AMED - Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Saliha Ayata, Konferansa Yekitiya Jinan nirxand û diyar kir ku di konferansê de ji bo yekitiya jinan sekreteryayek hatiye avakirin.
Platforma Yekitiya Jinên Kurd li Amedê bi şîara “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” konferansa 3’yemîn li dar xist û konferans 2 rojan domiya. Di encamnameya konferansa ku bi beşdariya 110 delegeyan ve pêk hat, sernavên “Yekitiya jinên Kurd”, “Misyona jinan a bo parastin û veguhestina çanda Kurd”, “Erka jinan a parastin û pêşxistina zimanê Kurdî”, “Misyona jinan a bo avakirina Aştî û Civaka Demokratîk”, “Têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirin û tundiya li hemberî jinê” derketin pêş. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku xalên pêşengiya jinan di avakirina yekitiya neteweyî, têkoşîna bo çand û ziman, di parastina jiyana azad û avakirina aştiyê de bingeha vê pêvajoyê ye.
‘JI BO YEKITIYÊ SEKRETERYA HATE AVAKIRIN’
Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Saliha Ayata, konferans nirxand û diyar kir ku armanca wan pêşîlêgirtina parçebûna jinên Kurd e. Saliha Ayata, destnîşan kir ku jinên Kurd der barê du hîmên bingehîn ku ziman û çandê de civiyane û wiha axivî: “Îro gelek jin bi Kurdî diaxivin, li çand û zimanê xwe xwedî derdikevin lê hevudin nas nakin. Di navbera wan de parçebûn heye. Ev konferans li ser motîvasona ziman û çandê hate lidarxistin. Ji bo nasnameya jinan divê pênaseya çand û ziman bê kirin. Di konferansê de zimanek pêş ket û li dijî her cure tundiyê nîqaş hatin kirin. Erka jinê di çanda Kurd da hate gotûbêj kirin. Îro çand û zimanê Kurdî, jinên Kurd li ser piya dihêlin. Me berpirsiyariyên xwe yên pêşerojê nîqaş kir. Di encamnameya konferansê de berfirehkirina xebatên der barê çand, hûner, ziman hatin destnîşan kirin.
Saliha Ayatayê diyar kir ku yekitiya jinên Kurd xaleke bingehîn a konferansê bû û wiha pê de çû: “Peymanek li ser esasê yekitiyê; henaseyek e li dijî hişmendiya baviksalar, patrîarka, kujer û bişaftinê. Têkoşîna bi hev re ye. Li dijî tundiyê divê jinên Kurd, yekitiya xwe bikin yek û ev yekitî ji bo wan pêwîst e. Di konferansê de ji bo xebatên yekitiyê sekreteryayek hate ava kirin û dê dest bi xebatan bike.”
‘DIVÊ YEKITIYA JINÊN KURD BÊ AVAKIRIN’
Saliha Ayata, destnîşan kir ku di konferansê de bandora “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xuya bû û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Jineke Kurd, dayik ji aştiyê çi fam dike? Dayikek Tirk, Ereb, Fars ji aştiyê çi fam dike? Ferqa di navbera van her du pirsan de girîng e. Erka jinan di avakirina civakek aştiyane û li ser esasê ziman û çandê de pir girîng e. Di banga ku hatiye kirin û avakirina piştê wê de em vê yekê dibinin; ev civak bi destê jinê ve dikare bê guhertin, paradîgmayek nû ku jinê esas digre dikere bê avakirin. Di xebatan de mijara binghêin ev bû; ji bo vê yekê ‘divê erka jinên Kurd di avakirina demokrasî û aştiyê de çi be, divê ev stûnan çawa bên qewîkirin?’ Mijare herî girîng avakirina yekitiya jinê Kurd bû. Hevnasîna jinên Kurd, guftûgoya di navbera wan, xebata bi hevre, pêşxistina hevudin girîng e. Hêvîdar im ku ev konferans bibe wesîleya yekitiyek mayînde. Yekitî û aştiyê jin pêk tînin.”
MA / Mujdat Can