QERS - Li navçeya Dîgorê ya Qersê dê Muze û Mala Çandê ya Qazî Mihemed were vekirin.
Ji bo bîranîna damezirînerê Komara Kurdistanê pêşewa Qazî Mihemed, li gundê Mevrekê yê navçeya Dîgorê ya Qersê Muze û Mala Çandê hate vekirin. Siyasetmedar Mahmût Alinak zêdetirî salek bû xebatên avakirina “Muze û Mala Çandê ya Qazî Mihemed” dimeşand. Muze û Mala Çandê ya Qazî Mihemed, dê di 13’ê Tîrmehê de bi beşdariya neviyê Qazî Mihemed, Kawa Qazî Şeref were vekirin.
Mahmût Alinak bal kişand ser sedema vekirina muze û mala çandê û wiha got: “Ew wesiyeta ku wî li bin sêdarê nivîsandî, heta ku Kurdistan hebe, heta ku gelê me hebe, heta ku dîrok hebe dê her tim ji ciwanan re bibe ronahî. Dema ez wê wesiyetê dixwînim, ez dilerizim. Ev wêrektiyeke çawa ye, berxwedêriyeke çawa ye, mirov bawer nake. Lewma Qazî Mihemed kesekî pir taybet e. Ev deynê me yê ji bo Qazî Mihemede ku rê nîşanî gelên cîhanê da. Ji bo dayina vî deynî jî me xwest muze û mala çandê ya bi navê wî vekin. Roja vekirina vê derê, di heman demê de salvegera Kokujiya Zîlanê ye. Armancekî vê bîranînê jî ew e ku gelê Kurd li dora heman ruhî bicivîne. Ji bo xizmetê ji armanca xwe ya dîrokî re bike, em ê muzeyê weke mala şînê jî bi kar bînin.”
Alinak, banga tevlibûna vekirina muze û mala çandê li her kesî kir. Alinak, got ku hem pirtûkxane hem jî baxçeyeke ku mirov bikarin lê bêhna xwe vedin jî heye.