RIHA - Kesê bi navê H.Î. ku ji ber tacîza zayendî ya li dijî zaroka xwe dihat darizandin, tevî rapora pisporan jî di danişîna ewil a dozê de bi îdiaya “delîl kêm in” hate berdan.
Di 4’ê Kanûna 2023’yan de li Rihayê zarokek çû cem mamosteya xwe û jê re got ku bavê wê tacîza zayendî li wê dike. Li ser vê yekê mamoste tevî zarok çû Navenda Şopandina Zarok (ÇÎM) û îfadeya zarokê hate girtin.
Zaroka 8 salî, di îfadeya xwe de anî ziman ku bavê wê di navbera 2020 û 2023’yan de bi awayekî sîstematîk tacîza zayendî li wê kiriye. Zarokê got ku dema li malê bi tenê dima bavê wê ew tacîz dikir û ji bo bûyerê ji tu kesekî re venebêje jî gefa tundiya fîzîkî lê wê dixwar.
Piştî îfadeyên zarokê, faîl H.Î. di 5’ê Kanûna 2023’yan de hate binçavkirin û di heman rojê de hate girtin.
RAPORA PISPORAN ZAROK PIŞTRAST KIR
Serdozgeriya Komarê ya Rihayê di 3’yê Nîsana 2024’an de der heqê faîl de bi sedemên “Îstîsmara zayendî ya li dijî zaroka 12 saliya xwe temam nekiriye” û “mustehcenî” îdianame amade kir. Di îdianameyê de cih da îfadeyên zarokê yên li ÇÎM’ê û îfadeyên dapîr û dayika wê. Di îdianameyê de hate gotin ku îfadeya zarokê ji hêla pisporan ve hatiye nirxandin û telefona faîl hatiye lêkolînkirin. Di rapora pisporan de hate gotin ku gotinên zarokê hev digirin.
DI DANIŞÎNA EWIL DE HATE TEHLIYEKIRIN
Îdianame, ji hêla 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê ve hate qebûlkirin û danişîna ewil di 17’ê Gulana 2024’an de hate lidarxistin. Lêbelê zarokê di danişînê de giliyê xwe paşve kipşand. Dadgehê jî bi hinceta îfade û dosyayê biryara tehliyeyê da. Dayikê, diyar kir ku di danişîna ewil de zaroka wê di bin zextê de îfade daye û di 18’ê Sibata 2025’an de li dadgehê gilî kir û xwest were girtin. Dadgehê, bi îdiaya “delîl kêm in” ev daxwaz red kir.
Danişîna 4’emîn a faîl dê di 18’ê Hezîranê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran were lidarxistin.
Dayika zarokê ji bo piştevaniyê banga tevlibûna danişînê li her kesî kir.
MA / Ceylan Şahînlî