NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsên Iraqê li bajarokê Girzerik ê Şengalê dest danîn ser avahiya Şaredariya Gel.
Di fermana 2014’an de Girzerik yek ji wan gundan bû ku pêşengî ji berxwedana li dijî DAIŞ’ê re kir. Ji ber vê, DAIŞ’ê herî zêde zirar dan Girzerikê û piraniya malan wêran kirin. Piştî salan xelkê Girzerikê vegeriya û Rêveberiya Xweser a Şengalê jî ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên gel û xizmetgûzariyê, beriya niha bi demekê xebatên Şarderiya Gel a Girzerikê da destpêkirin. Lê ev saziya ku ji bo xizmeta gel hate avakirin niha ji aliyê hêzên polîsên Iraqê ve hatiye dagirkirin û rê nayê dayîn ku ev cih ji bo xizmeta gel were bikaranîn.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; ev hêz bêyî ku tu belge yan jî hincetekê bidin nîşandan, dema karkerên şaredariyê di betlaneyê de bûn, hêza xwe birine wir û bicih kirine. Ji bo ku mijar were famkirin, gelek hewldan ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê û rayedarên şaredariyê ve hatine kirin lê tenê polîsan gotiye ku biryarek ji wan re hatiye dayîn ku li wir bicih bibin. Çavkaniyan ji Rojnewsê re diyar kirin ku ev hêza polîs bi talîmatên hêzên artêşa Iraqê ku li herêmê ne, derbasî navenda şaredariyê bûne.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweser a Şengalê di 10’ê Adara 2025’an de li gundê Girzerikê ya navçeya Til Izêr e avahiya şaredariyê vekir û hewl da xizmetê ji gel re bike û pêwîstiyên malbatên nû vegeriyane bicih bîne.