ŞIRNEX - Serbestberdana girtiyê bi navê Beyar Ûgûrlû yê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Elezîzê 30 sal cezayê xwe qedand, bi hinceta ku gotiye, 'Ez piştgiriyê didim banga Ocalan' ji bo 6 mehan hate taloqkirin.
Beyar Ûgûrlû di sala 1995 'an de li Wanê hat binçavkirin û piştre hat girtin, ji aliyê dadgehê ve cezayê muebbetê lê hat birîn. Ûgûrlû yê ku li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 a Elezîzê tê girtin, piştî ku 30 saliya xwe derbas kir, dihat payîn ku di 17'ê Hezîranê de bê berdan.
Lê belê Ûgûrlû bi hinceta ku Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pirsa; 'Hûn destekê didin kesên di nava PKK'ê de li dijî pêvajoyê ne', bersiva; 'Na, ez piştgiriyê didim Abdullah Ocalan' daye û 6 mehan telhiyeya wî hat taloqkirin. Desteyê di biryara xwe de diyar kir ku Ûgûrlû 'poşmanî nîşan nedaye'.
JI BO WEZARETÊ BANG
Birayê Beyar Ûgûrlû, Abdullah Ûgûrlû bertek nîşan da û diyar kir ku birayê wî jî pirsgirêkên tenduristî yên wekî nexweşiya dil û anemiya Akdenizê hene. Ûgûrlû diyar kir ku ew di 17'ê Hezîranê de ji bo birayê xwe çûbûn girtîgehê lê belê prosedurên berdanê pêk nehatin û diyar kir ku ev biryareke siyasî ye. Ugurlu diyar kir ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi temamî bi keyfî tevgeriyaye û got ku astengkirina serbestberdana girtiyên ku cezayê wan qediyaye veguheriye formeke nû ya cezakirinê. Ûgûrlû diyar kir ku ev biryar siyasî ye û nikare bi hiqûqê ve girêdayî be û divê Wezareta Dadê di vê mijarê de sererastkirinê bike.
MA / Zeynep Durgut