COLEMÊRG - Seferî Yilmaz ku di sala 2005’an di dema nîqaşên têkildarî çareseriyê de kesên hewl didan bombeyê biavêjin pirtûkxaneya wî dema sûc dikirin girtibû, got: “Li dijî rantxwirên şer divê her kes bi şev û roj ji bo aştiyê bixebite.”
Seferî Yilmaz, di sala 2005'an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê 2 çawişên pispor ên hewl didan bombeyan li Pirtûkxaneya Ûmût a di destê wî de biteqîne li ser sûc girt. Di 2005’an de li dijî rêbazên leşkerî nîqaşa çareseriya pirsgirêka Kurd a bi diyalogê bê çareserkirin dest pê kiribû. Yilmaz, diyar kir ku divê her kes ji bo parastina aştiyê li dijî provokasyonan biçe qadan. Yilmaz, têkildarê pêvajoya ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd ve dest pê kiribû ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku pirsgirêka ku divê li ser maseyê bê çareserkirin nehatiye çareserkirin loma şer rû da ye.
Yilmaz, destnîşan kir ku ger derfeta gotûbêjê heba dê şer derneketa û wiha axivî: “Ger wê demê her kesê bikarîba bi awayeke azad fikrê xwe vebêje, dê ev şer derneketa. Siyaseteke demokratîk, azadiya rêxistinbûnê û weke gelên din em xwedî nasname buna dê ev şer 50 salan nedomanda. Têkoşîna ku bi şer ve hatiye kirin, gihîştî vê qonaxê. Êdî ji vir û şûn de tu hêzeke asîmîlasyonîst, dewlet û desthilat nikare Kurdan înkar bike. Lewre Kurd êdî xwediyê hişmendiyê ne. Jixwe bi dawîanîna têkoşîna nayê wateya ku pirgirêk çareser bûye; têkoşîna esasî niha dest pê dike. Bi rêxistinên nû, bi derfetên nû, bi meclisên nû û bi komunên nû ve dê xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe bidomînin.”
‘DEWLET NIHA POLÎTÎKAYA RAWESTE-BIBÎNE DIŞOPÎNE’
Yilmaz ê ku bal kişand ser paradîgmaya Ocalan wiha pê de çû: “Ev têkoşîn li Amerîkaya Latîn û li welatên dîtir çawa hatibe çareserkirin, tecrubeyeke wê ya çareseriyê heye. Di navbera dewlet û rêxistinan de demên dirêj in ku rêbazên nû tên loklandin. Ev bang ne tenê di Sibatê de hatiye kirin. Rêzdar Ocalan, di agirbestên di 91, 93, 95, 96 de kete lêgerîna muxatabekî. Mixabin heta niha tu muxatabekî derneketî. Pirsgirêka Kurd bi sedsalan e heye. Ev pirsgirêk bi çend pakêtên demokratîk û hiqûqî ve an bi berdana çend girtiyên nexweş ve çareser nabe. Dewletê heta niha tu gaveke cidî neavêtiye. Divê rêxistinên demokratîk, ên kedê û tevgerên sosyalist bi dewletê gav bidin avêtin. Ger vana li gotî polîtîkaya 'raweste-binîne' tevbigerin dê ev pêvajo sernekeve.”
‘DIVÊ HERÎ ZÊDE KURD XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVIN’
Yilmaz, destnîşan kir ku Kurdên ku berdêla şer dane divê herî zêde xwedî li pêvajoyê derkevin û wiha pê de çû: “Divê gelên ku li Tirkiyeyê dijîn jî bi heman şêwazî bibin xwedî îrade ji bo çareseriya pirgirêkên xwe. Bi nêzikatiyên şovenîst ve ne dikarin pirsgirêka Kurd û ne jî pirgirêka xwe çareser bikin. Ji bo vê yekê berê divê mercên rêzdar Ocalan baş bibe û karibe bi rêxistinan re peywendiyê çêbike. Di vî şerî 40-50 salan de texrîbatên mezin çêbûn, dê çareseriya pirsgirêkê ne hêsan be. Hêj hêzên Îttîhat Terakkî û Ergenekonê bi hêz in. Hêj jî îxtimala sûîkastan heye. Serokkomar Tûrgût Ozal û gelek generalên wek Eşref Bîtlîs ji ber eleqeya wan a pirsgirêka Kurd ji holê hatin rakirin. Divê tavilê azadiya rêzdar Abdullah Ocalan pêk bê. Divê azadiya rêxistinbûyînê, derfeta hevdîtina bi akademîsyenan çêbe.”
‘DIVÊ LI DIJÎ RANTXWIRAN EM HAYDAR BIN’
Yilmaz, bal kişand ser zimanê medyayê û diyar kir ku divê zimaneke nû biafirîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hinek komên şerxwaz hene 40-50 salan û rantxwir hene. Niha ji cerdevantiyê bigire heta asta jor de kesên ji şer xwedî dibin hene. Ger ev şer xilas bibe û heta Tirkiyeyê di warê aboriya şer de bandor bibe. Kesên ku beşdarî vî şerî bûne, kesên bûne kujerên nediyar, bazirganiya tiryakê kirine ji şerê qirêj xwedî dibin.”
‘DIVÊ HER KES BEŞDARÎ PÊVAJOYÊ BIBE’
Yilmaz, rave kir ku divê her kes di vê pêvajoyê de baldar be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema em li dîroka tevgerên rizgariya neteweyî dinêrim, di qetlîamên herî mezin de jî dîsa hevdîtinên wan bi dewletan re çêbûne. Di vê pêvajoyê de dewletê hêj gav neavêtiye. Divê saziyên demokratîk, rêxistinên kedê bi helwesteke xurt ve aştiyê bixe rojevê. Divê partiyên siyasî xwe biguherînin û dakevin qadan. Helbet dê astengiyên dewletê çêbinin. Bendewariya gavên baş ji dewletê xeflet e. Ji bo vê divê em wek gel xwe di ber çav de derbas bikin. Divê partiyên siyasî jî xwe di ber çavan der derbas bikin û beşdarî pêvajoyê bibin.”
MA / Adnan Bîlen