerkirin. Devrîm Molê her wiha destnîşan kir ku daxwaz hene ku 8'ê Adarê wekî betlaneya fermî were ragihandin û Wezareta Jinan were damezrandin. Devrîm Molê anî ziman kir ku divê mekanîzmayên bibandor li dijî taciz û mobîngê li cihên kar werin avakirin û xwest ku di rewşên tacîza devkî, fizîkî û cinsî de daxuyaniyên jinan werin berçavgirtin û divê ceza neyê kêmkirin. Devrîm Molê destnîşan kir ku di pêvajoyên wekî tundûtûjî, mobîng û destjihevberdanê de, divê daxwazên tayînkirin û guhertina cihê karkerên jin bêyî daxwaza belgeyan werin bicîhanîn. Devrîm Molê desthilatê û sendîkayên alîgirê desthilatê ji ber nebicîhanîna daxwazên wan berpirsiyar dibîne û got: "Pirsgirêkên jinan tên paşguhkirin, maseya TÎS'ê ji bo jinan kar naxebite."
Devrîm Molê destnîşan kir ku divê temsîliyeta jinan di sazî û sendîkayên giştî de were zêdekirin û got ku li şûna şêwazên xebatê yên nerm ên li ser jinan tên ferzkirin, divê xizmetên lênêrîna zarok û extiyaran ji hêla dewletê ve bi awayekî belaş û gihîştî werin dabînkirin.
Devrîm Molê diyar kir ku divê Qanûna Hejmar 5510 ku hemû karmendên giştî eleqedar dike, were betalkirin û got: "Ev qanûn bêewlehiyê kûrtir dike. Ew dibe bingeha avahîsaziyê ya newekheviyê ji bo karmendên cemaweriyê yên jin."