AMED - Welatiyên astengdar têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd axivîn û gotin ku şer hejmara astengdaran zêde dike û banga mezinkirina dengê aştiyê kirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdaran û Kalûpîran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê duh konferansa “Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist. di konferansê de mijarên weke “Avakirina aştî û civaka demokratîk”, “Di avakirina civaka demokratîk de edalet û hemwelatiya wekhev” û hwd. hatin nîqaşkirin. Astengdarên tev li konferansê bûn, diyar kirin ku mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê, şer e.
ASTENGIYA LI PÊŞIYA ŞER
Serokê Federasyona Astengdaran Abdulmecît Yilmaz, diyar kir ku hin kesên li dijî aştiyê derdikevin hene û wiha domand: “Nêzî 6-7 meh in bang hatiye kirin. Yên bersiveke erênî nadin vê bangê, astengiyên li pêşiya aştiyê ne. Divê weke gaveke şênber, girtiyên astengdar û nexweş bên berdan. Lê mixabin di qanûna înfazê ya li Meclisê hatiye qebûlkirin de jî di vê mijarê de gavek nehate avêtin. Neberdana girtiyên nexweş, yek ji mezintirîn astengiyên li pêşiya aştiyê ye.”
‘TIŞTA DIKEVE SER MILÊ ME EM Ê BIKIN’
Yilmaz, da zanîn ku hebûna şer bi xwe astengî ye û wiha domand: “Aliyên civakî, aborî û hiqûqî yên mijarê hene. Lêçûnên ji bo budçeya parastinê tên veqetandin, ji mafên astengdaran tên qutkirin. Niha li Tirkiyeyê ji bo astengdaran ji sedî 2’yê budçeyê jî nayê veqetandin. Ji bo parastinên lêçûnên bêwate hene. Heke şer nebe lê aştî hebe, wê demê dê rewşa her kesî baş bibe. Dê welatiyên astengdar di mercên baştir de bijîn. Weke Federasyona Astengdaran, em bang li hemû derdoran dikin ku bi erênî bersivê bidin banga Îmraliyê û pêvajoyê derbasî qonaxeke erênîtir bikin. Ev, berpirsyartiya her kesekî ye. Em jî dê berpirsyartiya xwe bicih bînin.”
'EM DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN’
Welatiyê astengdar Mahmût Koluman jî anî ziman ku dewletê hêj ji bo banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu gav neavêtiye û wiha pê de çû: “Di şer de heta niha 3 Trîlyon û 500 milyar dolar hatine xerckirin. Bi vî pereyî dikare dewleteke ji binî ve hilweşiyayî jinûve were avakirin. Divê tevahiya gelê me ji bo aştiyê dengê xwe bilind bike.”
ŞER HEJMARA ASTENGDARAN ZÊDE DIKE
Serokê Giştî yê Konfedarasyona Astengdaran Huseyîn Ateşer jî diyar kir ku şer tiştekî nebaş e û hem li Tirkiyeyê hem jî li hemû cîhanê hejmara astengdaran zêde dike. Ateşer, axaftina xwe wiha qedand: “Ev jî me gelek xemgîn dike. Em ji ber geşedanên dawî yên li welat keyfxweş in. Dê aştî ji bo astengdaran jî gelek sûdewer be. Wê demê dê hejmara astengdaran zêde nebe. Çavkaniyên ji bo şer tên xerckirin dê ji bo alîkariyên civakî bên xerckirin ku dê bandorê li komên dezavantaj jî bike.”
MA / Mujdat Can - Fethî Balaman