‘Paradîgmaya Ocalan dikare xwîna li Rojhilata Navîn rawestîne’

  • rojane
  • 13:32 18 Hezîran 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN -  Xwendekara doktoroyê ya Zanîngeha College Corkê Rojîn Mukriyan, li dijî pergala netewe dewletê ya baviksalar a li Rojhilata Navîn bal kişand ser paradîgmaya Abdullah Ocalan û got: “Tevgerên jinan ên li Îranê siyaseta ‘rêya sêyemîn’ esas digirin lê hûrgiliyên vê rêyê dê bi demê re diyar bibin.” 
 
Êrişên demdirêj ên ku bi rêya hêzên wekîl di nabera Îran û Îsraîlê de rû dida, di sibeya 13’ê Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê ya li dijî tesîsên nukleerî û serekanên leşkerî ve veguherî şereke germ. Di êrişên Îranê de, tesîsa dewlementkirina ûranyûmê Natanz a li navenda Îranê û gelek tesîsên din ên nukleerî û artêşê, bûn hedef, gelek serekanên leşkeri jiyana xwe ji dest dan.
 
Li gorî daneyên servîsa alîkariya lezgîn a Îsraîl Stêrka Sor a Dawûd, Îranê di êrişên li ser Hayfa û Tel Avîvê de gelek jîngeh, tesîsên enerjiyê û saziyên cemawerî kirî hedef. Rojîn Mukriyan a ku li Îranê di Zanîngeha College Cork doktorant e geşedanên rojevê ji bo ajansa me nirxand.
 
STRATEJIYA HÊZA WEKÎL A 20 SALÎ YA ÎRANÊ 
 
Rojîn Mukriyan bal kişand li ser stratejiya ku 20 sal e Îran bi rêya wekîlan hebûna xwe li herêmê diparêze, diyar kir ku di sala 2003’an de piştî dagirkirina DYA'yê ya Iraqê tora hêza wekîliyê ji bo Îranê hêsantir bû. Rojîn Mukriyan, destnîşan kir ku di sala 2011’an de bi şerê navxweyî yê Sûriyê ve Îran hem li Iraqê û hem li Sûriyeyê bihêz bûye lêbelê bi şerê Xezeyê û bi hilweşandina rejîma Esed ve hêza Îranê li herêmê qels bûye.
 
Rojîn Mukriyan destnîşan kir ku di hilbijartina Amerîkayê de bi hilbijartina Donald Trump ve li Rojhilata Navîn dînamîkên nû derketine û wiha nirxand: “Piştî ku Trum cara duyemîn hate Koşka Spî, politikaya ‘bi rêya tundiyê ve aştî’ da destpêkirin. Lêbelê, stratejiya wî, hêj ji bo şerê Rûsya-Ûkraynayê û şerê Xeze-Îsraîlê çareseriyek neafirandî. Di çerçoveya pirsgirêka nukleerî ya Îranê de, Trump di 2018’an de ji JCPOA’yê vekişiya. Trump, bi rêya muzekerayan lihevkirinek ku mercên afirandina nukleerî yê Îranê ji holê radike armanç kir. Ji bo serketinê, ûltîmatomek du mehî ve du bijare da pêşiya Îranê ew jî ev bûn; ‘an dev ji xurtkirina ûranyûmê berde û peymanê îmze bik’ an ‘li hember tesîsên nukleerî tu yê bi êrişên leşkerî re rûbirû bimînî’. Rejîma Îranê, bibiryarbûna Trump şaş hisab kir. Li gorî aloziyên Rojhilata Navîn, bawer dikir ku ku dê DYA, destûrê nede Îsraîl bo êrişê Îranê bike.”  
 
HEVDÎTINÊN DER BARÊ NUKLEERÎ DE
 
Rojîn Mukriyan, qala hevdîtinên Îran û DYA yê der barê nukleerî kir û wiha pê de çû: “Piştî dora 5’an a hevdîtinên der barê nukleerî ya li Ûmmanê de, DYA’yê bo Îranê teklîfek nivîksî raber kir lêbelê di hevdîtinan de bendewarî bicih nehat û teklîf hate redkirin. Hevpeymana yekemîn a di nevbera Trump û Netanyahû de, ger Trump bi Îranê re di hevpeymana dev jê berdana ûranyûmê de bi ser nekeve wê wextê dê destûra Îsraîlê hebe ji bo êrişa tesîsên nukleerî yên Îranê. Ev yek dê zextan li ser Îranê çêbike ji bo qebûlkirina şertên Trump.”
 
