ŞIRNEX - “Pêşbirka Wênekêşiyê ya Bajarê Nûh” a li Şirnexê di 24’ê Sibatê de bi şirîkiya gelek saziyên fermî ve hatibû lidarxistin. Hat zanîn ku xelata pereyan a 12 beşdarên serkeftî, nehatiye dayîn.
Di 24’ê Sibatê de serlêdanên “Pêşbirka Wênekêşiyê ya Bajarê Nûh” a ku bi hevkariya Walîtiya Şirnexê, Zanîngeha Şirnexê, Gerînendeya Çand û Tûrîzmê ya Zanîngeha Şirnexê ve hatibû sazkirin, hatibû destpêkirin. Encamên pêşbirkê di 1’ê Adarê de hate aşkerakirin. Di pêşbirkê de 36 wêne bi dereceya yekemîn, duyemîn, sêyemîn û xelata mansîyonê ve hate xelatkirin. Ji bo her wênekêşek wek xelat 25 hezar, 20 hezar, 15 hezar, 5 hezar û 4 hezar TL hatibû veqetandin. Lêbelê tevî ku 4 meh derbas bûne jî hêj xelata 12 beşdaran nehatiye dayîn.
GOTIN ‘DÊ DI NAVA MEHEKÎ DE BÊ DAYÎN’
Wênekêşên beşdar ku hêjayî xelata yekemîn, duyemîn, sêyemîn û mansîyonê hatibûn dîtin, tevî ku çend caran bi saziyên rayedar re ketine peywendiyê jî her carê ji wan re gotine “dê xelatên we bên dayîn.” Daxuyaniya fermî ya ku ji aliyê Zanîngeha Şirnexê ve hatiye dayîn de wiha hate gotin: “Xelatên pêşbirkê, piştî lişhevkirina bi sponsoran re herî dereng dê di nava mehekî de bên dayîn.”
BÊDENGÎ DIDOME
Heta niha tu daxuyaniyek têkildarê nedayîna xelatan de nehatiye dayîn, wênekêş dixwazin ku pêvajo bi awayeke zelal rêve biçe. Walîtiya Şirnexê, Zanîngeha Şirnexê, Gerînendeya Çand û Tûrîzmê ya Zanîngeha Şirnexê têkildarê mijarê bêdeng in.
Beşdar, tavilê dixwazin ku xelatên wan bên dayîn.