STENBOL – Serokwekîlê TTB’ê Zeydan Karalar, Şaredarê Semsûrê Abdûrrahman Tûtdere û Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Mûhîttîn Bocek û gelek kesên din hatin binçavkirin.
Zexta li dijî şaredariyan didome. Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî “Rêxistina sûc a Azîz Îhsan Aktaş” dabû destpêkirin de, der barê 10 kesan de biryara binçavkirinê hate dayîn.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê û Serokwekîlê Yekitiya Şaredarên Tirkiyeyê (TTB) Zeydan Karalar, Şaredarê Semsûrê Abdûrrahman Tûtdere û Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Mûhîttîn Bocek hate binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de, Wekîlê Şaredar Ahmet Şahîn ê ku beriya demekê li şûna Şaredarê Bûkçekmece Hasan Akgun hatibû hilbijartin jî hate girtin.