NÊZIKATIYA ABDULLAH OCALAN
 
Rojîn Mukriyan, derbarê geşedanan de bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser gelên herêmê bibîr xist ku Abdullah Ocalan wiha gotibû: “Di Rojhilata Navîn de du rê hene ya bi paradîgmaya min an bi polîtîka Amerîka.” Di berdewamiye axaftina xwe de Rojîn Mukriyanê wiha rave kir: “Nêzikatiya Ocalan, di rawestandina xwîna li Rojhilata Navîn de xwedî hêz e.” Rojîn Mukriyan, destnîşan kir ku fikrên Abdullah Ocalan di xwede rastiya herêmê vedihewîne û got: “Netewe dewlet a baviksalar, di dîrokê de tenê rê li pêşiya hejarî, kînê û qetlîamê vekiriye. Fikrê ku DYA temsîl dike, newekheviyê û serweriyê dide domandin ji ber vê yekê azadiya civakê divê xwe nespêre demokrasiya dewletê. Ku armanc azadî be fikrên Ocalan hem tayînkirina çarenûsa xwe û hem hevjiyanê di xwe de dihewîne. Di vê çerçoveyê de, divê çandek siyasî bê teşwîqkirin lewre ev dê rêya pir dengî û xweseriya civakan pêk bîne. Vîzyon û lêhûrbûna Ocalan, rêyek raber dike ku ew jî desthilatê ji desthilata navendî digre dide civakê.”
 
MÎNAKA KURD Û ROJAVA
 
“Abdullah Ocala, paradîgmayek li dijî pergala netewe dewlet û kapîtalîst pêş xistî. Bingeha paradîgmaya Ocalan li ser azadiya jinê û xweseriyê ye. Felsefeya Ocalan, ji dêleva aliyê nakokiyên heyî, ‘rêya sêyemîn’ diparêze. Ev rêya sêyemîn a Ocalan, ji ya civaknasê Îngilîz Anthony Giddens cudatir e û derveyî pergala heyî altarnatîf e. Ocalan, hemû reng û dengên civakan der dînamîkên wext û cih diparêze û di felsefeya wî de civak bi rêya rêxistinbûna kolektif dikare xwe rêve bibe. Fikrên Ocalan, li hember tundiyê, piştevaniya der neteweyî teşwîq dike û politîka ya ‘rêya sêyemîn’ li Rojava pêk hat. Armanca felsefeya Ocalan, bihêzkirina civakan nexasim a jinan e û pêşbînkirina rêveberiyke ne li ser esasê dewletê, li ser esasê xweseriyê ye. Gelê Kurd ji bo avakirina  vê ‘rêya sêyemîn’ dixebitin. Bi pêşengiya tevgera Apoî, Kurd vîzyonek pêşniyar dikin ku ev jî li ser hevjiyana aştiyane ya neteweyên cûda bi rêya civakên konfederasyonê yên rasterast disekine. Ev vîzyon armanc dike ku aliyên madî yên her çandê nas bike û dema ku etno-neteweperestiyê derbas bike, biparêze. Li şûna pergala netewe dewletê ya baviksalar, Kurd têgehek demokratîk a neteweyî diparêzin. Ev tê vê wateyê ku civatek siyasî heye ku bi vîzyonek li ser bingeha cihêrengiyê ye. Çand li vir zihniyeta kolektîf a her civakê dihewîne. Neteweyek, dema xwe li gorî rêgezên ku Ocalan jê re dibêje 'konfederalîzma demokratîk', ku li ser sê stûnan hatiye avakirin: demokrasiya rasterast, azadiya zayendî û ekolojiyê birêve bibe, dibe demokrat. Ev modela neteweya demokratîk xweseriya nedewletî pêşkêş dike û divê her civak xwe li ser bingeha îradeya xwe ya siyasî ya kolektîf birêve bibe. Ev vîzyon ne tenê potansiyela çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn ne, di heman demê de hêviya çareserkirina nakokiya Îsraîl-Filistînê jî dide.”
 
JIN LI DIJÎ ŞER IN
 
Rojîn Mukriyan destnîşan kir ku jinên Îranê şer naxwazin û got: “Em di demên dawî de bi 'Kolektîfa Jin, Jiyan, Azadî’, 'Tevgera Jinên Belûc', tevgera jinan a ku bi serhildanên 2022’an de bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re derket Femînîst4Jina û gelek kolektîfên jin ên li Îranê re di peywendiyê de ne. Ev kolektif û kom, li dijî şer kampanya ‘ji şer re na’ birêve dibin. Jin herdu dewletan jî şermezar dikin. Bi dengê bilind, diyar dikin ku ev pevçûn ne şerê wan e. Ev kolektif, destnîşan dikin ku Netenyahuyê ku di nava du salan de 60 hezar sivîl kuştî dê azadiyê pêk neyine. Ji xetereyên ku şer ava dikin haydar in û dizanin ku şer jin, zarok, sivîlan dikuje. Dizanin ku ev pevçûn ji aliyê hêzên baviksalar, metinger û hezên serdest ve tê birêvebirin. Em niha dikarin bibêjin ku gelek jinên li Îranê siyaseta ‘rêya çaran’ dişopînin lêbelê hûrgûlîyên vê rê dê di pêşerojê de derkeve rastê.”
 
MA / Berîvan Kutlu  
 

Sernavên din

05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
12:42 Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
11:44 Rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê
11:37 Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:59 Parlamenterê Partiya Gelecekê Torûn: Divê tavilê komîsyon bê avakirin
10:48 Serokê Baroya Amedê: Em amade ne alîkariya hiqûqî bidin pêvajoyê
09:56 Li Îzmîrê 137 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
09:45 Meclisa Ciwanan dê bi rojeva ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bicive
09:42 Yek ji bihûştên xwezayê Heftborî dê bi HES’ê bê tunekirin
09:06 Îsal li Îdirê berê mişmişan bibereket e
09:06 Girtiyê nexweş Guneş rexmê gelek nexweşiyan nayê tehliyekirin
09:05 Gundên Qaxizmanê bê av û ceyran in!
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Em ji her wextî bêtir ji bo yekitiya neteweyî bi hêvî ne
09:05 Dîrektora IHRNGO'ê: Li Îranê armanca zêdebûna zextan astengkirina protestoyan e
09:05 Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim': Armanca sereke azadiya Ocalan e
09:03 Aydin: Şensê taloqkirin û derenxistina kongreya neteweyî nemaye
09:02 Li Wanê dê pêşangeha ‘Hêviya Hunerê’ ya zarokan vebe
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2025'AN
03/07/2025
23:59 Civînên 'Aştî û Civaka Demokratîk' didomin
20:05 Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
16:10 Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin
15:45 Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin
15:43 Şandeyeke pirspor li Çemê Tagarê lêkolîn kir
15:34 Rojnameger Aksu hate berdan
15:10 Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin
15:08 DEM Partî: Dê di mijara bêçekbûnê de hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin
14:26 Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî
14:21 Li Stenbol û Antalyayê şewat derket
14:16 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
13:38 Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:35 Binçavkiriyên Saraçhaneyê sewqî edliyeyê hatin kirin
13:34 Di Şaredariya Rêya Armûşê de şewat derket
13:34 Yerlîkaya, bîlançoya şewatan parve kir
12:22 Pentagon: Me bernameya nukleerê ya Îranê dereng da xistin
12:20 Şandeya Ewropayê li ser ‘Maseya Gilover’ çi nîqaş kir?
11:52 Serkeşeyê Suryan: Em di rêya Serok Apo de dimeşin
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin
09:00 ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
08:22 Mûstafa Karasu: Derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike
02/07/2025
23:13 Çetîn Arkaş hate berdan
19:24 Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin
16:42 Rapor: Aborjîn hatine qirkirin
16:35 Li Egeyê şewatên daristanan
16:15 Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
15:10 Di lêpirsîna Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
15:07 DFG û MKG ji bo piştevaniyê çûn serdana rojnameger Zeynep Durgutê
14:53 Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin
14:49 Li nexweşxaneyê tecawizî zaroka astengdar hate kirin
14:48 Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin